rojane
-

Newaya Jin bi sernavê ‘Vîna çareserkirina pirsgirêkek 100 salî rûbirûbûna wê ye’ derket
Hejmara nû ya rojnameya “Newaya Jin” a meha Tebaxê, bi dosyaya xwe ya li ser çareseriya demokratîk, dîroka têkoşînê û xweparastinê hat weşandin.Rojname di vê hejmarê de balê dikişîne ser girîngiya rûbirûbûna pirsgirêkên 100 salî û têkoşîna rizgariya jinan
-

-

Meclîsa Îştar: Yekane riya parastinê rêxistinbûn e
Bi zêdebûna êrîş û tundiya li ser jinan, Meclîsa Îştar li Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek da û hat destnîşankirin ku bêyî azadiya jinan civak azad nabe, bang li jinan hat kirin ku li dijî tundî û bêmafiyê bibin yek.
-

Lubnan di navbera zextên navxweyî û pêşketinên herêmî de maye
Analîsta siyasî Lara El-Haşim da zanîn ku aloziya ku Lubnan tê re derbas dibe pirsan li ser mekanîzmaya "Herêmên ceribandinê" li başûr derdixe holê, ku di navbera hêviyên kêmkirina aloziyê û tirsa ji aloziyê de asê mane.
-

Parêzer Cansu Şekercî: Pêşnûmeya nû cezakirinê digre navendê
Parêzer Cansu Şekercî ya ku pêşniyara guhertina Qanûna Parastina Zarokan nirxand, diyar kir ku rêzikname li şûna mafên zarokan, polîtîkayên cezayê dide pêş û got ku ev pêşniyar dê pergala edaletê ya zarokan hêj cezakartir bike.
-

‘Bi tifaqa navxweyî û îradeya jinan ferman dubare nabe’
Çalakvana mafên mirovan Parêz Omer û Hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad di salvegera jenosîda 3’yê Tebaxê de destnîşan kirin ku divê li şûna xeyala koçberiyê, xeyala berxwedan û xweseriyê were xurtkirin.
-

Ayşegul Dogan: Ji bo çareseriyê qanûna çarçoveyî û guhertina zimanê siyasetê şert e
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan destnîşan kir ku pêvajo ne yek alî ye. Divê mutabakateke hevpar pêk were. Ji bo wê jî divê helwesteke yek alî nebe. Pêvajo divê li gor ruhê pêvajoyê bibe. Ji bo wê jî divê li gor muzakereyê be.
-

Li Cezayîrê di encama qelibandina otobusek de 25 kes mirin û gelek kes birîndar bûn
Li parêzgeha Bomerdes a rojhilatê Cezayîrê, di encama qelibandina otobusek de 25 kes mirin û 44 kes jî birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê û lêkolîna sedema qezayê berdewam dike.
-

TJK-E: Divê edalet ji bo Şengalê pêk be
TJK-E bi boneya salvegera Komkujiya Şengalê ya 3’ê Tebaxê bi bîr xist ku çarenûsa nêzîkî 2hezar û 700 jin û zarokên Êzidî nayê zanîn û bernameya çalakiyên ku dê li Ewropayê di salvegera komkujiyê de werin lidarxistin eşkere kir.
-

‘Piştî xwepêşandanên Çileyê herî kêm 60 mamoste û çalakvan hatine girtin’
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku piştî xwepêşandanên Çileyê herî kêm 60 mamoste û aktîvîst hatine girtin û ceza lê hatine birîn.
-

IHRS: Di nav 16 rojan de 58 girtî hatin darvekirin
Fikarên mafên mirovan û navneteweyî li ser pêkanîna cezayê darvekirinê li Îranê zêde dibin, taybetî piştî darvekirina 58 girtiyan di nav 16 rojan de.
-

Fîlozofa Îtalî Donatella Di Cesare: Banga Ocalan û biryara PKK’ê wêrekiya siyasî ye
Fîlozof û teorîsyena siyasî ya navdar a Îtalî Donatella Di Cesare, piştgiriya xwe ji bo Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk anî ziman û destnîşan kir ku banga Abdullah Ocalan û biryara PKK’ê ya xwe fesih kirinê gaveke dîrokî û nîşandana wêrekiya siyasî ye.
-

HRW: Di meha borî de li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 26 jin hatin kuştin
Li gorî rapora dawî ya, Çavdêriya Mafên Mirovan meha borî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 26 jin hatine qetilkirin û gelek jin jî ji ber tundiya malbatî teşwîqê xwekuştinê hatine kirin.
-

Hişyariya NY û IOM’ê: Vegera li Efganistanê bazirganiya mirovan zêde dike
Rêxistinên navnetewî diyar kirin ku ji ber krîzên aborî û zextên Talîbanê, vegera penaberên Efgan dibe sedema xizaniyeke kûr.
-

18 koçberên Mexrîbî di behrê de fetisîn
Ji hezaran koçberên ku hewl didan ji Mexrîbê bighîjin Ceuta ya di rêveberiya Îspanyayê de, herî kêm 18 kes di behrê de mirin. Neteweyên Yekbûyî, banga parastina maf û rûmeta mirovan a hemû kesên ku dighîjin Ceutayê kir.
-

Mexrîb bi serkeftinek hêja li hember Cezayîrê pêşengiya xwe xurt dike
Tîma neteweyî ya jinan a Mexrîbê di Kûpaya Neteweyên Efrîkayê ya 2026’an de piştî ku li hember Cezayîrê bi serket, di Koma A de di rêza yekem de cih girt. Tîmê pozîsyona xwe xurt kir û ji performansek hevseng sûd girt.
-

Yekîtiya Mafên Mirovan: Talîban li Heratê jinan ji ber cilên wan digre
Yekîtiya Mafên Mirovan, ragihand ku jin li Heratê ji ber cureyê cilên ku li xwe dikin, ji aliyê Talîbanê ve tên girtin û ev yek mîna binpêkirina rûmeta mirovan, azadiyên takekesî û mafên bingehîn ên jinan nirxand.
-

-

Bandora civakê û medyaya dîjîtal li ser ciwanan
Di serdema pêşketina medyayê û medyaya dîjîtal de, qada civakî bûye yek ji sedemên girîng ê avakirina fikir û tevgerên ciwanan. Ev qad bi riya malbat, heval, perwerde û medyayê bandorê li nirx, bawerî û jiyana ciwanan dike.
-

Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve - 6
Dema ji fermanê ber bi Rojava ve direvin kêm dimîne bikevin destên DAIŞ’ê. Li Rojava heval wan pêşwazî û derman dikin. Dayê Şîrîna ku di fermanê de kurê wê şehîd bûye ji hikûmeta Iraqê xwest jenosîdê nas bike.