Bi projeya ‘Em diguherin hêviyê ava dikin’ di warê tendirustiyê de şiyarî çêdibe

Jin û mêrên ciwan ên Tûnisê bi projeya bi navê “Em diguherin, hêviyê ava dikin” di warê tendirustiya zayîn û zayendî de zana dibin. Jin balê dikşînin ku girîng e mijar di raya giştî de were nîqaşkirin.

ÎXLAS HAMRUNÎ

Tûnis- Mijara zayîn û tendirustiya zayendî, di gelek civakan de hê jî weke tabû tê dîtin û li ser nayê axaftin. Yek ji wan welatan jî Tûnis e. Li herêmên bejahî yên welat jî jin  ji ber fikara ku pirsgirêkên tendirustiyê yên dijîn ‘şerm’ werin dîtin vedişêrin.

Li bajarê Sîdî Bouzid, projeya bi navê “Em diguherin, hêviyê ava dikin” ku komek jinan  dane dest pê kirin, jin di warê zayîn û tendirustiya zayendî de zana dibin û armanc ew e  ku di vê mijarê de şiyarî çêbibe.

Koordînatora projeyê Sania Amarî, got ku bi projeyê wan mijara tendirustiya zayendî û zayînê derxistine pêş û diyar kir ku hewl didin ji bo jin û mêrên ciwan mercên guncaw çêbikin da ku li ser mijarê serwext bin.

Axaftina li ser mijarên ku nedihatin axaftin hêviyê dide

Sania Amarî, got ku axaftina li ser van mijarên ku di nava civakê de nedihatin axaftin, hêviyê daye ciwanan û wiha got: “Lêkolînkirina mijarên wiha, bi taybetî jî ji ber ku yek ji mijarên ku tê îhmalkirin e, ji bo jinan bûye hêvî. Divê li ser van mijaran were axaftin. Divê jin li gorî ku mafên xwe bizanibin û xwe nas bikin werin perwerdekirin. Projeya me ya ku di meha Nîsanê de dest pê kir dê heta Nîsana 2025’an bidome. Proje ji aliyê Komeleya Çalakiya Teatral ve hat lidarxistin û bi hevkariya Mala Çandê ya li Jalmayê û Kompleksa Pêşxistina Çandinî ya Jinan a li Sûk-El hat organîzekirin.”

‘Armanca me ew em li ser mijarên ku nîqaşa wan zor e rawestin’

Sania Amarî, bal kişand ser girîngiya projeyê û wiha got: “Armanca me ew e em li ser mijarên ku di raya giştî û ya taybet de nayên nîqaşkirin biaxivin. Em dibînin ku agahdariya di mijarên wiha de çendî girîng e û li ser jinan bandorên erênî çêdike. Em jinan di warê pêşketina tendirustiya zayînê de agahdar dikin û di warê mafên wan ên zayendî de zanabûna wan bi pêş dixin. Jinên xwenda di van mijaran de ji jinên li herêmên navîn dijîn zanatir in. Ji ber vê yekê bi hevkariya bernameyên zanakirinê, ji bo di warê tendirustiya zayendî û zayînê de xwedî agahî bin divê bi saziyên civakî, komele û saziyên dewletê re xebat werin meşandin.”

Huner jî di van xebatan de rê nîşan dide

Naima Al-Sahîmî ya ku beşdarî projeya li Sidî Bouzidê bûye jî wiha got: "Min li lîstikeke şanoyê ya ku armanc ew bû ciwanan di warê mafên wan ên tendirustiya zayendî û zayînê de agahdar bike temaşe kir. Di vê lîstikê de hinek agahî û encamên ku ji ber derkevin hatin pêşkêşkirin. Bernameya ku ez tevli bûm bi panelek bi nûnera Ofîsa Pêşketina Bajariyî Mirovî û Malbata Neteweyî re hat nîqaşkirin bi dawî bû. Ez difikirim ku bi taybetî mijarên zayîna bi tendirust û tendirustiya zayendî girîng in. Ji ber nezanîna di vê mijarê de gelek jin jiyana xwe ji dest didin. Bi taybetî ji ber berpirsyariyên di jiyana zewacê de, berpirsyariya jinan a di warê zayendî û zayîna zarokan, ji ber civaka muhafezekar mirov dibîne ku nezanîn heye.” 

‘Divê li ser van mijaran were axaftin’

Naima Al-Sahîmî got ku zarokên keç û jinên ciwan ên li herêmên bejahî dijîn şermok in û wiha bi dawî kir: “Divê zarokên keç, bi taybetî yên di temenê gihîştinê de ne, bi xebatan werin zanakirin. Axaftina li ser mijarên bi vî rengî girîng e. Dixwazî saziyên civaka sivîl, dixwazî jî yên dewletê divê di raya giştî de werin nîqaşkirin. Ji ber ku dema ev mijar neyê nîqaşkirin, ji bo jinên li herêmên gundewar dijîn û ji gelek tiştan bê agahî ne bi xwe re xeterê tîne. Nezanîna di vê mijarê de jinên ciwan bêparastin dihêle û ev yek jî pêşî li ber pirsgirêkên derûnî vedike. Ji bo ku rewşa wan were başkirin, mafên wan werin parastin û ji nexweşiyên ku li Tûnisê belav in biparêzin, li herêmên navîn, ji bo zarokên keç û jinan kampanyayên şiyarî û zanebûnê tên lidarxistin.”