Hejmara kesên di şewata Kartalkaya jiyana xwe ji dest dane bû 78

Piştî Dozgeriya Komara Bolu ragihand ku hejmara kesên di şewata li Kartalkaya jiyana xwe ji dest dane 79 kesin. Serokatiya ATK ya Wezareta Dadê diyarkir ku tesbîta hemû nasnameyan hatiye kirin, hejmara kesên jiyana xwe ji dest daye weke 78’an ragihand.

Navenda Nûçeyan- Li Hotêla Grand Kartalê ya li navenda Kartalkaya ya Boluyê ku yek ji navendên turîzmê ya herî giring a Tirkiye ya Kaşûnê ye, di serê sibeha 21’ê Çileyê de şewat derket. Li gor ketina navenda Otelê -1, li gor deriyê pişt yê ketinê di beşa restorantê ya li qata 4’yêmîn ji bo şewatê, yekem saeta îxbarê di 03:21’an de hate kirin. Mudaxeleya yekem piştî 1 saet û 15 deqeyan hate encamdan. Şewata li Otelê 11 saetan dom kir. Di rapora tesbîta xisara destpêkê de hate diyarkirin ku avahî ‘xisara giran’ e. 

Di çarçoveya lêpirsîna derbarê şewatê de, alîkarê serokê Şaredariya Bolu Sedat Gulener, Wekîlê Midurê Îtifayê Kenan Coşkun, xwediyê rêveberinê, midurê giştî yê şîrketê û midurê Hotele jî di nav de 11 kes hatin binçavkirin.   

Hotela xisara giran hate mohrkirin

Hotêla Grand Kartalê ku di şewatê de xisarek mezin dîtî, vê sibehê hate mohrkirin. Di deriyê ketina navenda Hotele de şerît hate kêşan, mohr lê hat dayîn. Rapora tesbîtkirina xisarê ku ji aliyê Miduryeta bajar û guherîna avhewayê ya bajar û hawirdor ve hatî amadekirin temam bû. Hate diyarkirin ku avahî ‘xisara giran’e.

77  cenaze radestî malbatên wan hate kirin

Di daxuyaniy ji aliyê wezareta Saziya Tiba Edlî ya Wezareta Edaletê de têkildarî kesên jiyana xwe ji dest dayî de weke 78’an ragihand. Daxuyaniya Wezareta Edaletê wiha ye: “57 cinazeyên ku otopsî û muyîneya wan hat kirin, li Boluyê muyeneya wan a mirinê û tesbîta nasnameya wan kirin û radestî xizmên wan hatin kirin. 21 cenazeyên ku nasnameya wan nehat tesbîtkirin, ji bo kar û barên otopsî û tesbîta nasnameyan şandin Serokatiya Komê ya Tiba Edlî ya Enqereyê. Nasnameya 20 cenazeyên ku  hatin tesbîtkirin û radestî malbatên wan hatin kirin. Tesbîta nasnameya cenazeyê kesekî biyanî hatî kirin, wê li benda belgeya konsolosxaneyê bimînin.”  

Navê kesên jiyana xwe ji dest dane hate eşkerekirin

Navên kesên di şewata Hotêla Grand Kartalê jiyana xwe ji dest dane wiha ye:

Dilara Ermanoglu, Alya Turan, Muge Turan, Vedia Nil Apak, Ferda Apak, Eslem Uyanık, Nehir Saritaş, Omür Kotan, Enes Gultekı̇n, Mehmet Cem Dogan, Ayşe Maya Dogan, Habibe Çetı̇z, Vedat Çetı̇z, Mine Akı̇şli, Şenol Akı̇şli, Alican Boduroglu, Ebru Boduroglu, Elif Naz Boduroglu, Kurşat Yildiz, Nergiz Yildiz, Eren Bagcı, Ayşemin Elif Dogan, Ahmet Çetı̇z, Doga Dogan, Mert Dogan, Mavi Dogan, Ceren Yaman Dogan, Muge Suyolcu, Pera Suyolcu, Atakan Yalçin, Demir Tuzgı̇ray, Yilmaz Saritaş, Can Tokcan, Gulçin Akı̇şli, Doruk Saritaş, Duygu Dogan, Derin Yalçın, Atil Enis Tokcan, Atlas Kaan Tokcan, Kemal Tokcan, Rumeysa Gultekı̇n, Ozüm Karataşli, Esat Çetı̇z, Kivanç Gungor.”