rojane
-

Derbarê bavê Jîna Emînî de biryara binçavkirinê
Bavê Jîna Emînî, Emced Emînî ragihand ku ji ber belvakirina peyamek li dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî ji aliyê dadgeha Îranê ve hatiye bangkirin û biryara binçavkirinê li ser hatiye dayîn.
-

Talîban xebatên medyayê li jinên rojnameger qedexe kir
Talîbana ku Efganistanê kir welatek qedexeyê li Ghorê xebatên qada medyayê jin jinên rojnameger re qedexe kir.
-

TAJÊ bertek nîşanî qebûlkirina Yasaya Rewşa Kesane da
TAJÊ bertek nîşanî qebûlkirina Yasaya Rewşa Kesî û Efûya Giştî da û diyar kir ku qebûlkirina her du yasayan rewakirina zihniyeta qirker ku li djî jin û civakê tê meşandin e û li dijî vê banga têkoşîna hevpar kir.
-

Kongra Star: Divê li dijî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin
Kongra Star têkildarî biryara cezayê darvekirinê ya li dijî rojnamevan û çalakvana jin a Kurd Pexşan Ezîzî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bang li tevahî jin û civakan hate kirin ku li dijî siyasetên qirkirinê têkoşînê mezin bikin.
-

Jinên Êzidî: Guhertina ‘Yasaya Rewşa Kesane’ karesatek e
Jinên Şengalê destnîşan kirin ku biryara Efûya Giştî ya li Parlamena Iraqê ji bo DAİŞ’iyan hatiye dayîn, ji bo jinan karesatek e û bang li Hikûmeta Iraqê kirin ku demildest vê biryarê betal bike.
-

Li Girtîgeha Amedê dest danîn ser pirtûkên li ser dîroka jinan
Parêzer Zelal Karabulak diyar kir ku li Girtîgeha Amedê pirtûkên li ser dîroka jinan hatine desteserkirin, hucre û xwarin paqij nînin û jina Sûriyeyî ya bi pitika xwe ya 3 mehî re girtî ye, gelek tengasiyan dikşîne.
-

Jina Cezayîrî Lînda Şelebî şopa xwe li şoreşa jin û Kobanê hişt
Endama Ofîsa Jinan a Kobanê Ayşe Şêx Mihemed qala berxwedan û têkoşîna hemşîreya Cezayîrî Lînda Şelebî kir û got: “Xwedî kesayetek bihêz û îrade bû. Di berxwedana Kobanê de şopa xwe di dîroka jina Kurd de hişt.”
-

Dewleta Tirk bû qatilê pitika di zikê diya xwe de jî
Necwa Ehmed a ji gundek Zirganê ye, da zanîn ku pitika wê ya 4 mehî ya di zikê wê de, ji ber topbarana dewleta Tirk a li hember mala wê, ji ber çûye.
-

Jin bi çekên xwe ji bo parastina şoreşa xwe amade ne
Li bajarê Kobanê ya ku rojane bi gef û êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye, jin bi çekên xwe tînin ziman ku ew ji bo parastina Şoreşa Jinan amade ne.
-

Rojnamevan Eylem Babayîgît hat girtin
Rojnamevan Eylem Babayîgît ji aliyê dadgehê ve hat girtin.
-

Çeteyan li Humisê 22 kes qetil kirin
Di 72 saetên dawî de li bajarê Humsê di êrîşên komên çete yên li dijî Elewî, Şîe û Murşiyan de 22 kes mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn.
-

Gelê Bokanê ji bo Niana ku piştî tecawizê hat qetikirin derket kolanan
Gelê Bokanê ji bo zaroka keç a ku piştî tecawîzê hat qetilkirin gel daket kolanan û bûyer protesto kir.
-

Li Xezayê 14 hezar û 500 zarok hatin qetilkirin
Li gorî UNREWA li Zîvala Xezayê di encama êrîşên hêzên Îsraîlê de 14 hezar û 500 zarok jiyana xwe ji dest dane û 660 hezar zarok jî ji mafê xwendin û fêrbûnê bê par mane.
-

Ji Hannah Neumann parvekirina li ser Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî
Berpirsa Karûbarê Îranê ya Parlamentoya Ewropayê Hannah Neumann li ser medya dijîtal a X’ê li dijî erêkirina darvekirina Pexşan Ezîzî û Werîşe Mûradî peyamek belav kir.
-

Li Sûweydayê 1’emîn Kongreya Tevgera Femînîst a Siyasî pêk hat
Tevgera Femînîst a Siyasî ya li bajarê Sûweydayê, yekem kongreya xwe li dar xist û tê de girîngiya hebûna rola jinê ya di Destûra nû ya Sûriyê de nîqaş kir.
-

Dewleta Tirk ji 8’ê Çileyê ve heta niha li Tişrînê 22 kes qetil kirin
Rêveberiya Xweser a Demokratîk ragihand ku ji 8’ê Çileyê ve heta niha di êrîşên dewleta Tirk ên li ser nobedarên bendava Tişrînê de 22 hatine qetilkirin.
-

Li Mexribê jin berê xwe didin werzîşên çiyayî
Jinên ku li Mexribê berê xwe didin werzîşên çiyayî destnîşan kirin ku ev werzîş bi qasî ku ji bo tendirustiya bedenî gelek bi sûd e jî, di heman demê de ji bo wan bûye riya rizgariya ji aloziyên rojane û zextên jiyanê.
-

Hevpeymaniya 188’an: Guhertina zagonê hewla têkbirina derûnî û jiyanê ye
Hevpeymaniya 188’an li dijî biryara guhertina Zagona Rewşa Kesane bertek nîşan da û diyar kir ku guhertina zagonê hewla têkbirina derûnî û jiyanê ye û ewê li dijî biryarê tekoşîna xwe bidomînin.
-

‘Îranê bi gotina ‘nexweşiyên derûnî’ zexta li ser jinan didomîne’
Hikumeta Îranê, bi rêbazên derûnî çalakgeran di bin zextê de dihêle. Jinên çalakger ên ku aliyê wan ê hunerî û azad, nexweş tên dîtin, bi razandina bi zorê ya nexweşxaneyan û biryarên dermankirina bi zorê re rûbirû ne.
-

Çalakvanên Iraqî: Guhertina Zagona Rewşa Kesane mafê jinan dike xeterê
Çalakvanên jin ên Iraqî nerazîbûn nîşanî guhertina Zagona Rewşa Kesane dan û gotin: "Ev guhertin mafên jin û zarokan dixe xeterê û civakê vedigerîne serdemên cudakarî û bêdadiyê."