Li Efrîqayê ji bo nexweşiya sorikê rewşa awarte hat îlankirin

Li ser belavbûna vîrusa sorikê li welatê Efrîqayê, navenda kontrolkirina nexweşî û pêşîlêgirtinê, rewşa awarte îlan kir.

Navenda Nûçeyan- Li Efrîqayê vîrusa sorik (mpox) bi lez belav dibe. Ji destpêka 2024’an heta niha li Komara Kongoya Demokratîk zêdeyî 13 hezar û 700 bûyerên sorikê û mirina 450 kesan hatin qeydkirin. Li gorî pisporan, ev cure, veryanta herî xeternak a ku heta niha hatiye dîtin e. Piştî Komara Kongoya Demokratîk, li dijî belavbûna bi lez a vîrusê li welatên din ên Efrîqayê, Saziya Tendirustiya civakî ya Efrîqayê û Navenda kontrolkirina Nexweşî û Pêşîlêgirtinê (CDC) rewşa awarte îlan kir.

Di destpêka vîrusa sorikê ku hinek caran weke nexweşiya zoonotîk digihîje mirovan, çavkaniya xwe ji lawirên wehşî yên weke jûjû û pramatan digre, tenê ji lawiran digihîşt mirovan lê belê êdî ji mirovan digihîje mirovan. Dikare bi riya nefes û temasê bigihîje. Vîrus ji birîneke di çerm de bi riya nefesê yan jî difinê, çav û dev derbas dibe.

Enfeksyon dikare bi rojan berdewam bike

Nîşaneyên vîrusa sorikê wiha ne; herareta zêde, serêşî, piştêşî, êşa hestî û werimîn. Piştî ku herareta nexweş zêde dibe, di bedenê de xwarbûn, sorahî û werimîn çêdibe. Bi giştî nîşane di rû, kefa dest an jî binê ling de derdikevin holê. Bi giştî enfeksiyon di navbera 14 û 12 rojan de berdewam dike û bi xwe diçe.

Xwegihandina derziyê pirsgirêk e

Tê diyarkirin ku derziyên li dijî nexweşiyê hatine pêşxistin, li dijî sorikê ji sedî 85 diparêze. Niha ji bo mpox sê derzî tên dîtin lê belê ev lêdayîna kesên di bin metirsiyê de yan jî kesek bi enfekte temasa nêz kir. Rêxistina Tendiristiyê ya Cîhanê (WHO) bernameyeke derziya ku belav bibe tewsiye nake. Li Efrîqayê xwegihandina derziyê pirsgirêkek mezin e. Di heman demê de dermanên antiviral di tedawiya nexweşiyê de tên bikaranîn.