‘Darizandina rojnamegeran di Cotmehê de jî berdewam kir’
MKG'ê, rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a di Cotmehê de weşand, ragihand ku darizandina rojnamegeran Cotmehê jî dewam kiriye û 9 jinên rojnameger hê jî di girtîgehê de ne.
Amed – Komaleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha Cotmehê eşkere kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku rojnamevan li dijî şert û mercên xebatê yên nebaş û newekheviyên ku ji hêla medyaya baviksalar ve têne afirandin, têdikoşin û wiha hat gotin: “Em bang dikin ku zextên dadwerî yên li ser rojnamevanan, êrîşên zayendîparêz, sansûr û polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin.”
Di dewama rapora MKG'ê de wiha hate gotin:
“Di meha cotmehê de, zext, darizandin û sansûr li dijî rojnamevanan berdewam kirin. Rojnamevan ji ber nûçeyên xwe û nivîsên xwe yên medyaya dîjîtal bi lêpirsîn, binçavkirin û girtinan re rû bi rû man. Nûçeyên rojnamevanên jin yên ku ji bo çapemeniya serbixwe dixebitin, wekî bingehek ji bo tawanbariyan hatin nîşandan. Ev yek jî nîşan dide ku çalakiyên rojnamegeriyê hîn tên krîmînalîzekirin.
Darizandina rojnamevanên ku li ser şîdeta li dijî jinan, îşkence, îstismara zayendî ya zarokan û binpêkirinên din ên mafên mirovan nûçeyan çêdikin, destwerdanek li mafê raya giştî yê agahdarkirinê ye. Cezakirina rojnamevanan a ji ber nûçeyên wan, nîşan dide ku dadwerî wekî amûrek zextê li ser çapemeniyê tê bikaranîn. Lê belê, tevî van hemû pêkanînan, rojnamevan dev ji nivîsandina rastiyê bernadin.
‘Divê û bêcezatî bi dawî bibe’
Destdirêjî, gef, hedefgirtin û êrîşên fîzîkî yên li dijî rojnamevanan jî berdewam dikin. Redkirina dozên yasayî yên derbarê van êrîşan de, siyaseta bêcezatiyê xurt dike. Êrîşên zayendîparêz ên ku rojnamevan dema nûçeyan dişopînin pê re rû bi rû dimînin, nîşaneyên feraseta serdest a mêran a di warê rojnamegeriyê de ne. Divê lêpirsînên bi bandor li ser sûcdarên van êrîşan bên kirin û bêcezatî bi dawî bibe. Rêbazên sansura dîjîtal li dijî çapemeniya azad berdewam dikin. Astengkirina gihîştina malperên nûçeyan û hesabên medyaya dîjîtal, ji bo raya giştî zehmet dike. Divê ev sînorkirin bên rakirin û mafê raya giştî yê agahdariyê bê mîsogerkirin.
‘Em ê dengê jinan bilind bikin’
Rojnamevan her wiha li dijî şert û mercên xebatê yên nebaş û newekheviyên ku ji hêla medyaya baviksalar ve têne afirandin, têdikoşin. Divê ji bo rojnamevanên jin şert û mercên xebatê yên wekhev û ewledar li hember jikarderxistin, binpêkirinên mafên aborî û pêkanînên cudakar bên peydakirin.
Wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, em bang dikin ku zextên dadwerî yên li ser rojnamevanan, êrîşên zayendîparêz, sansûr û polîtîkayên bêcezatiyê bi dawî bibin. Em ê têkoşîna xwe ji bo berdana rojnamevanên girtî û ji bo bidawîkirina krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê bidomînin. Em ê dengê jinan bilind bikin, rastiyê binvîsin û têkoşîna ji bo çapemeniyek azad berfireh bikin.
Lîsteya rojnamegerên girtî
1.Derya Okatan – Rojnameger
2.Hatîce Duman – Midûra Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilimê
3.Nadiye Gurbuz – Edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkinê (ETHA)
4.Ozden Kinik – Xebatkara TRT'ê
5-Yelîs Ayaz – Xwediya Sîteya Înternetê ya Aydinpostê
6-Songul Yucel – Derhênera Weşana Giştî ya Kovara Onsozê
7-Fatma Sîbel Gurcîhan – Rojnameger
8-Îrem Delîce – Nûçegîhana Rojnameya Dengeyê ya Aydinê
9-Tugba Tekerek – Rojnameger”