rojane
-

Ji seferberiyê peyama jinan: Aqûbeta DAIŞ’ê dê li serê dewleta Tirk be
Jinên gundê Helîncê a bajarê Kobanê ku ji bo piştgiriya şervanên xwe yên di çeperên şer de xwarinê amade dikin û dişînin, dan zanîn ku ewê aqûbeta DAIŞ’ê li serê dewleta Tirk be jî.
-

7 sal 2 koçberî: Dewleta Tirk nehişt em zarokatiya xwe bijîn
Jina ciwan a ji ber êrîşên dewleta Tirk zarokatî û ciwaniya xwe di koçberiyê de derbas kiriye, got: “Ev 7 sal in em di nava koçberiyê de dijîn. Êdî em nikarin di şertên koçberiyê de bijîn. Em dixwazin vegerin Efrîna xwe.”
-

3 sal ceza li Aysel Tûglûk birîn
Di doza ku siyasetmedara Kurd Aysel Tugluk ku bi îdiaya "propanganda rêxistinê kiriye" dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.
-

Girtiyên siyasî piştgirî dan banga greva giştî
Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ragihandin ku ew piştgiriya banga greva giştî ya ku wê sibe li Rojhilatê Kurdistanê pêk were dikin û xwestin tevayî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê tevlî grevê bibin.
-

Li Tişrînê 2 welatî hat qetilkirin, 20 kes birîndar bûn
Li gor agahiyên destpêkê di êrişa dewleta Tirk li ser nobedarên Bendava Tişrînê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûn.
-

Di êrişa li Dêrezorê de zarokek jiyana xwe ji dest da
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa duh a li bajarokê Dîbanê yê li rojhilatê Dêrazorê de zarokek bi guleyên bermahiyên rejîma berê û ‘Dîfa El Wetenî’ jiyana xwe ji dest da.
-

‘Bûyîna alîgirê çareseriyê berpirsyariya me ya sereke ye’
Di daxuyaniya dawî ya Meclisa Jinan a DBP'ê de hat destnîşankirin ku divê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê misogerkirin û hat gotin: "Bûyîna alîgirê çareseriyê berpirsyariya me ya sereke ye.”
-

Ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan ji Bask û Katalonyayê serlêdan
Senator û parlamenterên Bask û Katalonyayê ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re şandin.
-

Li dijî cezayên darvekirinê banga beşdarbûna greva giştî
Xwendekarên Kurd ên zanîngehên Rojhilat û Hevpeymaniya Jinên Kurd cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî şermezar kirin û banga beşdarbûna greva giştî kirin.
-

Dewleta Tirk li Tişrînê bombe li gel barand: Birîndar hene
Dewleta Tirk a dagirker careke din bombe li gelê li Bendava Tişrînê di nobedê de ye barand.
-

Li Hindistanê failê tecawîzê cezayê muebetê girt
Cezayê muebetê li failê ku li Hindistanê di 9’ê Tebaxê de li nexweşxaneyek a dewletê de bijîşkek stajyer tecawîz kir û qetilkirî hate birîn.
-

Ji bo azadiya Abdullah Ocalan bang li Konseya Ewropayê
Akademîsyen, sendîkavan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û 69 kesayetên ku xelata Nobelê wergirtine ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kirin.
-

Pirtûka ‘Muzeyen El Seltene’ hat nasandin
Pirtûka "Muzeyen El Seltene" hewldanên jinên pêşeng ên ku di nava guhertinên civakî û siyasî de, çarenûsa xwe tînin ser ziman e û "Şukûfe" veguherandine platformeke ku ji bo îfadekirina daxwaz û xemên xwe vebêjin.
-

Li sînorê Kobanê banga ji bo AKP’ê: Riya aştiyê di Rojava re derbas dibe
Li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê, jinên li Pirsusê di çalakiya nobetê de ne. Jinan bibîr xistin ku li aliyek hevdîtinên li Îmraliyê, li aliyê din jî êrîş berdewam dikin û gotin: “Riya aştiyê di Rojava re derbas dibe.”
-

Lêkolînerê Tûnisî: Hevgirtina jinan asoyên nû ji bo wan vedike
Profesor û lêkolînerê felsefê yê Tûnisî Hizamî Mahcûb bang li jinan kir ku têkoşîna xwe xurtir bikin û nehêlin destkeftiyên jinên Sûriyê bên çewsandin.
-

Koçberên Efrînê li hêviya vegera li welatê xwe ne
Koçberên Efrînê ku ji ber êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê neçar mane koçber bin û herin Şehbayê, li hêviya vegera li welatê xwe ne.
-

Ji Kongra Star banga xwedî derketina li Pexşan Ezîzî
Berdevka rêxistina Kongra Star Rihan Loqo erêkirina cezayê dervekirinê yê li ser Pexşan Ezîzî û cezayê darvekirinê yê li girtiyên jin yên siyasî birîne nirxand û got: “Ewê bi darvekirina jinan nikaribin tekoşîna me lawaz bixin.”
-

‘Dixwazim bi hunera xwe bibim şopdara şehîd Cîhan û Nazim’
Emîna Şêx Bekir ku keçek ciwan e, bi pênûs û hastên xwe Şehîd Cîhan Bîlgin û Nazim Daştan xêz kir û got ku “Dixwazim bi hunera xwe bibim şopdara Şehîd Cîhan û Nazim.”
-

Li Kerkûkê ji aliyê jinan ve semîner hat lidarxistin
Li bajarê Kerkûkê bi beşdariya hejmarek ji rewşenbîr û çalakvanan semînerek bi navnîşana “Beşdariya jinan di warê siyasî de’ ji aliyê Çalakvana Mafên Mirovan Semîre Ehmed ve hate dayîn.
-

Gaziyên Jin: Divê tevahî jin di berxwedana rûmetê de cîhê xwe bigrin
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekîldarê êrîşên dewleta Tirk ên li ser sîvîlên ku ji bo parastina Bendava Tişrînê nobetê digrin bi daxuyaniyek şermezar kir. Di daxuyaniyê de bang li jinan hat kirin ku tevlî berxwedanê bibin.