rojane
-

7’emîn salvegera êrîşên li ser bajarê Efrînê hat şermezar kirin
Kombenda Efrîn ya Civakî li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê salvegera 7’emîn salvegera êrîşên dewleta Tirk li ser bajarê Efrînê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
-

6 rojnamevan hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna li Stenbolê derbarê 6 rojnamevanên ku hatibûn binçavkirin biryara girtinê hat dayîn.
-

Ji bo Pexşan Ezîzî li Enqere çalakî
Meclisa Jinan ya Enqere ya DEM Partî, ji bo demildest cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî were bertalkirin li ber sefaretxaneya Îranê çalakî li darxist.
-

Tulay Hatîmogullari: Em nikarin qetlîama Tişrînê ya li dijî sivîlan temaşe bikin
Hevseroka Giştî ya DEM'ê Tulay Hatîmogullari di civîna "Ji bo aştiyê 1 milyon îmze" axivî û got: "Hikumet dema ku dibêje 'Ez destê aştiyê dirêj dikim', li aliyê din em nikarin weke bibin temaşevanê qetlîamê sivîlên li Tişrînê bimînin."
-

KJAR: Bibin dengê Pexşan û Werîşe
KJAR’ê bi daxuyaniyekê banga beşdarbûna greva giştî ya roja çarşemê were lidarxistin kir û got: “Her cure tundiya li beramberî Pexşan û Werîşe, li beramberî girtiyên din û di heman demê de li ser tevahiya civakê ye.”
-

Ji 12 baroyan li dijî êrişan daxuyanî
12 baroyan tekildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bendava Tişrînê daxuyanî dan û bi gotina: “Hewceye sivîl di her şert û mercan de bên parastin.” Bertek nîşanî êrişan dan.
-

3 jinên Kurd vexwendin merasîma sondxwarina Trump
Sê jinên Kurd ji bo merasîma sondxwarina Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump bibin ku biryar e îro danê êvarê were lidarxistin, hatin vexwendin.
-

Li Xezayê di rojê de 35 zarok hatin qetilkirin
Berdevkê UNICEF'ê James Elder ragihand ku ji 7'ê Cotmeha 2023'an û vir ve li Xezayê rojane nêzî 35 zarok tên qetilkirin.
-

Jin bi hevgirtinê civakek nû ava dikin
Tevî ku jinên Ereb destpêkê di aliyê nêzîkbûna jinên Kurd de bi fikar bûn jî, jinan yekîtiya xwe ava kirin û niha li Bakur û Rojhilatê Sûriye, ji bo bihêzkirin û pêkanîna wekheviya gelên li herêmê dixebitin.
-

Kombûna Jinan a Zenûbya: Li dijî kiryarên dewleta Tirk demildest têkevin tevgerê
Kombûna Jinan a Zenûbya têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî şêniyên li bendava Tişrînê daxuyanî weşand. Di daxuyaniyê de bang li saziyên navnetewî hat kirin ku li dijî kiryarên dewleta Tirk têkevin nav tevgerê.
-

Ji çalakvana parastina mafê jinan peyama Zeyneb Celaliyan
Rojnamevan û çalakvana parastina mafê jinan Şîwa Gencî ji bo Zeyneb Celaliyan peyamek weşand û got: “Zeyneb Celaliyan fêrî me kir ku di şert û mercên herî dijwar de jî berxwedan, wateya rasteqîn a hêz dide me ye.”
-

Ji bo Pexşan Ezîzî 3 hezar îmze hatin komkirin
Hate ragihandin ku bi pêşengtiya hunermend, nivîskar, helbestvan, rojnamevan, çalakvanên sivîl û siyasî, ji bo Pexşan Ezîzî 3 hezar û 400 îmze hatin komkirin.
-

Çalakvanên Sûdanê: Fikra DAIŞ û Îslama siyasî li Sûriyê û Sûdan yek e
Çalakvanên Sûdanê tekezkirin ku fikra DAIŞ û Îslama Siyasî li Sûdan û Sûriyê yek e û destnîşan kirin ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin bi pergala hevserokatiyê destkeftiyên mezin bidestxisine û divê tecrube ji têkoşîna wan bê girtin.
-

Li Mexrîbê jin ji bo xebatên dema nû ya têkoşînê amade ne
Yekîtiya Jinên Pêşverû ya Mexrîbê di dawiya sêyemîn kongreya xwe ya neteweyî de tekezî li ser pabendbûna xwe ya bi xurtkirina hevgirtina di navbera jinan de û berdewamiya xebata xwe ya ji bo bidestxistina edalet û wekheviyê kir.
-

Koçberên Efrînê: Emê bi rihê Berxwedana Serdemê tevbigerin
Koçberên Efrînî bi boneya 7. salvegera êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk, bang li civaka navnetewî kirin ku bi lez tevbigerin, Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê têk bibin.
-

Li Rojhilatê Kurdistanê dijî darvekirinê greva giştî
Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li dijî cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî, biryar dan roja Çarşemê (22 Çile) li Rojhilatê Kurdistanê greva giştî ragihînin.
-

Li Xezayê piştî agirbestê pevguhertina rehînan pêk hat
Êrîşên Îsraîlê yên di 7'ê Cotmeha 2023'an de li dijî Xezayê dabûn destpêkirin bi agirbesta ku di 19'ê Çile de hatibû bicihanîn bi dawî bû. Piştî agirbestê Hamasê 3 rehîne û Îsraîlê jî 90 rehîne berdan.
-

‘Em li pişt gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne’
Li dijî sûcên şer ên dewleta Tirk yên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê civaka Êzidî bi hêrs e. Jinên Êzidî diyar kirin ku ew heta dawiyê piştevaniya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin.
-

Ji çalakvana Efgan banga ji bo Pexşan Ezîzî
Çalakvana mafên jinan û derûnnas Yalda Ehmed a ji Efganîstanê ye, erêkirina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn şermezar kir û bang li civaka navnetewî kir ku li dijî cezayê darvekirinê rabin.
-

Efrîn 7 sal in bi ebedîbûna darên zeytûnê li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Pela dara zeytûnê, di Tofana Nûh de bi berxwedana xwe bûbû sembola ebedîbûnê. Li Efrîna ku her dera wê bi darên zeytûnan şîn û bi keda jinan navdar ê; di 7’emîn salvegera berxwedanê de hê jî agirê şoreşê venemiriye.