rojane
-
Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’: 70 DAIŞ’î hatin girtin, cenazeyê jinek hat dîtin
Di 4 rojên Operasyona “Ewlehiya Domdar” de 70 DAIŞ’î hat girtin, cenazeyê jinek hatiye qetilkirin hat dîtin. Şervana YAT’ê Ekîn têkildarî operasyonê axivî û got ku ew ê ji bo parastina gelê xwe di nav liv û tevgerê de bin.
-
‘Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe xurtir bikin’
Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê Hedle Hesen bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li dijî tecrîdê banga bilindkirina têkoşînê kirin.
-
Dîroka danişîna Şerîfe Mihemedî diyar bû
Dem û cihê dadgehkirina çalakvana mafê karkeran Şerîfe Mihemedî ku li Girtîgeha Lakanê girtî ye, diyar bû. Danişîna dozê dê di 14’ê Mijdarê de li Dadgeha Şoreşê ya 2'emîn a Ruşdê bê dîtin.
-
Forûma Cîhanî ya Xwendekaran ji bo Ahoo Deryaeî bang kir
Forûma Cîhanî ya Xwendekaran (WSF) bi daxuyaniyekê banga azadiya Ahoo Deryaeî kir û hate gotin; “Dixwazin bi girtina Ahoo Deryaeî kes li hemberî tundiyê ranebe.”
-
Koalîsyona 188’an li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane daxuyanî da
Koalisyona 188’an li dijî guherîna Zagona Rewşa Kesane daxuyaniyek hevpar dan û diyarkirin ku guherîna Zagona Rewşa Kesane dê mezhebgeriyê kur bike û hemû mafan binpê dike.
-
Li beşa Mûhacîratan a Kampa Holê cenazeya jinek hate dîtin
Li Kampa Holê Operasyona ‘Ewlehiya Domdar’ didome. Li gel berdewamkirina lêgerînan li beşa Mûhacîratan ê Kampa Holê de cenazeya jinek ku hatiye qetilkirin hatiye dîtin.
-
Li Ezazê jinek hat qetilkirin
Li bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye jinek hat qetilkirin.
-
Di êrişên Îsraîlê de rojnameger Zehraa Abu Sukheîla jiyana xwe ji dest da
Rojnamegera Filistînî Zehraa Abu Sukheîla, di bombebarana hêzên Îsraîlê ya li ser dibistanek de bi endamên malbata xwe re jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.
-
Jin li Xelfetiyê ne: Çareserî li Îmraliyê ye
Jinên siyasetmedar li Xelfetiyê tayînkirina qeyûm şermezar kirin û gotin: “Qeyûm ne çareserî ne. Rêya çareseriyê di Îmraliyê re derbas dibe.” Her wiha jinan gotin ew ê tu carî qeyûman qebûl nekin.
-
Li Wanê starta çalakiyên 25'ê Mijdarê hat dayîn
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser tecrida girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hat gotin: “Em jin, azadiya jinan di têkbirina tecrîda li ser Birêz Ocalan de dibînin.”
-
Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 43 hezar û 552
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê yên ji 7ê’ Cotmeha 2023’an vir ve li ser Zîvala Xezayê hatin kirin 24 saetên dawîn de 44 kes zêde bû û bû 43 hezar û 552.
-
Gulistan Sonuk: Em ê tu carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin
Şaredara Êlihê Gulistan Sonuk di meşa li dijî tayînkirina qeyûman de axivî û got: “Em ê tu carî xiyanetê li dîroka xwe ya berxwedanê nekin. Berxwedana me neqediyaye, heta ku ev şaredarî ji vê dagirkeriyê rizgar bibin wê bidome.
-
Li dijî qeyûman çalakiyên gel didomin
Çalakiyên ku li dijî tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên bajarê mezin ên Mêrdin, Êlih û şaredariya Xelfetiya Rihayê bi dirûşma ‘Ji Qeyûm re na, demokrasî’ dabûn destpêkirin bi çalakiyên mezintir berdewam dikin.
-
Dayikên Şemiyê cara 1024'an li Qada Galatasarayê bûn
Dayikên Şemiyê di çalakiyên vê hefteyê de aqûbeta Mehmet Şîrîn Bayram û Ramazan Tekîn ên 28 sal in agahî jê nayê girtin pirsîn.
-
Xizmên windayan ên li Amedê ji bo Alî Tekdag edalet xwestin
Xizmên windayan ên li Amedê careke din banga edaletê kirin, di çalakiyê de bal hat kişandin ser qeyûmên hat tayînkirin û gotin: “Qeyûman paş ve bikşînin.”
-
Rêzan Şêx Dilêr: Dewleta Tirk hewl dide Kurdan tune bike
Pêrêzer û parlamentera berê ya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr der barê êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka başûrê Kurdistanê de diyar kir ku dewleta Tirk bi alîkariya Emerîkayê ku jê re çekan dabîn dike, armanc dike destkeftiyên Kurdan li Iraqê tune bike.
-
Di doza Narîn Guran de çi qewimî?
Danişîna ewil a doza Narîn Guran li Amedê hat dîtin. Di danişînê de ji bo ronîkirina bûyerê tu pêşketin çênebû, hiqûqnasan diyar kir ku ji ber lêpirsîn bi baş nehatiye meşandin, darizandin jî bi awayekî baş û zelal nehatiye kirin.
-
Hêjmara rojnamegerên li Xezayê hatin qetilkirin bû 184
Hat ragihandin hêjmara rojnamegerên ku di êrişên Îsraîlê yê li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bûye 184.
-
'Krîzên herêmî û navneteweyî bandorê li ser çareseriya Sûriyeyê dikin’
Bi êrişên Îsraîlê re, rewş û krîza siyasî ya li Rojhilata Navîn kûrtir dibe. Jinên siyasetmedar diyar kirin ku pevçûn hewldanên ji bo çareseriyê qels dikin û xwestin hemû aliyên li Sûriyeyê di nava hevkariyê de bin.
-
Rojnamegerên li Lîbyayê di bandorkirina civakê de roleke girîng dilîzin
Li Lîbyayê jinên rojnameger dema ku pîşeya xwe dikin rastî zext û gefan tên. Rojnamegeran anî ziman ku wan bi pîşeya xwe bandoreke çawa li civakê kiriye û çawa bi îradeyek mezin û bi israr zehmetiyan derbas kirine.