rojane
-

‘Jiyana nû ya li Kobanê hatiye avakirin dê her tim ji bo jinan hêvî be’
Meclisa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 10’emîn salvegera rizgarkirina Kobanê, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Jiyana nû ya li Kobanê hatiye avakirin, dê her tim ji bo jinan hêvî be.”
-

Akademîsyena Elewî Dr. Raşa Naser bi îşkenceyê hatiye qetilkirin
Derket holê ku Akademîsyena Elewî Dr. Raşa Naser el-Elî ku di Beşa Zimanê Erebî ya Zanîngeha Humsê ji aliyê HTŞ’ê ve bi îşkenceyê hatiye qetilkirin.
-

‘Jin li Başurê Kurdistanê hewl didin mafên xwe bidest bixin’
Çalakvana mafê jinan Seywan Rustem got: “Di sala 2024’an de jin li Rojavayê Kurdistan li dijî dagirkeriyê parastina xaka xwe û jinan kirin, bi riya berxwedanê hişmendiya paşverû ku jinan di pileya dûyem de dibîne hilweşand.”
-

NY wê têkildarî êrişên li ser Bendava Tişrînê raporek amade bike
Komîteya Lêkolînan a NY'ê diyar kir ku ew êrişên li ser Bendava Tişrînê dişopînin û dê meha pêşiya me têkildarî êrişan raporek amade bike.
-

Rêveberiya Xweser: Ruhê li Kobanê geş bû li Tişrînê dewam dike
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî salvegera 10'emîn a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da û got, "Ruhê li Kobanê geş bû li Tişrînê dewam dike."
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Dengê qehremaniyê hîn jî vedide
Bi boneya salvegera dehemîn a rizgarkirina Kobanê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyanî da û soza berxwedanê nûjenkir û got: “10 sal in hîn jî dengê qehremaniyê vedide.”
-

Hejmara 100’î ya Kovara Jin derket
Hejmara 100'î ya Kovara Jin bi sernavê "Berxwedan, Nasname û Ji nû ve zayin" derket.
-

Îlham Ehmed ji ajansa me re axivî
Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed têkildarî rewşa li Sûriyeyê diqewime, hevdîtinên bi welatên derve re û naskirina statuya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ajansa me re nirxand.
-

Berxwedana Kobanê: Dinyayê ji terora DAIŞ’ê rizgar kir
Goristana Şehîd Dîcle ya li bajarê Kobanê ye, gorên şervanên ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên bi pere şerên xwînî pêk anîne şer kirin, di nav xwe de distirîne. Lewma jî ev goristan mîna yek ji ciyên pîroz ên ku şahidiya berxwedana Kobanê dikin, tê naskirin.
-

Di şerê li Xezayê de tecrubeya wêjeyî ya nivîskarek
Nivîskar Reşa Ferhat, bal kişand ku nivîsandin, li cihê ku dagirkerî hebe, perçeyek ji têkoşîna jinan e û di heman demê de yek ji riyên berxwedanê yên gelên hatine çewisandin û bi keder in û got: “Her hevok êşa vê tecrubeyê vedibêje.”
-

Şandeya Îtalya û Fransayê serdena Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin
2 şandeyên ji Fransa û Îtalyayê serdena Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin. Şande bi fermandarên QSD û YPJˈê re hevdîtin kirin.
-

Dewleta Tirk êrîşê welatiyên li Bendava Tişrînê kir
Dewleta Tirk bi balafirê bê mirov gelê li Bendava Tişrînê bombebaran kir, di encamê de gelek welatî birîndar bûn.
-

Li El Feşîr 22 bûyerên tacawizê hatine belgekirin: Rastî ji vê yekê wêdetir e
Koma Parastina Darfurê ya li Sûdanê der barê bûyerên tecawizê yên li welat raporek weşand. Li gorî raporê; Li bajarê El-Feşîr 22 bûyerên tecawizê hatine belgekirin û zêdetirî 80 bûyerên tecawizê yên bê belge hene.
-

4 dîlgirtiyê din ên Îsraîlî hatin berdan
Pevguhertina dîlgirtiyan di navbera Hamas û Îsraîlê de berdewam dike. Hamasê 4 leşkerên jin ên Îsraîlî radestî Xaça Sor kirin
-

Xizmên windayan: Divê dewlet bi sûcên ku kiriye re rû bi rû were
Di çalakiya ku ji aliyê ÎHD'ê û xizmên windayan ve bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" hat lidarxistin, bang li dewleta Tirk hat kirin ku li dijî sûcên ku kiriye, rû bi rû were.
-

KJAR: Bi felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” dakevin qadan
Komeleya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR), destdirêjî û qetilkirina kuştina zaroka 6 salî bi tundî şermezar kir û got, “Em bang li gelê xwe dikin ku bi yek dengî, hevgirtî û bi felsefeya jin, jiyan, azadî dakevin qadan.”
-

Jinan ji bo mîsogerkirina mafên xwe li hev civiyan
Li Reqayê bi pêşengtiya Kombûna Jinan a Zenûbiya panelek bi dirûşmeya "Mîsogerkirina mafên jinan mîsogeriya Sûriyeya Demokratîk e” tê lidarxistin.
-

Dayikên Şemiyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Denîz pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1035’an a çalakiyê de li Qada Galatasarayê, aqûbeta Serdar Taniş û Ebubekir Denîz hate pirsîn.
-

REPAK: Hedefa 'Yasaya Rewşa Kesane' kolekirina jinê ye
REPAK'ê bertek nîşanî guhertina "Yasaya Rewşa Kesane" ya li Iraqê da û got: "Dewlet bi koletiya jinê xwe ji nû ve dîzayn dike û em bi rûyê siyasî yê DAIŞ'ê re rû bi rû ne."
-

Girtiya nexweş Hanîfe Arslan hat tahliyekirin
Girtiya nexweş Hanîfe Arslan a 82 salî ji Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hat berdan.