Jinên Kassarîn tedawiya bi nebatên xwezayî tercîh dikin

Silava Gadbanî li Tûnisê nabatan kom dike û ronê wan di qadên tendirûstiyê de bikartîne. Bi nebatên şifa di tedawiyan de bikartîne. Diyarkir ku ji ber bandora neyînî ya dermanên kîmyasal eleqeyek mezin nişanî tiba alternatîf daye.

ÎHLAS HAMROUNÎ

Tûnis- Li Tûnisê çiyayê Cebel-î Şamb ku çiyayê herî bilin de, bajar Kassarîn ku li quntarên çiya ye, jin bi nebatên ku li çiya kom dikin, di bazarên vekirî de di firoşin. Nebatên xwezayî ku di tedawiyên gelek nexweşiyan de tên bikaranîn, di heman demê de tamek xweş dide xwarinan. Nebatên ku di çêkirina parfum û berhemên kozmetîk de tên bikaranîn, bi dimenên xwe rengek xweş dide.

Li Kassarîn Silava Gasbanî navenda tiba xwezayî û parfum vekiriye, diyarkir ku herêm bi nebatên xwe yên cûda tê nasîn ji ber vê navend li Kassarîn vekiriye û da zanîn ku li navenda xwe nebatên bi şifa ku di dermanên xwezayî tê bikarnîn kom dike. Silava Gadbanî bi taybet ji bo divê qadê de agahiyên xwe kur bike çûye Cezayîr, Mexrîb û Misrê û perwerde ditiye û belge girtiye.

Perwerde dide

Silava Gadbanî derbarê perwerdeya ku ditiye û xebatên xwe de wiha got: “Di cihana Ereban de damlakirina xwezayî, di qada ron derxistinê de ji bizîjkên ku xwedî nav û deng, min perwerdeya bi nebatên bi şifa û xwezayî tedawî, tedawiya hacamat, tedawiya bi derzî dît. Di heman demê de bi têkeliya xwezayî ez fêrî sabonê bûn. Niha ez li Tûnis û Cezaiyirê di van mijaran de perwerde didim.”

Silava Gadbanî da zanîn ku hewl dide berhemên ku amadekiriye li welatên weke Tûnis, Misir û Cezayîr bide nasîn û anî ziman ku li dijî her zehmetiyên ku hatiye beramber têkoşîn kiriye û gihaye cihê ku xeyal dikir. 

‘Ji bo tendirûstiya jinan em nesîhetan didin’

Silava Gadbanî îşret bir rola navenda xwe di tedawiya jinên herêmê de kir û got: “Ji bo tendirûstiya jinan em nesîhetan didin. Em derbarê sabun, maskeyên ji bo cild, li gora cûrê ron û por ji bo tendirûstiyê em nesîhetan didin. Bi rûn û kreman em pêkanînên cûda dikin. Di heman demê de di nava navendê de bêhna xweş ku belav dibe di aramkirin û tadawiya her kesê de dibe alîkar.” 

Silava Gadbanî anî ziman ku li navendê tedawiya weşîna por, kêmaniya hesin û nexweşiyên din pêktînin. Bi taybet piştî şewba korona ji bo gelek nexweşiyên belav bûye bi nebatên xwezayî mudaxele kirine.

‘Eleqeya ji bo tiba alternatif zêdeye’

Silava Gadbanî destnîşan kir ku navend ji bo jinên ji beşên çolwar ji bo şewitînên rojê tedawî pêktînin û got: “Jinên ku saetên zêde dibin tavê de di xebitin û porê wan di şewitin ji bo tedawîkirina wê serî li me didin . Her jin serî li tedawiya xwezayî didin. Dema bi awayê rast were bikaranîn, li gora nesîhetên me dane tevbigerin wê tu ziyanekê nede. Dermanên kîmyayawî nexweşiyan tedawî dike, lê belê ji ber bandorên wê yên nerênî ziyanên cûda dide bedenê mirovan. Eleqeya ji bo tiba alternatif zêde bûye.”