Li Îranê zarokan dişînin kampên leşkerî
Bi hezaran xwendekar li Îranê, di bin çavdêriya Pasdarên Şoreşê de birin qadên şer ên berê. Parêzvanên mafan diyar dikin ku ev kamp ku tê de propagandayên leşkerî û îdeolojîk tên kirin, Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Zarokan binpêdike.
Navenda Nûçeyan – Li gorî raporên ragihandina Îranê, rojên 2 heta 6'ê Mijdara 2026'an, bernameya şandina xwendekaran bo herêmên operasyonê yên başûr, di çend parêzgehan de dest pê kiriye an jî ketiye rojevê.
Li parêzgeha Hemedanê, Alîkarê Koordînatorê Supaya Ensarulhuseyn ragihand ku bernameya şandina 4 hezar û 500 xwendekarên keç û kur di çarçoveya 14 qonaxan de, heye. Li gorî gotina wî efserê leşkerî, koma yekem ku ji 300 xwendekarên keç pêk tê, bo herêmên operasyonê yên başûr hatine şandin. Li parêzgeha Kohgîlûye û Boyer-Ehmedê jî kerwana yekem a 300 kesî ya xwendekarên keç bo van herêman hatine şandin û biryar e ku bi giştî hezar û 400 xwendekarên şaristana Boyer Ehmedê di vê bernameyê de cih bigirin.
Alîkarê Koordînatorê Supayê ragihand ku li parêzgeha Navendî jî zêdetirî 270 xwendekarên keç ji şaristanên Komîcan û Xindabê bi 6 otobusan, ji bo herêmên operasyonê yên Xuzistanê hatine şandin.
Bernameya şandina nêzîkî 6 hezar xwendekaran heye
Li Zencanê, Berpirsê Besîca Xwendekaran a Supaya Ensarulmehdî da zanîn ku 3 hezar û 500 xwendekarên parêzgehê di çarçoveya kerwanên cihêreng de dê ji bo herêmên operasyonê yên başûr bên şandin. Li gorî bernameya ragihandî, şandina keçan ji 5'ê Mijdarê heya 22'yê Mijdarê berdewam dike û şandina kuran jî ji bo meha Mijdarê hatiye plankirin. Li parêzgeha Mazenderanê jî Alîkarê Koordînatorê Supaya Kerbelayê ragihand ku bernameya şandina nêzîkî 6 hezar xwendekaran (3 hezar keç û 3 hezar kur) heye. Şandina keçan ji 15 heta 30'î Mijdarê û ya kuran ji 9 heta 30'î Mijdarê hatiye plan kirin. Raporên hatine belavkirin behsa şandina koma yekem a xwendekarên Sarî û her wiha kerwana xwendekarên keç ên Gelûgahê bo herêmên operasyonê yên başûr dikin.
Zêdetirî 270 xwendekarên keç bi 6 otobusan hatine şandin
Li parêzgeha Qumê jî Alîkarê Koordînatorê Supayê behsa bernameya şandina 5 hezar xwendekarên keç û kur ên pola duyem a navîn kir. Li gorî gotina wî biryar e rojane 160 xwendekar bi 4 otobusan di van şervanên 4 rojî de amade bin. Her wiha li şaristanên Komîcan û Xindabê yên parêzgeha Merkezî, zêdetirî 270 xwendekarên keç bi 6 otobusan hatine şandin. Raporek ku nîşan dide bername ne tenê bi karwanên mezin ên parêzgehan sînordar in û di asta şaristanan de jî tên bicihanîn. Di bernameyên hatine ragihandin de, serdana herêmên wek Şelemçe, Hewêze, Dehlaviye, Fetxulmobîn û Elqeme hatiye pêşbînîkirin. Berpirsên Supa û Bîsijê, nasîna dîroka şerê Îran û Iraqê, belavkirina çanda gorîdan û şehadetê û veguhestina nirxên ku ew dixwazin bo nifşê ciwan, wek armancên van geran nîşan dane.
Mafên zarokan tên binpêkirin
Rêxistina van geran bi beşdariya saziyên leşkerî û ji bo xwendekarên bin 18 salî, ji goşeya erkên Îranê yên li hember mafên zarokan dikare bê nirxandin. Li gorî nivîsara 3'yan a Peymana Mafên Zarokan, di hemû çalakiyên girêdayî zarokan de divê berjewendiyên wan ên herî bilind di rêza yekem de bin. Nivîsara 28'an jî tekezî li ser mafê sûdwergirtina wekhev ji perwerdê dike û nivîsara 29'an ji nav armancên perwerdê, geşedana rêzgirtina li mafên mirovan, aşitî, tehamul û têgihîştina di navbera netewan de dibîne. Her wiha nivîsara 31’an a vê peymanê mafê zarokan ê ji bo bêhnvedan, şahî û beşdarbûna di çalakiyên çandî û hunerî de nas dike. Ji vê hêlê de, veguhestina bernameyên perwerdeyî û çandî yên xwendekaran a ji bo bingehek propagandayê û belavkirina nêrînên leşkerî û îdeolojîk, li dijî mafê guhdana mafê bijartinê, azadiya fikrî û berjewendiyên wan ên bilind e. Li dijî armancên perwerdeyî û hiqûqî yên Peymana Mafên Zarokan e jî.
Li dijî Protokola Opsiyonel e
Nivîsara 38'an a peymanê jî dewletên endam neçar dike ku rêzikên hiqûqa mirovdostane ya girêdayî zarokan di pevçûnên çekdarî de biparêzin. Ji bilî vê yekê, Protokola Bextiyarî (Opsiyonel) a peymanê ya li ser beşdarbûna zarokan a li pevçûnên çekdarî, bikaranîna bi zorê ya kesên bin 18 salî ya di hêzên çekdarî de û beşdariya wan a rastrast di pevçûnan de li dewletan qedexe dike.
Di şert û mercên wiha de, nediyariya naveroka perwerdeyî ya van geran, awayê beşdarbûna xwendekaran û rêjeya agahdarî û razîbûna wan û malbatên wan, pêwîstiya çavdêriya serbixwe li ser van bernameyan û parastina mafên bingehîn ên zarokan, radixe ber çavan.