Werzîşvanên jin ên Îranê ber bi serkeftinê ve diçin

Jinên sporê yên Îranê ji Lîstikên Ciwanên Asyayê ya 3'emîn û Şampiyoniya Ragbiyê ya Asyayê ya 2025'an bi serkeftinê vegeriyan.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Manama ya Bahreynê roja Yekşemê di Lîstikên Ciwanên Asyayê ya 3'emîn de pêşbirkên fînalê yên muay thai û taekwando hatin lidarxistin. Werzîşvan jin ên Îranê yên muay thai û taekwando bi giştî 4 madalyayên zêrîn, 2 yên zîvîn û 5 yên bronz bidest xistin.

Rojan Behnami ya ji bajarê Sakizê, di kategoriya 14-15 salan de di giraniya jêr 48 kg de li hemberî pêşbirkê xwe ya Vîetnamî di sê raundan de bi 30 li hemberî 26 serket û di Lîstikên Ciwanên Asyayê ya 3'emîn a li Bahreynê de di şaxa muay thai de madalyaya zêrîn bidest xist. Rojan Behnami berê pêşbirkên Tayland û Malezyayê bi nakavtê têk biribû.

Baran Canî jî, di kategoriya 14-15 salan de di giraniya jêr 40 kg de di fînalê de li hemberî pêşbirkê xwe ya Taylandî bi 29 li hemberî 28 serket û madalyaya zêrîn bidest xist. Di nav keçan de di kategoriya Wai Kru ya 14-15 salan de Suda Aghaei madalyaya bronz bidest xist. Mâede Sadeghzadeh jî di kategoriya keçan a 14-15 salan de di giraniya jêr 45 kg de madalyaya bronz bidest xist.

Madalyayan bidest xistin

Di şaxa taekwando de jî, duh di beşa kyorugi de sporên Îranê pêşbirk kirin. Di kategoriya ferdî de Pinar Lotfizadeh, di giraniya jêr 63 kg de madalyaya zîvîn bidest xist. Bi vî awayî tîma taekwando ya Îranê pêşbirkên ferdî bi du madalyayên zîvîn ên ku Asal Goltepe û Pinar Lotfizadeh bidest xistin û madalyaya bronz a Dina Baba Rahim bi dawî kir. Di kategoriya tîma tevlihev de jî tîma Îranê madalyaya bronz bidest xist.

Zeynab Shahriyari ya ku di beşa poomsae de serket û derket fînalê, di fînalê de li hemberî Kristine Aguila ya Fîlîpînî bi 8.86 pûanan serket û madalyaya zêrîn bidest xist. Di kategoriya poomsae ya tevlihev de jî tîma Îranê — Zeynab Shahriyari û Behdad Naghei — Pakistan, Koreya Başûr û Çîn Taipei têk birin û derketin fînalê û di fînalê de li hemberî Taylandê bi 8.78 pûanan serketin û madalyaya zêrîn bidest xistin. Di kategoriya şêwaza azad (freestyle) de Sana Shayegan madalyaya bronz bidest xist û tîma Îranê ya ku ji Mohammadamin Habibzadeh û Sana Shayegan pêk tê piştî tîmên Çînê wekî sêyemîn madalyaya bronz bidest xist.

Derbasî fînala şampiyoniya Asyayê bûn

Ji aliyê din ve, tîma neteweyî ya jinan a Îranê ya ku li bajarê Maskatê ya Umanê beşdarî Şampiyoniya Ragbiyê ya Asyayê ya 2025'an bû, di pêşbirka nêzîk a li hemberî Ozbekîstanê de bi 17-7 têk çû û di şampiyoniya Asyayê de bû duyemîn. Îranê di çar pêşbirkên berê de Lubnan, Urdun, Koreya Başûr û Ozbekîstan têk biribû û derketibû fînalê. Di pêşbirka fînalê de, lîstikvanên Ozbekîstanê bi karanîna xeta êrîşê ya lezgîn di nîvê duyemîn de cudahiyê mezin kirin. Ev yekem car e ku di dîroka sporê ya Îranê de tîma neteweyî ya jinan a ragbiyê derdikeve fînala şampiyoniya Asyayê. Du sal berê jî tîma ragbiyê ya jinan a Îranê yekem car madalyaya bronz a Asyayê bidest xistibû û dîrok nivîsandibû û pêvajoya dîroknivîsînê berdewam kiribû.