rojane
-
Girseya ku gihîşt Bendava Tişrînê banga rawestandina êrîşan kir
Welatiyên ku gihiştin bendava Tişrînê bang li Koalîsyona Navneteweyî kirin ku berpirsyariya xwe bi cih bîne û êrîşan rawestîne.
-
TJK-E bertek nişanî êrîşên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê da
Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a ên li dijî gelê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrîşa li ser Bendava Tişrînê bi rê ketin da û got: Ev êrîş bi taybet li dijî destkeftiyên şoreşa jinê ye.”
-
Li Şengalê hersê jinên tekoşer hatin bibîranîn
TAJÊ Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Navenda Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê ji aliyê îstîxbarata dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bibîranî.
-
Dadgeha Îranê cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî erê kir
Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê ya ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kir. Parêzerê Pexlan Ezîzî diyarkir ku belgeyên pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hat redkirin.
-
Gel guh neda êrişan: Bi coş gihiştin Bendava Tişrînê
Bi hezaran kesên ku ji bo xwedî derketina li ax, av û şervanên QSD û YPJ xwe ber bi Tişrînê ve birê ketin, ruxmê êrişên dewleta Tirk û birîndariyên çêbûn jî bi coşekê mezin gihiştin bendavê.
-
Dewleta Tirk êrişî gel kir: Birîndar hene
Dewleta Tirk êrişî girseya ku berê xwe da Bendava Tişrînê kir. Li gor agahiyan birîndar hene.
-
Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala hat berdan
Rojnamevana Îtalî Cecilia Sala ya di 19’ê Kanûna 2024’an de ji aliyê Îranê ve hatibû girtin, hat berdan.
-
Bi hezaran kes ber bi Bendava Tişrînê ve diçin
Bi hezaran kesên ji Tebqa, Reqa û Kantona Cizîrê bi rê ketin, ji bo protestokirina êrişên dewleta tirk û çeteyên wî ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ketin.
-
Ji bo rojnamegeran hashtaga ‘#OpenHaburBorderGate’ hat destpêkirin
MKG û DFG ji bo cenazeyên rojnamegerên hatin qetilkirin bigrin, ji bo desteka bi malbat û heyata li ser Deriyê Sînor ê Xabûr tên rawestandin re bi etîketa “#OpenHaburBorderGate” li ser medyaya dijîtal kampanya da destpê kirin.
-
Çalakgera jin: Li Sûdanê zêdetirî 550 jin rastî destdirêjiyê hatin
Berpirsa Saziya Têkoşîna Li Hember Tundiya Li Ser Jin û Zarokan û çalakger Salima Ishaq Mohamed Al-Khalifa da zanîn ku li Sûdanê ji destpêka pevçûnan heta niha ji 550'yî zêdetir jin rastî destdirêjiya Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) hatine.
-
Cenazeyên rojnamegeran bi awayekî keyfî radestî malbatên wan nayên kirin
Heyeta ku dê cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan bigire 2 roj in li Deriyê Sînor ê Xabûrê li bendê ye. Heyetê got: “Me got ger zêdetir bi israr bin, em ê çalakiya rûniştinê li dar bixin."
-
Girtiyên jin li dijî lêgerîna tazî derneketin hevdîtinê
Girtiyên jin ên li Girtîgeha Bakirkoyê li dijî lêgerîna tazî û rakirina pêlavan derneketin hevdîtinê.
-
TJA: Em zimanê nefretê yê li dijî birêz Ocalan qebûl nakin
TJA’yê, nêzîkatiyên hinek saziyên çapemeniyê li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne kir û da zanîn ku divê li dijî zimanê nefretê, gotinên aştî, azadî û wekheviyê werin bihêzkirin.
-
Li wargehên Xezayê 13 kesên ku 7 jê zarok bûn hatin qetilkirin
Di êrîşên Îsraîlê yên li ser başûrê Zîvala Xezayê de, herî kêm 13 kesên ku 7 ji wan zarok bûn jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.
-
Li Kobanê kêliyên ji seferberiyê: Vîna me ji pola ye
Jinên kantona Kobanê ji bo seferberiya ku ji hêla Rêveberiya Xweser ve hatiye ragihandin karûbarên xwe dimeşînin. Jinên Kobanê yên bi amadekirina xwarinan piştgiriyê didin şervanan dibêjin: “Kes nikare vîn û îradeya me bişkîne.”
-
‘Dewleta tirk senaryoya fermana Şengalê li Efrîn û Şehbayê dubare dike’
Hevseroka Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Cîhan Celo û Berdevka TAJÊ Rîham Heco bal kişandin ser kiryarên dewleta Tirk ên li Şehba û Efrînê û gotin: “Dewleta tirk senaryoya fermana Şengalê li Efrîn û Şehbayê dubare dike.”
-
Ji Laxmana ku serî ne tewand: Azadî mafê me ye, em ê têbikoşin
Parêzgeha Laxman a Efganistanê tevî hemû zoriyên rêveberiya Talîbanê, şahidiyê ji têkoşîna jinên bi cesaret ên ji bo mafê xwe yê perwerdê û azadiyê têdikoşin dike. Mamoste Marzieh Tarik dibêje: “Azadî mafê me ye, em ê têbikoşin.”
-
‘Îsraîlê ji hilweşîna sîstema tendirustî ya li Xezayê berpisiyar e’
Çalakvan Lîna Şeref bal kişand êrişên Îsraîlê yê li ser Xezayê û got: “Îsraîl ji hilweşanîna sîstema tendirustiyê ya Zîvala Xezayê berpisiyar e. Li ser sivîlên bêparastin di nava bêdengiyek navnetewî de her roj sînor tên danîn.”
-
‘Em ê her dem dengê bi hêvî yê jinên Başûr ragihînin’
Rojnamegerên ku di televîzyona Ronahî de dixebitin, biryara girtina saziyên Kurd li Herêma Federal a Kurdistanê rexne kirin û gotin: “Em ê tu carî dest ji lêgerîna heqîqetê û ragihandina deng û gotinên bi hêvî yên jinên Başûr bernedin.”
-
Berdevka TJK-E Ayten Kaplan: Sakîne Cansiz sembola azadiyê ye
Berdevka TJK-E Ayten Kaplan diyar kir ku mîrateya Sakîne Cansiz ji Tevgera Jinan a Kurd re hiştiye dê bi serkeftinê tacîdar bikin û got: “Sakîne Cansiz sembola azadiyê ye.”