rojane
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi biryardariyek mezin didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 558’emîn de bi dewirgirtina koma 110’emîn didome.
-

‘Bêdengiya li hemberî komkujiyan şirîkbûn e’
Rêxistina Sara û Ofîsa Parastina Zarokan ya Desteya Jin a Kantona Firatê êrişên dewleta Tirk ên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin, gotin “Bêdengiya li hemberî komkujiyan şirîkbûn e” bang li raya giştî kirin.
-

MYK’a DEM Partî civiya: Wê bi peyamên Abdullah Ocalan nexşerêyek were amadekirin
MYK’a DEM Partî wê peyamên Abdullah Ocalan ku dayî şandeya Îmralî binirxînin û nexşerêyekê amadebikin.
-

HTŞ ya cîhadîst di 3 rojan de 35 kesan qetil kir
Çavdêriya Mafên Mirovana Sûriyê ragihand ku çeteyên girêdayî rêveberiya demî ya HTŞ'ê di nava 3 rojan de 35 kes qetilkirine ku piraniya wan efserên serdema Esad bûn.
-

Dewleta Tirk li Duhokê yek jê jin û du kesan qetil kir
Dewleta Tirk bajaroka Dînarte ya ser bi Akrê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 welatiyên ku hevjînên hev in hatin qetil kirin.
-

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê Meclis ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku ji bo têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd çarçoveyeke qanûnî çêbibe divê Meclis tavilê înîsiyatîfê li xwe bigire.
-

Kongra Star êrişa dewleta Tirk şermezar kir
Kongra Star a Eyn Îsa bi daxuyaniyekê bombebarana artêşa Tirk a li ser gundê El Cemas ê Eyn Îsayê şermezar kir û bang li rêxistinên mirovî kir ku dawî li sûcên pêk tên bînin.
-

Li Rojhilat bi pileya 5,1 erd hejiya
Li bajarokê Qesrî Şîrîn ya ser bi parêzgeha Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5,1 erdhej çêbû.
-

Çalakvana Kurd ji aliyê Îranê ve hate binçavkirin
Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê ragihand ku çalakvana bi navê Perwîn Edwayî li bajarê Merîwan yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin û birine cihek nediyar.
-

Koçberên jin ên Sûdanî bê av in
Di ser destpêkirina pevçûnên navxweyî yên li Sûdanê re nêzî du sal derbas dibe, lê hîn koçberên jin li kampan di nav alozî û têkçûna rewşa tendrustiyê de, liber xwe didin.
-

'Rêveberiya Xweser gel ji qirkirinê rizgar kir'
Hevseroka Desteya Karûbarên Civakî û Kar a bajarê Kobanê Hêlîn Hacêm bi mebesta salvegera damezrandina pergala Rêveberiya Xweser a li bajêr got ku vê pergalê, gel ji qirkirinê rizgar kiriye.
-

Mîliya Mano ya ji Zirganê: Divê jin destkeftiyên şoreşa xwe biparêzin
Mîliya Mano ya ku ji gundê Dada Ebdal koçber bûye û beriya 3 salan li Zirganê bicih bûye, firoşgeheke biçûk vedike. Mîliya bang li jinên Sûriyeyê kir ku li hemberî dagirkeriyê hevgirtina xwe xurtir bikin.
-

Dewleta Tirk êrişî Eyn Îsayê kir: 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn
Dewleta Tirk gundê El Cemas ê gundewarê Eyn Îsayê topbaran kir. Di topbaranê de 2 jê zarok 3 kes birîndar bûn.
-

10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê bi şahiyek hat pîrozkirin
Şêniyên Kobanê bi şahiyek salvegera 10'emîn a Rizgarkirina Kobanê û damezrandina Rêveberiya Xweser a 11'emîn pîroz kirin.
-

TAJÊ pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyek, pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ da destpêkirin.
-

‘Divê di destûra nû ya Sûriyeyê de cihê Kurdan hebe’
Endama Encûmena Partiya Yekitiya Demokratîk PYD ya Başûrê Kurdistanê Bêrîvan Mihemed têkildarî Dîdara Başûr de wiha got: “Divê cihê me Kurdan di destura nû ya Sûriyeyê de hebe û em bibin xwedî statu.”
-

Endezyarên jin ên li Îranê bi cihêkariyê re rû bi rû tên
Endezyarên jin ên Îranî bi kêşe û zehmetiyên jiyanê re, her wiha bi feraseta mêr-dewlet re rûbirûyî dimînin. Endezyar Cêla M. dibêje: "Cudekarî û zihniyeta baviksalarî dibin sedsem ku jin di qadên teknîkî û endeziyariyê de gav paşve bavêjin."
-

Çalakvanên Tişrînê: Bi ruhê Kobanê em ê serbikevin
Nobetdarên berxwedana bendava Tişrînê bi boneya salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê li bendava Tişrînê daxuaynî dan û gotin: “Wê bi ruhê Kobanê berxwedana bendava Tişrînê jî bi serkeve."
-

Ciwan li dijî êrişên dewleta Tirk meşiyan
Ciwanên Hesekê bi dirûşmeya “Bi rihê berxwedana bendava Şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin” li dijî êrişên dewleta Tirk li ser Bendava Tişrînê meşek li darxistin û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.
-

Ji 419 partî û rêxistinan ji bo statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang
Li Amedê 419 partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk ji bo naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang kirin.