rojane
-

Li Efganistanê zêdetirî 11 hezar mirov bi nexweşiya talasemiyê ketine
Wezareta Tenduristiyê ya Talîbanê ragihand ku hejmara nexweşên talasemiyê li Efganistanê ji 11 hezarî derbas bûye û da zanîn ku ji nîvî zêdetirî wan jin in.
-

‘Pêwîste pirrengiya herêmên Sûriyeyê li ber çavan were girtin’
Yekîtiya parêzeran a parêzgeha Hesekê rakirina nivîsên Kurdî li ser tabeleya Koşka Dadweriyê ya Hesekê bi daxuyaniyekê şermezar kirin û gotin: “Em wek sendîkayên parêzeran bang dikin ku divê pirrengiya herêmên Sûriyeyê li ber çavan were girtin.”
-

Hanîfe Guleç jiyana xwe ji dest da
Yek ji şahida Terteleya Dêrsimê Haîfe Guleç di 98 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da.
-

Ji bijîşka girtî Muhabet Gafurî tu xeber nayê girtin
Hate zanîn ku pispora tenduristiya zarokan Dr. Muhabet Gafurî ku berê di çarçoveya xwepêşandanên meha Çileyê de li bajarê Lar ê Îranê hatibû girtin û berdan, dîsa hate girtin.
-

Li Meşhedê zext zêde dibin: Sê girtî dibin xeteriya darvekirinê dene
Li Meşhedê sê xwepêşanderên ciwan, di nav de xendekara zanîngehê ya 23 salî heyî rû birûyî sûcên ‘muharebe’ ne. Ev sûcdarî xeteriya ku cezayê darvekirinê were dayîn zêde dike.
-

Qada Perwerdê Ya Mexmûr: Rojava rûmeta me ye, em dest ji rûmeta xwe bernadin
Qada perwerdeyê ya Mexmûrê li dijî nêzîkatiyên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê a li hember zimanê Kurdî daxuyaniyek da û got: “Zimanê her gelekî nasname û bîra wi ya dirokê ye.”
-

Li Îranê debara jiyanê di rewşeke awarte de ye
Tiştê ku îro di jiyana rojane ya gelê Îranê de tê dîtin ne tenê zêdebûna bihayan e; şert û mercên jiyanê veguheriye krîzek berfireh ku di heman demê de zextê li ser maseyan, ewlehiya kar, gihîştina dermanan û rewşa psîkolojîk a civakê dike.
-

Dayîkên Aştiyê têkildarî serdanên xwe yên bi partiyên siyasî re daxuyaniyek da
Dayîkên Aştiyê têkildarî serdanên xwe yên li Enqerê bi partiyên siyasîre daxuyaniyek weşand û gotin: “Em wek Dayîkên Aştiyê; dê li dijî şer jiyanê, li dijî înkarê rastiyê û li dijî tunnehesibandinê xwişk û biratiya gelan biparêzin.”
-

Kovara Jinê bi sernavê “Jin, Ziman û Berxwedan” derket
Kovara Jin ya ku heftiyane derdikeve pêşberê xwandevanên xwe vê heftiyê cîh daye pêywendiya navbera ziman û jinê de.
-

Rîham Hico: Zîhniyeta ku îro YPJ’ê qebûl nake dixwaze jin kole bimînin
Kampanyaya ji bo piştigiriya bi YPJ’ê re her diçe berfireh dibe. Sazî û rêxistinên jinan diyar dikin ku YPJ nasname û hêza parastina jinan e. Berdevka TAJÊ Riham Hico got ku YPJ’ê di Rojhilata Navîn de deng vedaye divê were naskirin.
-

Til El-Werid: Çîroka berxwedaniya keviran û xelkê gund
Til El-Werid yek ji gundên bajarê Zirganê ye. Ev gund ji nêzve şahidiya hovitiya dagirkeriya dewleta Tirk kiriye. Ev gund vegotina çîroka xwe û ya şêniyên gund dike.
-

Li Îranê tepeserkirin, qedexeya agahdariyê û zêdebûna îtîrafên bi zorê
Li Îranê, Bi xirabûna rewşa ewlehiyê û berdewamiya tepeserkirina siyasî re, raporên ku rewşa heyî eşkere dikin dide diyar kirin ku zext li ser girtiyan û malbatên ku li edaletê digerin zêde dibe.
-

Dayîkên Şemiyê: Em dizanin sucdar kî ne
Dayikên Şemiyê her heftî ji bo aqûbeta windayan were zanîn û sûcdar bên cezakirin, hesab bê pirsîn li Qada Galatasarayê çalakî lidar dixin. Daxwaza dayîka ewe ku çarenûsa xizmên xwe yên hatine winda kirin bizanin û sûcdar jî bên darizandin.
-

NY: Li Lubnanê ruxmê agirbestê jî jin tên kuştin
Neteweyên Yekbûyî ji bo rewşa Lubnanê raporek weşand. Di raporê de eşkere dibe ku êşa jinan li Lubnanê zêde bûye, di 3 hefteyên borî de tevî agirbestê 25 jin hatine kuştin û 109 jin jî birîndar bûne.
-

Warîşe Muradî: Her navek, li ser laşê me birîneke zindî ne
Werîşe Muradî bi nameyekê Şîrîn Elemhûlî û hevalên wê bi bîr anî. Warîşe di nameya xwe de dibêje: “Pirs li ser wê yekê ku çawa dikare mirov bijî, dema ku civak di heman demê de hem zindî ye û hem jî her roj kincên reş li xwe kiriye.”
-

Dayîkên Aştiyê dê sibe daxuyaniyek hemwext bidin
Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê Meclisên Dayikên Aştiyê dê sibê li 33 cihan bi daxwaza ku dewletê gavên berbiçav biavêje, daxuyaniyê bidin.
-

Festîvala binarê Qendîlê: Nîşaneya jiyana hevbeş û hişmendiya jîngehê
Festîvala Gihayên Biharê û Xwarinên Kurdî, ku li binarê Qendîlê hate lidarxistin, li gundê Enzê bi beşdariya berfireh a gel û bi beşdariya şandeyên fermî û siyasî, kesayetên akademîk û civakî pêk hat.
-

Li bajarê Dêrîkê şanoyek ji zarokan re hate pêşandan
Komîna Şano û ya Fîlm li bajarê Dêrikê ji bo ku zarok xwedî li Zimanê Kurdî derkevin û di heman demê de bi zimanê xwe fêr bibin şanoyek li darxistin.
-

Dema ku zindan dibe rûyekî din ê mirina hêdî – GOTAR
Rejîma Îranê ji bo kuştina dijberên xwe pêdivî bi çengelê nabîne. Carinan hucreyek teng, laşek westiyayî û bi zanabûyîn derman nekirina girtiyan û heta gelek caran dem bi xwe dibe amûrek yê îşkence yê.
-

NADA bertek nîşanî girtina Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê da
Hevpeymana NADA biryara rayedarên Tunisê ya rawestandina Lîga Parastina Mafên Mirovan a Tunisê şermezar kir û ev tevger wek nîşaneyek xeternak a paşketina pêvajoya demokratîk bi nav kir.