Yasmîna Cîlalî bi çîroka serketina li dijî nexweşiyê têdikoşe

Yasmîna Cîlalî, pirsgirêkên xwe yê tendrustiyê vegerandiye projeya werzîşê ya belaş ji bo pêkanîna desteka rihî û bedenî ya jinan, li bajarê Şelif ê Cezairê bûye sembola xîret û hêzê.

RABIA XERÎS

Cezair – Yasmîna Cîlalî karî depresyona xwe veguherîne çavkaniyek îlham û motîvasyonê. Zoriyên ku wê jiyan kiriye ew ber bi werzîşê ve bir. Di encama xebatên rêk û pêk de bû antrenır. Lê belê bi vê ne sekinî komeleyek bi navê ‘başkirinê’ ava kir. Ji bo jinên ku pirsgirêkên tenduristiyê dijîn derfeta werzîşa belaş û pêşxistina bedenê pêşkêş kir. Ceribandina xwe ya şexsî ji bo jinên ku pêwîstiya wan bi destekê heye terxan kir.  

Sembola berxwedan û xîretê

Li bajarê Şelif a navenda rojava a Cezaîrê, Yasmîna Cîlalî ne tenê werzîşvanek e, wek sembola xîret û berxwedanê tê zanîn. Jina ciwan ku bi riya werzîşê nexweşiyek kronîk derbas kir, zoriyên ku jiyan kiriye, vegerand projeya ku desteka belaş dide jinan.

Çîroka Yasmîna Cîlalî zorî vegerandiye hêza serkeftinê, wek mînaka jina bi xîret û biryar derdikeve pêş.  

Yasmîna Cîlalî ya 30 salî dibêje plana wê ya ketina werzîşê nebû, her çiqas ji zaroktiyê ve bi werzîşê re eleqeder bibe jî, beşa hiqûq û zanistên siyasî qedandiye, xeyal dikir ku di qada hiqûqê de bixebite û dibêje: “Mirov her tim tiştê ku dixwaze, bi dest naxe. Piştî min zaroka xwe ya duyem anî dinê, min depresyonek giran derbas kir. Ji ber min bandora werzîşê ya kêmkirina hormonên stresê zanî, min dest bi werzîşê kir.”

‘Min xwest destekê bidim jinan’

Fikrek ku ji krîzê derketiye, bi demê re mezin bû û vegeriya projeyek civakî. Yasmîna Cîlalî wiha got: “Piştî min rojên gelek zor derbas kir, min xwest ez destekê bidim jinên ku wek min êşê dikşînin. Ji ber wê min perwerdeyek profesor a werzîşê girt, min gelek sertîfîka bi dest xist û min dest bi antrenoriya werzîşê kir. Piştre min komleyek a werzîşê bi navê ‘başkirinê’ ava kir. Armanca min ew e ku ez sûd bidim her jinek ku di jiyana xwe de rûpelek nû veke.” Desteka malbata xwe wek ‘sira herî mezin a serkeftinê’ bi nav dike.

Werzîşa ku desteka rihî dide jinan

Projeya Yasmîne Cîlalî, hedef dike ku jinan ji hestên negatîf û depresyonê rizgar bike. Ji ber vê dixwaze xwe bighîne jinên li nexweşxaneyan û aramxaneyan û dibêje: “Divê jin bêyî li benda pêşniyarên bijîşk bimînin dest bi aktivîteyên fîzîkî bikin. Piranî jin ji bo ji nexweşiyan rizgar bibin û pêvajoya başbûnê lez bikin werzîşê dikin. Lê belê gelek ji vê di asta têrker de nakin. Jixwe werzîş awayek tendurist ê jiyanê ye û divê bibe parçeyek rûtîna rojane.”

Sedemên dûrketina jinan a ji werzîşê

Yasmîna Cîlalî rewşa werzîşa jinan a li Cezaîrê nirxand û da zanîn ku gelek sedemên ku jin ji werzîşê dûr bikevin hene û wiha got: “Di destpêkê de baweriya ku werzîş tenê ya mêran e, heye. Hinek jê werzîşê weke dîtbarî û luksekê dibînin. Di heman demê de bi bandora fîlm û kesên nav û deng hişmendiyek xelet a werzîşê çêbûye. Ev jî çavkaniya xwe ji lewazbûna çanda werzîşê di nava civakê de digre.”

Yasmîna Cîlalî destnîşan kir ku lêkolînên akademîk ku li zanîngehan hatin kirin, îşaret bi heman encamê dike û wiha got: “Faktora ku beşdariya jinan a werzîşê asteng dike, zextên derdor û civakê ne. Di lêkolînan de tê diyarkirin ku divê ji fikrê ku werzîş tenê yê mêrane birevin û divê jin jî di vê mijarê de azad bin.”

Li gorî Yasmîna Cîlalî astengiyek din a girîng kêmaniya bînesaziyê ye û wiha domand: “Li gelek bajarên hundirîn de, salon, hewz û qadên teybet ên jinan nîne. Ji ber vê jin neçar dibin biçin salonên taybet. Di heman demê de hejmara kulûbên amator û komeleyên werzîşê gelek kêm in.”

‘Werzîş, awayek tedawî û rehabîlîtasyonê ye’

Yasmîna Cîlalî anî ziman ku divê qadên werzîşê ji bo jinan zêde bibin û got: “Divê qadên ku jin bikaribin bi awayek aktîf werzîş bikin werin avakirin. Ev ne tenê li bajarên mezin, divê li gelemperî welat were pêkanîn. Ji ber êdî werzîş ne luksek e, bûye tedawiya psîkolojîk û awayê rehabîlîtasyonê. Divê di bernameyên televizyonan de bernameyên taybet ên werzîş ji bo jinan hişmendî ava dike zêde bibin. Divê jin teşwîqî werzîşê bên kirin, di vê mijarê de agahiyên rast û hişyarî werin bidestxistin.”

Niha li Cezairê, têkildarî hejmara salonên werzîşê yên taybet ji bo jinan daneyek fermî nîne. Li welat piranî tesîsên werzîşê wek ‘stadyum, salonên werzîşê û tesîsên girtî’ hene. Salonên taybet ji bo jinan qadên ku jin bikarin bi ewle û azad werzîş bikin pêşkêş dike.