rojane
-

Binemala Barzanî bi agir dilîze di nava gola komployê de melevaniyê dike – ANALÎZ
Şer û koçberbûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî nebûye. Ji wê rojê heta îro, çeteyên hikûmeta Tirkiyê, mil bi milê çeteyên binemala Barzanî, dijminatiya xwe ji bi vê herêmê re kûrtir dikin.
-

'Jin li herêmên bi alozî di bin gefan de dijîn'
Çalakvana Hiqûqî ya Tûnisê Sêrîn Bûxşîn bal kişand ser rewşa jinan a li herêmên bi alozî û got: "Jin li van deran bi tundiyê, destdirêjî û kiryaran re rûbirû dimînin û jiyana wan di bin gefan de ye."
-

Hawara koçberek ji Serêkaniyê li Bendava Tişrînê liberxwe dide
Sûriya Mihemed a ji Serêkaniyê ye û ji bo destekê berê xwe daye Bendava Tişrînê, gazinên xwe bi gotinên “Dewletên ku dibêjin em destekê didin QSD’ê, sivîlên me li ber çavên wan tên qetilkirin lê dengê xwe nakin” anî ziman.
-

Jinên Helebê: Hêvî û xeyala me Sûriyeya ji şer paqijbûyî ye
Jinên bi temen ên Helebê, zêdeyî nîv sedsal e şahidiyê ji dîroka bajar re dikin, ji bo avakirina Sûriyeya nû ku jin jê re pêşengî dikin û şer û êş lê xilas bûye hêviyên xwe mezin dikin.
-

Jinên Amedî: Ji bo aştiyê ne gotin pratîk pêwîst e
Jinên Amedê têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî bang kirin, gotin ku tenê gotin têr nakin divê desthilatdarî ji bo aştiyê ji gotinan zêdetir di nava pratîkê de be.
-

Jinên ji bajarê Kobanê: Em ê heta dawiyê axa xwe biparêzin
Jinên ji bajarê Kobanê, diyar kirin gelê ku ji bo parastina ax, kehrebe û bendava xwe diçe nobetê rojane rastî êrişên dewleta Tirk tên û gotin: “Em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û bendava xwe biparêzin.”
-

Çandinî peyam û rûyekî din ê berxwedana jinên Zirganê ye
Hena Xidir a ji Mergedaya Hesekê nêzî 30 sal in li gundê Zêdiyê bi 6 xwişk û birayên xwe re cotkariyê dike, dibêje ku ji bo hewceyî mêran nebe ew bi xwe dixebitin û di kêliyên westandinê de ji hev re palpiştiyê dikin.
-

Dewleta Tirk li Kobanê malek bombebaran kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk li bajarê Kobanê malek bombebaran kir. Di bombebaranê de ji heman malbatê du kes jiyana xwe ji dest dan.
-

Ji Zeyneb Celaliyan li dijî cezayên darvekirinê bang
Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan di peyama xwe ya dijî erêkirina cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî de got “Siya xerab a cezayê darvekirinê, xwe avêtiye ser bajar û welatê me” û bang kir.
-

Li Sêrtê şermezarkirina qeyûm: Em serî natewînin
Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di daxuyaniya li dijî tayînkirina qeyûm de axivî û got: “Em tu caran serî natewînin. Em ê li dijî zilmê li ber xwe bidin.”
-

Ji Bendava Tişrînê helwesta jinên Kobanê û Cizîrê
Jinên Kobanê yên ku nobeta Bendava Tişrînê ya di roja 22’an de dewrî jinên Cizîrê kirin helwesta xwe ya li hemberî dagirkeriya Tirk ku komkujiyan dike anîn ziman û gotin ku rêxistinên mafên mirovan komkujiyan ji nedîtî ve tê.
-

Şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya Sirînê meşiyan
Şêniyên Kantona Firatê li dijî komkujiya Sirînê meşiyan û pêyama “Ruxmê êriş û komkujiyan em ê heta dawiyê li ser axa xwe bin û li ber xwe bidin” dan.
-

Aktivîsta Efganî: Ez hêzê ji berxwedana şervanên jin digrim
Aktivîsta mafên jinan Seher Resûlî ya li bajarê Celalabad ê Efganistanê dijî bi gotinên; “Êşa me û gelê Sûriyeyê yek e” diyar kir ku dê gelên di bin mêtinkariya dewletên emperyalîst de bibin yek û dawî li desthilatdariyên zalim bînin.
-

Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê: Prensîba me ya hevserokatiyê hate hedefgirtin
Meclîsa Jinê ya DEM Partiyê bertek nîşanî tayînkirina qeyûm a Şaredariya Sêrtê da û got, “Bi vê biryarê re prensîba me ya hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev careke din hate hedefgirtin. Hûn ê li hemberî vîna jinan têk biçin."
-

21 wekîlên Parlamentoya Ewropayê li dijî êrişên dewleta Tirk bang kirin
Ji Parlamentoya Ewropayê 21 wekîlan nameyek ji Alîkar Seroka Komîsyona Ewropayê Kaja Kallas re şandin û jê xwestin ku Komîsyona Ewropayê piştgiriyê bide civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-

Jinên Tûnisî ji bo rojnamevana girtî Sîham Bin Sidrîn bang kirin
Çalakvanên jin ên Tûnisê ji bo rojnamevan Sîham Bin Sidrîn a ji 4’ê Çileyê ve li girtîgehê greva birçîbûnê didomîne bang kirin. Çalakvanan gotin: "Divê piştevaniya çalakiya Sîham bê xurtkirin û biryarên dadgehê bên protestokirin."
-

Li Herêma Kurdistanê Tora Nûçegihaniya Rojnamegerên Jin hat avakirin
Piştî bernameya 6 mehan a ji aliyê Saziya Medya Now Kerkuk ve hat lidarxistin, “Tora Nûçegihaniya Jîngehê ya Rojnamegerên Jin” hat avakirin. Bi vê torê armanc ew e ku jin di warê pirsgirêkên jîngehê de tevli xebatan bibin.
-

Şêniyên Mexmûrê piştgirî dan berxwedana Bendava Tişrînê
Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Mexmûrê, bi daxuyaniyekî êrişên dewleta Tirk a li dijî Bendava Tişrînê û Qereqozaxê şermezar kirin û piştgiriya xwe ya bi gelê berxwedêr a Rojavayê re dan diyar kirin.
-

Birîndarên Bendava Tişrînê: Em ê govenda azadiyê her bigerînin
Jinên Ciwan yên ku di êrîşa li ser Bendava Tişrînê de di lingên xwe de birîndar bûyî gotin ku ew ê govenda azadiyê her bigerînin û xeleka wê dorfireh bikin.
-

Kongra Star: Bêdengî hevkariyeke nayê qebûlkirin e
Kongra Star komkujiyên dewleta Tirk ên li Sirîn, Zirgan û Eyn Îsayê şermezar kir û bang li raya giştî û saziyên navnetewî kir û got: “Bêdengî beşdariya pêkanîna wan tewanan e û hevkariyeke nayê qebûlkirin e.”