rojane
-

‘Pirrengiya li Sûriyê nahêle ku bibe Efganistana duyem’
Endama Akademiya Jineolojî Eliya Osman derbarê metirsiyên wekî ‘Sûriye dê bibe Efganistanê’ de wiha got: “Di erdnîgariya Sûriyê de pirrengiya ol û mezheban heye. Ev jî nahêle ku Sûriyê bibe Efganistana duyem.”
-

Jinên ji ol û baweriyên cuda Sûriyeyek çawa dixwazin?
Jinên ji ol û baweriyên cuda yên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, pirsa “ew Sûriyeyek çawa dixwazin” bersivandin. Jinan Rêveberiya Xweser mînak nîşan dan û gotin bi olperestî û newetperestiyê nikare qala Sûriyeyek demokratîk bê kirin.
-

Jinên Mexmûrê: Li dijî êrişan yekîtî divê
Jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî nobedarên li Bendava Tişrînê şermezar kirin. Jinan bang li tevahî gelê Kurd kirin ku li dijî êrîşan bibin yek û bi têkoşîna xwe êrîşan têk bibin.
-

NADA: Berjewendiyên bi milyonan jinan tê paşguh kirin
NADA biryara guhertina Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê bi tundî şermezar kir û got: “Zagonên ku dikevin xizmetî berjewendiyên siyasî yên desthilata Iraqê û berjewendiyên bi milyonan jinan û rêxistinên jinan û hiqûqî paşguh dikin.”
-

Hejmara kesên di şewata Kartalkaya jiyana xwe ji dest dane bû 78
Piştî Dozgeriya Komara Bolu ragihand ku hejmara kesên di şewata li Kartalkaya jiyana xwe ji dest dane 79 kesin. Serokatiya ATK ya Wezareta Dadê diyarkir ku tesbîta hemû nasnameyan hatiye kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye weke 78’an ragihand.
-

TJA: Şoreşa Rojava xeta me ye
Li Mêrdînê bi pêşengiya TJA’yê li dijî êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek hat lidarxistin. Di meşê de peyama “Şoreşa Jinê ya Rojava ku hêviya jinên cîhanê pêk tîne, wê xeta me ye” hate dayîn.
-

Nergîs Muhamedî: Îranê dixwaze tola serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ji jinan hilîne
Girtiya siyasî ya xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nergîs Mihemedî, ragihand ku rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi jinên azadîxwaz gav şûnde bavêjin.
-

Ji Şandeya Îmralî daxuyanî
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re got: “Ev pêvajo ji bo her kesî, ji bo me hemûyan jiyana azad û bi hev re ava dike. Bi hêviya ku ev armanc pêk were.”
-

Kongra Star: Em azadiya fizîkî ya Pexşan Ezîzî dixwazin
Bi dehan jinên ku bi pêşengiya Kongra Star civiyan, bi daxuyaniyek hevpar ragihandin ku ew jî li ser şopa berxwedana Pexşan Ezîzî ne û azadiya wê ya fizîkî xwestin.
-

Li Xezayê 162 cenaze ji bin xirbeyan hatin derxistin
Hat ragihandin ku heta niha di bin xirbeyên avahiyên ku di êrişên Îsraîlê de hiweşiyane cenazeyên 162 Filistîniyan hatine derxistin.
-

Li Iraqê Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî hat avakirin
Li Iraqê komek aktivîstên ku di navbera wan de rewşenbîr, rojnameger, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî hene “Însiyatîfa ji Ocalan re Azadî” ava kirin.
-

Çalakvana mafên jinan ji aliyê hêzên Îranê ve hat binçavkirin
Çalakvana mafên jinan Suheyla Mutaî bi hinceta tevlî greva giştî bûye ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat binçavkirin.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya bihêzkirina jinan xebatên xwe didomîne
Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo xurtkirina civîn û perwerdeyên hişyariyê, bi armanca bihêzkirina jinan ji bo bidestxistina serxwebûna xwe dixebite.
-

‘Rêjeya tundiyê li Mexribê zêde dibe’
Seroka Komeleya Zehmetkêşan ji bo Wekhevî û Hemwelatîbûnê Buşra Abdo bal kişand tundiya ku li Mexribê jin pê re rû bi rû ne tekez kir ku pêdîvî bi vekirina stargehên ku parastina jinan bike, heye.
-

Jinên Yemenê li dijî newekheviyê di grevê de ne
Mamosteyên li bajarê Taiza Yemenê ev nêzî mehek e ji bo başkirina mûçeyên wan di grevê de ne û dibêjin: “Mûçeyên me ji 50 dolar derbas nabe.”
-

Hiqûqnasa Kurd: Dewleta Tirk peymanên navneteweyî binpê dike
Hevseroka Yekitiya Giştî ya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beşîra Cemal Dîn destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker zagonên navneteweyî binpê dike û li dijî gelên herêmê sûcên mezin dike.
-

Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didomînin.
-

Ronîz Mihemed a li Tişrînê birîndar bû jiyana xwe ji dest da
Jina bi navê Ronîz Mihemed Elî ya ku di encama êrişa dewleta Tirk de di 15ˋê Çile de li dijî berxwedêrên li Bendava Tişrînê birîndar bibû, îro jiyana xwe ji dest da.
-

Înfaza cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hatibû dayîn hat rawestandin
Yek ji parêzerên Pexşan Ezîzî Maziyar Tataî di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî hatiye rawestandin.
-

Şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşan meşiya
Bi hezaran şêniyên Kantona Firatê li dijî êrîşên Dewleta Tirk ên ser sîvîlên li Bendava Tişrînê daketin gadan û êrîş şermezar kirin.