‘Xeza bi Rengan Vedibêje’: Li Xezayê pêşengeha hunerî ya jin û zarokan
Di pêşangeha "Xeza bi Rengan Vedibêje" de, hunermendên jin û zarokên Xezayî bi rêya wêne û maketan çîrokên şer, koçberî û hêviyê nîşan dan û huner veguherandin qada piştgiriya derûnî. Tevî hemû astengiyan jî peyamên jiyanê gihandin cîhanê.
REFÎF ISLÎM
Xeza - Zanîngeha Dar El-Kelîme îro pêşengeheke hunerên dîtbarî ku wêneyên hunermendên jin û zarokên ji Zîvala Xezayê tîne cem hev, li dar xist. Armanca pêşengehê ew e ku zarok bi rêya hunerê fêrî îfadekirina hestên xwe bibin û tecrûbeyên xwe parve bikin. Pêşengeha bi navê “Xeza bi Rengan Vedibêje”, bi rêya wêne û maketên ku gelek mijarên mîna mal, koçberiya bi darê zorê, girtî û zehmetiyên ku jin pê re rûbirû dimînin vedibêje, hate lidarxistin.
‘Bajarekî rengîn veguheriye kavil û xweliyê’
Yek ji koordînatorên pêşengehê Semah El-Qîşewî diyar kir ku piştî êrîşên sê salan ên li ser Xezayê, bajar ji bajarekî rengîn veguheriye kavil û xweliyê. Semah El-Qîşewî destnîşan kir ku di gelek xebatan de mijara hêviyê hildigirin, pêşerojeke hîn baştir û qadên kesk tên xeyalkirin. Di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku kêmbûna malzemeyan, bihayên bilind û pirsgirêkên veguhastinê zehmetiyên mezin çêkirine û hinek hunermend tevî ku berhemên xwe şandine jî, nekarîne bi xwe beşdarî pêşangehê bibin. Her wiha da zanîn ku pêşengeh ji bo hunermend û zarokan derfeteke mezin e ku xeyal û bîranînên xwe yên beriya şer ji cîhanê re vebêjin.
‘Pêşangeh bû çavkaniya hêviyê’
Hunermend Rama Ebû Safiye jî diyar kir ku pêşengeh hem ji bo wê û hem jî ji bo beşdaran ‘çavkaniya hêviyê ye’ û mêvanan jî derfet dîtine ku bi huner û rengan re wext derbas bikin. Rama Ebû Safiye da zanîn ku wê di tabloyên xwe de mijara ‘bendemayîn û hêviyê’ bikar aniye, peyama ‘ger xwestek hebe wê xeyal pêk werin’ daye û di berhemên xwe de mîrata çandî jî dîtbarî kiriye.
Hunermend Nûr Matar a ku beşdarî pêşengehê bû, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku piraniya berhemên di pêşengehê de bi karanîna malzemeyên ji jîngehê hatine çêkirin û ev yek hunereke dostê jîngehê afirandiye. Nûr Matar destnîşan kir ku berheman rewşa Xezayê ya berî û piştî şer bi rengên zindî nîşan dide.
Nûr Matar got ku maketên xaniyên wêrankirî û yên nêzî hev, tevî xuyabûna xwe ya gewr jî ji bo Filistîniyan jiyaneke hêj baştir sembolîze dikin. Nûr Matar da zanîn ku ev berhemên ku ji karton û hevîrê kaxezê hatine çêkirin, malên ku zarok xeyal dikin, qadên lîstikê yên kesk û hêmanên jiyana rojane temsîl dikin û got: “Her wiha berhemên ji hevîrê seramîk hatine çêkirin ji ber nebûna materyalan û lêçûna bilind a xizmetên bingehîn ên mîna elektrîkê bi zehmetî hatine çêkirin. Lê huner wekî amûreke îfadekirin û rihetiya derûnî berdewam dike.”
‘Şer, birçîbûn û koçberiyê xebatên me dijwar kirin’
Hunermend Rûba El-Seknî di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku bi 11 tabloyan beşdarî pêşengehê bûye lê tenê yek tabloyeke wê hatiye pêşandan. Rûba El-Seknî diyar kir ku şer, birçîbûn û koçberiyê karê wê dijwar kiriye, lê dîsa jî wê xêzkirina wêneyan domandiye. Berhemên Rûba El-Seknî bi piranî behsa Filistînê û zehmetiyên ku jin pê re rûbirû dimînin dikin.
Cîhad Cerbua jî diyar kir ku ew mîna mamoste beşdarî pêşengehê bûye û ezmûnên xwe bi zarokan re parve kirine. Cîhad Cerbua da zanîn ku ji ber nebûna kil (herriyê), berhem bi karanîna malzemeyên xwezayî hatine afirandin û her çend encam ne tam wekî ku dihat hêvîkirin bûn jî, ew ji berhemên xwe û eleqeya heyî pir kêfxweş e.