Li Şehbayê ji bo jinan perwerdeya tendirûstiyê

Komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba perwerdeyek tendirustî ji bi jinan vekir. Jinên ku beşdarî perwerdeyê dibin dibêjin:

HESNA MIHEMED

Şehba – Komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba li kantona Şehbayê ji bo jinan dewreyek perwerdê vekir. Di vê perwerdeyê de nêzî 77 jin li hev dicivin û waneyên xwe bi hevdu re dibînin.

Ev perwerde wê li ser asta navçe û gundewarên Şehbayê bê dayîn, niha li gundê Til Qireh a navçeya Ehrezê yê Şehbayê ji 27'ê Tîrmehê ve tê dayîn û wê 20 rojan bidome. Di vê perwerdeyê de waneyên wek alîkariyên destpêkê, lêdanên dil, şikestin, şewtandin, lêdana derziyan û hwd tên dayîn.

Endama komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba Guneyî Mustafa û jinên ku beşdarî perwerdeyê dibin bi ajansa me re behsa girîngiya vê perwerdeyê di pêvajoya şer û dorpêçê de kirin.

'Waneyên pratîk û teorî yên tendirustî tên dayîn'

Endama komîteya Tendirustî ya Kongra Star Efrîn-Şehba Guneyî Mustafa behsa armanca xwe ji vekirina vê perwerdeyê re û girîngiya waneyên ku tên dayîn kir û wiha pê da çû: "Me xwest ev perwerdeyê vebikin ya ku karibin li kêlek civaka xwe bisekinin û bibin deriya fêrbûna wan. Di nava dorpêçkirin û buhabûna derman de me perwerdeyek bi vê rengê vekir ta ku em girîngiya dermanên xwezayî û sûdê wê ji civakê re şirove bikin, her wiha alîkariyên destpêkê yên ku ji kesên nexweş re pêwîst dike zelal û eşkere bikin. Em di qadek rojane di nava êrîş û dorpêçê re derbas dibin lewra me pêwîstî bi vekirina perwerdeyên tendirustî di nava gel de dît. Eger kesek birîndar bû karbin wê/î tedewî bikin û alîkariyê pêwîst jê re pêşkêş bikin. Divê însan him bijîşka xwe û zarokên xwe bin. Em waneyên pratîk û teorîk didin û tê de gelek tiştên bi sûd wek lêxistina derzî, taliqandina serum, şikestin, dermankirina rijandina xwînê, şewtandin. Dı perwerdeyê de encamên baş jî tên girtin."

'Em zanebûna xwe bi rêya vê perwerdeyê pêş dixînin'

Henîfa Îso ku 30 salî ye û derbasî vê perwerdeyê bûye girîngiya dayîna vê perwerdeyê anî ziman û got: "Em derbasî vê perwerdeyê bûne û tê de gelek tiştên sûd di warê tendirustî de digirin ku di demên pêş de di malbeta xwe de diakrin bi kar bînin û bibin bersiv ji nexweşiyan re. Di heman demê de em fêrî biakranîna alîkariyê destpêkê jî dibin ji bo ku kesê nexweş bi lez derman bikin heya ku em dighînin navendên tendirustî. Em di pêvajoya şer de dijîn û dagirkerî rojane êrîşî sivîlan dike. Ev perwerde jî wê ji me re bibe destek ku xwe di şer de biparêzin. Di heman demê de em zanebûna xwe di warê zanistî û tendirustî jî bi rêya vê perwerdeyê pêş dixînin. Ev derfetek e ji me re ku di malê xwe de bibin bijîşkên zarokên xwe û wan baş tedewî bikin."

'Em agahiyên bi sûd werdigirin'

Eye Salih jî wiha kêfxweşiya ji vê perwerdeyê re bi lêv dike û dibêje: "Bi vekirina perwerdeyek bi vê rengê em gelek kêfxweş in û ev jî derfeteke ji me re ku xwe pêş bixînin û zane bikin. Em xwe li gor şer amade dikin û di warê tendirustî de parastina xwe dikin. Em gelek sûd ji agahiyên di perwerdeyê de tên dayîn digirin û em dikarin di pêşeroja xwe de jî bikar bînin."