Li Îranê 3 welatiyên Behayî rastî 24 sal cezayê girtîgehê hatin
Dadgeha Inqilabê ya Kermana Îranê ji bo sê welatiyên Behayî, bi giştî 24 sal cezayê girtîgehê da.
Navenda Nûçeyan – Dadgeha Inqilabê ya Kermana Îranê sê welatiyên Behayî yên bi navên Venûs Huseynînijad, Şekîla Qasimî û Edîb Şehbazpûr bi giştî bi 24 salan cezayê girtîgehê mehkûm kir.
Li gorî raporên hatine belavkirin, ev ceza di 9’ê Mijdara 2026’an de ji aliyê Şaxa 5’an a Dadgeha Inqilabê ya Kermanê ve hatine birîn û ji bo her yek ji wan 8 sal cezayê girtîgehê hatiye diyarkirin. Tiştên ku pê tên tawanbarkirin ev in: "endametiya di komê de", "civîn û hevpeymana li dijî ewlehiyê" û "geşepêdana propagandaya li dijî nîzamê".
Venûs Huseynînijad, Edîb Şehbazpûr û Şekîla Qasimî bi pywendî di 15, 21 û 2'yê Sibata 2026'an de hatibûn girtin. Piştî çend mehan bi kefaletê bi awayekî demkî hatibûn berdan.
Berê jî hatibûn cezakirin
Ev biryar di çarçoveya berdewamiya dozlêgerîna dosyaya pênc welatiyên Behayî yên li Kermanê de hatine dayîn. Berê jî Peywend Naîmî û Borna Naîmî ku du welatiyên din ên Behayî ne, di heman dosyayê de bi pêwendî bi 12 sal û 6 meh û rojek û 8 sal cezayê girtîgehê hatibûn cezakirin. Bi vî awayî giştiyê cezayên ku ji bo van 5 welatiyan hatine birîn, dighêje 44 sal û 6 meh û rojek cezayê girtîgehê.