rojane
-

Berxwedana Mexmûrê di roja 214’an de di dome
Koma ku li wargeha penaberan a Mexmûrê nobeta azadiyê dewir digirin, fermana ser Şengalê û tarîtiya DAÎŞê bi bîr xistin; wan tekez kir ku parastina jiyaneke azad û bi rûmet tenê bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê.
-

Ji tevger û çalakvanên Kurd peyamên piştgiriyên bi Leyla Xalid re
Tevgera Rizgariya Jinên Kurdistanê, Berdevka TJA’ê Ayşe Gokan û jinên girtî yên li Girtîgeha Sicnanê, ji çalakvana Filistînî Leyla Xalid re peyam şandin û diyar kirin ku têkoşîna wê ji bo jinên Rojhilata Navîn çavkaniya îlhamê ye.
-

Kampanyaya 'Mafê Hêviyê' hat destpêkirin
Ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna “mafê hêviyê” yê Abdullah Ocalan, çalakvanan li ser Change.org kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin û banga tevgera lezgîn li saziyên navneteweyî kirin.
-

Meclîsa Jin a TEV_DEM: Jin stûna aştiyê û pêşeroja Sûriyeyê ne
Meclîsa Jin a TEV-DEM'ê bi tevlêbûna rêxistinên jinan komxebatek li Qamişloyê li dar xist. Di komxebatê de li ser rola çalak a jinan di aştiya civakî, mafên yasayî û xurtkirina hêza nerm de sekinîn û banga parastina destkeftiyên şoreşê hat kirin.
-

Li Sûdanê tirs û zextên RSF'ê mezin dibin: 19.5 milyon Sûdanî bi birçîbûnê re rûbirû ne
Li Sûdanê di nava şer û pevçûnên dijwar de, Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li bajarê El-Nuhudê zext û binpêkirinên xwe zêde dikin; di heman demê de Bernameya Xwarinê ya Cîhanê hişyariyê dide ku nêzîkî 20 milyon kesî bi rîska birçîbûnê re rûbirû ne.
-

Li Şengalê di salvegera fermanê de gorên komî hatin ziyaretkirin
Bi hezaran welatiyên Êzidî bi boneya salvegera 12. a fermana 3'yê Tebaxa 2014'an li Şengalê çûn serdana gorên komî, qurbaniyên jenosîdê bi bîr anîn û daxwaza radestkirina hestûyên xizmên xwe kirin.
-

Li Koyê semînera ji bo kêmkirina tundiyê û parastina aramiya malbatî
Rêxistina Oscarê ya ji bo Hêzdarkirina Jinan, bi hevkariya Zanîngeha Koyê semînerek derbarê çareserkirina pirsgirêkên psîkolojîk û civakî yên malbatan de li dar xist û bal kişandin ser girîngiya rêzgirtin û ramanên erênî ya di nava malbatê de.
-

Li Tirkiyeyê zext bi rêbazên cuda li ser rojnamevanan pêş dikevin
MKG û DFG’ê di rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a Tîrmehê de diyar kir ku li Tirkiyeyê zextên li ser azadiya çapemeniyê bi gelek rêbazan bipêş ketine û 12 rojnameger hatine binçavkirin.
-

Ji Kampanyaya ‘Sêşema Ji Darvekirinan Re Na’ banga hevgirtina kolektîf
Endamên kampanyaya "Sêşema ji darvekirinan re na " diyar kirin ku çalakiya wan li 59 girtîgehan ketiye hefteya 132’an û bal kişandin ser zêdebûna darvekirinên ji destpêka Tebaxê ve. Kampanyayê banga hevgirtineke kolektîf kir.
-

Li Hindistanê xwepêşanderên jin bi pêla tacîz û îstîsmarê re rûbirû ne
Piştî ku vîdyoyên xwepêşandanên ciwanan ên li Jantar Mantar, Delhî hatine lidarxistin, hatin weşandin, hejmarek jinên ku beşdarî van xwepêşandanan bûne, bi pêla tacîz û tundiya serhêl re rûbirû man.
-

Li Îranê girtîgeh tije dibin û çalakî didomin
Li gel berdewamiya girtin û dayîna cezayên dadwerî, polîsan doz li Bîbî Noor Rigi, yek ji jinên ku li dijî madenên zêr ên Taftanê xwepêşandanê dikin, vekiriye. Rapor nîşan didin ku bi dehan girtî li Îranê hatine darvekirin.
-

-

FEMENA: Talîbanê Li Heratê 17 jin girtin
Rêxistina FEMENA diyar kir ku Talîbanê di 5 rojên borî de li Heratê herî kêm 17 jin bi zorê girtine. Ev operasyon û polîtîkayên tund ên li qadên giştî fikarên li ser binpêkirina mafên bingehîn ên jinan kûrtir dikin.
-

Li Silêmaniyê paneleke li ser fermana Şengalê hat lidarxistin
Salvegera 12’emîn a komkujiya li dijî gelê Şengalê, bi panelek bi beşdariya çalakvan, partiyên siyasî û welatiyan hat bibîranîn. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku tu çeteyek nehatiye darizandin.
-

Rojnamevan rastî lêpirsîna nûçeyên doza Gulîstan Doku hatin
Derbarê nûçegihana Îlke TV Zîlan Azad û endama Înîsiyatîfa Jinan a Pêwîstiya Min Bi Aştiyê Heye Selîn Topê de, ji ber roportaja wan a bi navê “Mêrên bi bedle satrancên xwe dilîzin, jin jî hewl didin bijîn” lêpirsîn hate destpêkirin.
-

Tavge Mohyedîn di parastina daran de şoreşeke zanistî bi pêş xist
Dr. Tavge Moheydîn bi riya pênaseya teknolojiya biyolojîk a yekem li cîhanê ji bo dermankirina birîn û penceşêra daran, pêşengiya şoreşeke zanistî ya kesk dike.
-

Îdiayên nû yên li ser rektorê YYU’yê: Ji doza Rojîn Kabaîşê heya tawanên zayendî
Gumanên li ser Rektorê Zanîngeha Yuzuncu Yilê Hamdullah Şevlî di doza Rojîn Kabaîş de kûrtir dibin. Ligel binpêkirinên ewlehiyê yên li kampusê, îdiayên nû yên êrîşa zayendî û zextên li ser xwendekaran derketin holê.
-

Fermana Şengalê li Mexmûrê hate bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna cangoriyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a li Şengalê bîranînek hate lidarxistin.
-

Di 12’emîn salvegera fermanê de li Şengalê meşeke girseyî hat lidarxistin
Di 12’emîn salvegera fermana 2014’an de li Şengalê meş û merasîm hatin lidarxistin. Banga xurtkirina yekîtiya navxweyî û gavên berbiçav hate kirin.
-

‘Em ê ji bo dîtina jin û zarokên winda yên Êzidî têkoşîna xwe geş bikin’
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê, di salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê de got, “Li Şengalê jiyana nû ya bi pêşengiya jinan hatî avakirin, nîşaneyeke xurt a berxwedana li dijî qirkirinê, îradeya avakirina siberojeke wekhev û azad û israra di jiyana demokrat