rojane
-

Li peravê Gîrneyê keştiya rêwiyan binav bû
Keştiya ku nêzî 270 rêwî tê de bûn, vê sibê ji Peravên Gîrneyê ya li Bakurê Kibrisê veqetiya û li peravê Kibrisê binav bû. Xebatên lêgerînê didomin, rayedaran hîn têkildarî mirî û rizgarkiriyan ti daxuyaniyek nedane.
-

Banga Kobanê: Divê pergala me ya perwerdê bi temamî bi zimanê me yê dayîkê be
Li bajarê Kobanê bi dehan xwendekar, malbat û mamoste kom bûn nerazîbûna xwe bi gotinên “Em bawer dikin ku Sûriyeya ku lê Kurdi, Erebî, Suryanî û zimanên din bi azadî bijîn û hebûna xwe bidomînin; dê demokratîktir, dadmendtir û bihêztir be” nîşan dan.
-

Necme Sadat Bunyan li Dezfûlê hat binçavkirin
Welatiya bi navê Necme Sadat Bunyan ku weke werzişvarekî binavbûnê tê naskirin, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. Li gorî agahiyan, ew bi tawanbariya “Bêrûmetî li nirxên pîroz kirin” hatiye girtin û bo girtîgeha Sîpidar a Ehwazê hatiye birin.
-

Hejmara Filistîniyên li Xeza mirine gihişt 73 hezar û 454’an
Daneyên dawî yên Wezareta Tenduristiyê zêdebûna nû ya di hejmara mirî û birîndaran de radixe ber çavan. Li gor agahiyên dawî, hejmara Filistîniyên li Xeza mirine gihişt 73 hezar û 454’an.
-

Li Sûdanê 8 milyon zarok ji perwerdê bê par in
Di nav hişyariyên bandorên demdirêj zêdeyî 8 milyon zarok li Sûdanê ji dibistanê bêpar in.
-

Li Kirmaşanê 3’yemîn pêşbirka Xwendina Helbesta Kurdî hat lidarxistin
Sêyemîn pêşbirka Xwendina Helbesta Kurdî ji bo Zarokan, li Kirmaşanê bi beşdarên ji çar parêzgehan hat lidarxistin û serkeftiyên komên temenî yên cûda hatin nasandin.
-

Li Îranê xwendekar û aktivîst rastî ceza û darvekirinên giran tên – Hate nû kirin
Rejîma Îranê bi hincetên cûda zextên xwe yên li ser xwendekar û aktivîstan didomîne. Di vê çarçoveyê de xwendekara 23 salî Necmeh Emînî bi zêdetirî 12 sal cezayê girtîgehê hat mehkûmkirin. Her wiha dadgehê gazî 5 aktivîstên Azerbeycanî kir.
-

Kovara Jin: Rûbirûbûna bi rabirdûyê re û hêviyên ji bo pêşerojê
Hejmara 183’yemîn a Kovara Jin bi sernavê 'Rûbirûbûna bi Rabirdûyê re û Hêviyên ji bo Pêşerojê' hate weşandin.
-

Emel Celal: Divê em ji bo pêvajoya siyasî gavên girîngtir bavêjin
Berpirsa Lijneya Rêxistina Yekîtiya Niştîmana Kurdistanê Emel Celal got: “Qonaxek şerê çekdarî û beşdariya jinan a li pêvajoya çekdarî heye. Pêwîst e em vê pirsgirêkê derbas bikin û ji bo pêvajoya siyasî gavên girîngtir bavêjin.”
-

Kongra Star: Zimanê Kurdî ne mijara muzakereyê ye
Kongra Star têkildarî nîqaşên li ser statûya zimanê Kurdî li Sûriyeyê diyar kir ku ew sînorkirina perwerdehiya bi Kurdî ya di nava mûfredatê de qebûl nakin û got ku “Zimanê dayîkê mafekî bingehîn e û ne mijara muzakereyê ye.”
-

‘Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê mîsogerkirin’
Însiyatîfa Gel a bajarê Qamişloyê ya Rojavayê Kurdistanê, li dijî biryara hikûmeta demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyek da û anî ziman: “Em dixwazin mafê perwerdeya bi zimanê Kurdî bê mîsogerkirin.”
-

Kolbernews: Parêzer Raziye Haşimî hat binçavkirin
Parêzer Raziye Haşimî ku bi xwe ji xelkê Abdananeyê ye, ji aliyê hêzên hikûmetê ve hat binçavkirin û birin cihekî nediyar. Tevî ku çend roj derbas bûne jî, aqûbeta wê nayê zanîn û malbata wê nîgeran e.
-

Hişyariya NY: Rewşa penaberên Rohingya her diçe xirab dibe
Neteweyên Yekbûyî ragihand ku rewşa bi sed hezaran penaberên Rohingya ji ber tundî, kêmbûna alîkariyan û metirsiyên bazirganiya mirovan her diçe xirabtir dibe û hişyarî da ku ev yek perspektîfa vegera wan a ewle têk dibe.
-

Komîteya Jinan a Kombenda Newroz li Beyrûtê bi perwerdeya Jineolojî dest pê kir
Komîteya Jinan a Kombenda Newroz a Çand û Civakî li Beyrûta Lubnanê, bi armanca ronîkirina têgehên sosyolojîk û pirsgirêkên jinan bernameyeke nû da destpêkirin û panela xwe ya ewil li ser zanista Jineolojiyê li dar xist.
-

SOHR: Di sala 2026’an de Li Sûriyeyê 372 kes hatin kuştin
Di sala 2026’an de li Sûriyeyê 241 bûyerên kuştinê hatin tomarkirin û di encamê de 50 jin û 29 zarok jî di nav de 372 kes mirin. SOHR diyar kir ku bûyer herî zêde li Heleb, Gundewarên Şamê û Dêrazorê pêk hatine.
-

Li Îranşehrê 3 jinên Belûc hatin binçavkirin
Hêzên ewlehiyê li navçeya Garîbabad a Îranşehrê bi ser malekî de girtin; di encamê de 3 jinên Belûc li ber çavên zarokên xwe rastî tundiyê hatin, hatin binçavkirin û birin cihekî nediyar.
-

Li Qada Galatasarayê banga edaletê: Bila aqûbeta windayên me bê eşkerekirin
Dayîk û Mirovên Şemiyê di hefteya 1118’emîn de li Qada Galatasarayê li dar xistin û bi boneya 30’ê Tebaxê Roja Navneteweyî ya Windakirinên Bi Zorê daxuyanî dan, wan bal kişand ser polîtîkayên înkar û bêcezatiyê.
-

Mamosteyên Kobanê: Sînorkirina Kurdî bi çend saetan nayê qebûlkirin
Desteya Perwerdê ya Kobanê li dijî biryara hikûmeta demkî got, “Sînorkirina zimanê Kurdî bi çend saetan ve nayê qebûlkirin. Em mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê dixwazin.”
-

Encamên anketa 600 jinan li Qamişloyê: Divê ji mekanîzmayên parastinê tawîz neyê dayîn
Lêkolîna li Qamişloyê destnîşan dike ku beriya sala 2014’an statuya qanûnî ya jinan di nava malbat û civakê de bi tevahî di tariyê de mabû, lê piştî vê salê bi qanûn û guhertinên civakî re zemîneke wekhev ji bo jinan hatiye avakirin.
-

Li Îranê astengkirina bîranîna komkujiya 1988'an
Rejîma Îranê di 38'emîn salvegera darvekirina komî ya girtiyên siyasî de rê neda malbat biçin ser goristana Golzar Khavaranê. Malbatan li pişt deriyê girtî yê goristanê çalakiyeke bîranînê ya bi sirûd û wêneyan pêk anîn.