Li Idlibê nebûna xizmetên tenduristiyê rewşên bi xeter bi xwe re tîne

Di nava kampên Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û HTŞ de ye ji ber tunebûna xizmetên tenduristiyê, paqijî û kanalîzasyonên vekirî jin bi xeteriyên tendirûstiyê ve rûbirû ne.

HEDÎL EL OMER

Idlib – Li kampên Idlibê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tehrîr El Şam de ye nebûna xizmetên tendirûstiyê rewşên xeter bi xwe re tîne. Jinên ducanî li kampan bi gelek zor û zehmetiyên tenduristî re rûbirû ne. Ji ber gelek nexweşiyên ducaniyê û nexweşiyên weke şewbê di nav şêniyên li kampan de belav dibin.

Ji ber ku dereng gihîşt navendên tendirustiyê 3 caran kurtaj bû

Fadiya El Hemdan a 36 salî sê caran ji ber mercên xirab kurtaj bûye. Ji ber ku nikaribû xwe bigihîjîne navendên tenduristiyê, ev rewş dubare bûye. Fadiye El Hemdan li ser rewşa xwe wiha got: "Ev cara sêyem e ez kurtaj dibim bêyî ku sedemê bizanibim. Bijîşka min sedema vê yekê bi negihîştandina navendên tendirustiyê ve girê dide."

Fadiya El Hemdan li kampên Bakurê bajarokê Kefer Deryan dijî. Li van kampan xizmetên tenduristiyê gelekî kêm in û zehmetiyên dermankirinê hene ji ber navendên tenduristiyê li herêmê tune ne. Ev yek jî ji jinan re, bi taybetî ji jinên ducanî re astengiyê derdixe.

Fadiya El Hemdan li ser wê yekê dibêje: "Ji nişkave pişta min êşiya. Ez nikaribûm berê xwe bidim nexweşxaneyan ji ber gelekî dûrî kampê ne û wesayîd jî tunebû min bigihîjînin klînîkên jinan. Ji ber ku ez dereng gihîştim nexweşxaneyê pitika 5 mehî ya di malzarokê de mir. Her wiha ez ne tenê ji ber tunebûna baldariya tenduristiyê zehmetiyê dikşînim, ji ber tunebûna rehetî xwarin û dermanan her wiha xeterên berdewam ên ji ber jiyana di kampan de jî gelek zehmetiyan dikşînim."

Jiyana di kampan de rewşa jinên ducanî xirab dike

Ruba El Hac Yûnis 31 salî ye li kampên Meşhed Rûhîn li Bakurê Idlibê di tecrubeyên ducaniyê û jidayîkbûnê re derbas bûye dibêje: "Ev dema herî zehmet û tevlihev di jiyana min de ye. Ji ber xeteriyên ducaniyê û jidayikbûnê zêde dibin, ji ber sedema tunebûna xizmetên paqijiya pêwîst ji bo parastina pitikên nûbûyî her wiha zehmetiyên bikaranîna serşokên hevbeş û tunebûna rehetî û jiyana taybet."

Ruba El Yûnis zarokek aniye dunyayê piştî dermankirineke gelekî zehmet a ji kampê ber bi navendên dermankirinê yên taybet ve. Ruba got: "Ez di rewşeke tenduristî bi navê "bekteriya ducaniyê" re derbas dibûm ji ber wê pêwîstiya min bi şopandin û dermankirina berdewam hebû. Xizmetên jidayikbûnê li kampê peyda nedibûn û dermanên buha jî tune bûn."

Ji ber dûrbûna bijîşk tenduristiya xwe paşguh dike

Sulav El Kermo ya 29 salî nexweşiya dexta ducaniyê pê re heye û pêwîstiya wê bi şopandineke berdewam ji bo dermankirinê heye. Niha di meha 6’an a ducaniya xwe de ye. Di heman demê de gelek zehmetiyan di gihandina xizmetên tenduristiyê de dikşîne.

Divê Sulav El Kermo ji du hefteyan carekê biçe cem bijîşka xwe ji bo rewşa zaroka xwe û dexta xwe bizanibe. Dûrbûna herêma ku xizmetên tenduristiyê lê ne jî ku dikeve kêlekên bajarokê Babseqa dihêle ku serdanên xwe yên bijîşkan heta demên dirêj taloq bike. Ev jî di demên dawî de bandoreke neyînî li ducaniya wê dike.

Divê aliyên têkildar li kampan derfetên xizmetên tendirustiyê ava bikin

Bijîşka jinan Ayîşe El Bekûr jî li ser mijarê got: "Bidestxistina xwarinê û vîtamînên pêwîst û şopandina ducaniyê her wiha bidestxistina dermankirina lezgîn derzî û hişyariya tenduristî parastina dayikên ducanî ji gelek nexweşiyan dike."

Ayîşe El Bekûr, ji ber tunebûna xizmetên tenduristiyê yên heyî û zexta ji ber pirbûna hejmara şêniyan hişyarî da di heman demê de behsa kêmbûna hejmara kesên pispor kir û diyar kir ku ev yek hemû dibin sedema zirarên ku digihîjin jinên ducanî.

Di dawiyê de bang li aliyên pêwendîdar kir ku klînîkên taybet ji bo tenduristiya ducaniyê li kampên belavbûyî û dûr vekin ji ber xizmetên sereke li wan deveran peyda nabin bi taybetî xizmetên tenduristiyê.