Navenda Mafan a Taizê binpêkirinên li peravên Rojava belge dike
Navçeyên Peravên Rojava dibin şahidên zêdebûna tund a aloziyê, di sê rojên borî de ev yek bûye sedema mirina 139 kesan û birîndarbûna nêzî 180 kesan ku di nav wan de kesên koçberbûyî û sivîl hene.
Navenda Nûçeyan – Navenda Mafan a Taizê duh ragihand ku di nava sê rojên borî de, ji ber binpêkirinên Hûsiyan li navçeyên peravên Rojava, 139 kes hatine kuştin û nêzî 180 kesên din jî birîndar bûne. Di nava van kesan de sivîl, girtî û endamên malbatên koçber hene. Ev daneyên ku hejmarên destpêkê ne, ji aliyê tîma çavdêriya meydanî ya navendê ve hatine belgekirin.
Navendê diyar kir ku kesên hatine kuştin di dema hewldana reva ber bi paytext Adenê ve, bi mûşekên balîstîk û balafirên bêmirov (dron) bûne hedef. Her wiha bal kişand ku xebatên ji bo tesbîtkirinê didomin û da zanîn ku dibe hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Ji ber êrîşan zêdeyî 2 hezar malbat koçber bûn
Navendê tekez kir ku topbaran û êrîşên Hûsiyan li ser deverên niştecibûnê bûne sedema koçberbûna nêzî 2 hezar û 300 malbatan ku ji 19 hezar û 440 kesan pêk tên. Her wiha navendê bal kişand ser binpêkirinên belgekirî yên di dema kontrolkirina navçeyan ji aliyê Hûsiyan ve pêk hatine; ragihand ku di wan navçeyan de Hays û Al-Khawkhah (li başûrê Al-Hudaydah) û Al-Wazi'iyah, Mawza, Al-Mukha û Dhubab (li rojavayê Taizê) hene. Di nava van binpêkirinan de êrîşa li ser bi dehan malan û talankirina kelûpelên wan, hedefgirtina gund û taxên niştecihbûnê bi mûşek, dron û topan û bi zorê bicihkirina gotarbêjên mezhebî li hejmarek mizgeftên li navçeyên peravê hene.
Banga rawestandina êrîşan
Navenda mafên mirovan bang li civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mirovî û yên mafên mirovan kir ku ji bo parastina sivîlan dest bi lêkolîneke zelal bikin û ji bo cezakirina berpirsan, gavên lezgîn bavêjin. Navendê tekez kir ku amarên kuştiyan hê yên destpêkê ne û dibe ku zêdetir bibin.