Li Sûdanê mirina dayik û pitikan zêde dibe

Jiyana jinên ji ber pevçûnên li Sûdanê koçber bûne di xetereyê de ye. Bijîşka Jinekolog Ruwaida Elî bang kir ku tedbîrên lezgîn werin girtin da ku jin bigihîjin karûbarên jidayikbûnê yên ewle.

MÊRVET EBDULQADIR

Sûdan - Di pevçûnên ku bi mehan e di navbera Artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de berdewam dikin, bi hezaran kes koçber bûne, bi taybetî jinên ducanî nikarin bigihîjin ava paqij, xwarin û tenduristiyê.

Di ducaniya xwe de koçber bû

Yek ji jinên ducanî Nemat Elî Adem ku di meha heştemîn a ducaniya xwe de ji bajarê Sinja yê parêzgeha Sennarê koçber bûye, behsa zehmetiyên ku jiyaye kir. Nemat Elî Adem wiha qal kir: “Em di roja ewil a şer de koçber bûn. Di dema koçberiyê de em di nava çend rojan de li gelek gundan derbas bûn. Tenduristiya min di rewşeke nebaş de bû heya ku em gihîştin parêzgeha herî ewle Gedaref û êşên min destpêkir. Pêdiviya min bi midaxeleya doktor hebû, lê ji ber şert û mercên dijwar ên ku ez tê de dijîm ev yek ne pêkan bû. Em di demên pir dijwar re derbas bûne û em hîn jî di wan de derbas dibin.”

Ji ber kêmxwariniyê pitika xwe winda dike

Di kampa koçberiyê de ku hejmarek mezin malbatan dihewîne li dibistana Sikeya Tirênê zaroka bi navê Cûd beriya mehekê ji jidayîkbûna wê bi sedema kêmxwariniyê jiyana xwe ji dest da. Dayîka wê Emîre Îbrahîm wiha behsa mirina pitika xwe kir: “Em ji eyaleta Gezîra piştî êşeke mezin koçber bûn û gihîştin bajarê Bortsûdan. Ez di meha xwe ya heftan de bûm. Rewşa min û hevjînê min ya nebaş nehişt bijîşk baş li min meyze bikin. Min vîtamîn û xwarin baş nexwarin ji ber wê nexweşiyên kêmxwariniyê bi min re derketin. Pitika min jî bi vê sedemê jiyana xwe ji dest da.”

Bi sedema nebûna dermanan hejmara miriyan zêde dibe’

Serokê Komeleya Plansaziya Malbat û Zarokan û Jinekologê Bijîjk Ruwaida Elî got ku zêdebûna hejmara jinên ku li herêmên şer koçber bûne, pêdiviyên wan ên dermankirinê jî zêde dike, ku di vê heyamê de peydakirina wan zehmet e û wiha pê de çû: “Ji ber şert û mercên şer ên ku welat tê re derbas dibin, mirina dayik û pitikan zêde dibe. Seroka Yekîneya Tenduristiyê ya UNICEFê Mîra Nebîl jî diyar kir ku rêjeya mirina dayik û zarokan di dema jidayikbûnê de ji sedî 70’ê zêde bûye. Sedema vê yekê jî ew e ku ji sedî 70’ê nexweşxaneyan ji ber şer bê xizmet in.”

Rêjeya mirina jinên ducanî û zarokên nûbûyî 70 ji sedî bilind bûye

Berpirsa Yekîneya Tenduristiyê ya Rêxistina UNICEF Mîra Nebîl wiha berdevam kir: “Li Sûdanê 270 jin di nav bi dehhezaran jidayîkbûnên zindî jiyana xwe ji dest didin. Ji nava her 1000 zarokên zindî jidayîk dibin 26 zarok di meha yekem de jiyana xwe ji dest didin û 37 zarok di salên yekem û duyem de her wiha 52 zarok beriya bibin 5 salî jiyana xwe ji dest didin."

Derbarê dermankirina lezgîn de wiha got: "Jinên koçber ên ducanî pêwîstiya wan bi baldariya tenduristî heye. Beriya jidayîkbûnê û piştî wê jî. Paşê baldariya sereke ji zarokên nûbûyî re ye. Divê ev xizmet baş bên peydakirin û bi belaş be."

Di heman demê de got ku koçberên jin cihên xizmetan pêşkêş dikin nas nakin ji ber wê divê wan hişyar bikin û cihên xizmetên cuda nîşanî wan bidin û wiha dewam kir: "Bi zêdebûna nebûna ewlehiya xwarinê re gelek jin rûbirûyî nexweşiya kêmxwariniyê ne bi taybet kêmxwînî ji jina ducanî re gelekî bi zirar e ji ber wê pêwîstiya pêşkêşkirina piştgiriyê ji jinan re heye."

Rêjeyên metirsîdar ên UNICEF’ê

Cîgira nûnera rêxistina Neteweyên Yekbûyî NY ya zarokan UNICEF Mary Louise Eagleton li Sûdanê got: “Ru rêje diyar dikin ku 24 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyên mirovî lezgîn hene. Her wiha zêdetirî 17 milyon kes birçî ne. Zarok jî rûbirûyî gelek xeteriyan tên ji ber zêdetirî milyonek zarok bi nexweşiya kêmxwariniya dijwar in. Tişta herî xirab jî ew e ku 730 hezar zarok bi kêmxwariniyê ne û dibe ku di kîjan kêliyê de be jiyana xwe ji dest bidin eger neyên dermankirin.”

Komîteya Destpêkê ya Yekîtiya Bijîjkên Sûdanê hişyarî da ku zêdetirî 160 hezar jinên ducanî yên ku ji eyaletên Gezîra û Sennar koçî eyaletên Gedaref û Port Sûdanê kirine, bi birçîbûn, tîbûn û xizmetên tenduristiyê yên kêm re rû bi rû ne û destnîşan kir ku jinên ducanî bi xetereyên cidî re rû bi rû ne.