rojane
-

Rejîma Îranê di mehekî de 2 jê jin 67 kes darve kirin
Rejîma Îranê, di meha Tîrmehê de 9 jê girtiyên siyasî û 2 jin, bi giştî 67 kes darve kirin. 22 ji vana Faris, 10 Kurd, 10 Azerî (Tirk), 6 Lor, 5 Belûc, 5 Gîlek, 2 Tirkmen, yek Ereb û yek jî Efgan e.
-

REPAK: Xeteriya li ser gelê Êzîdî bi dawî nebûye
REPAK’ê diyar kir têkoşîna ku jinên Êzîdî dimeşînin xwedî cihekî dîrokî û mafdar e û got: “Jinên Êzîdî bi xwe-rêxistinkirinê re teqez wê azadiya xwe û ya gelê xwe mîsoger bikin.”
-

YPJ: Em ê bibin deng û îradeya Êzidiyên berxwedêr
Fermandariya Giştî ya YPJ’ê got ku “Garantiya tekane û pênasa rastîn a parastina civaka me ya Êzidî, tenê bi kûrkirina pergala xwerêveberiya demokratîk û naskirina fermî ya mafên wan ên siyasî û çandî pêkan e.”
-

Şerê li Sûdanê didome: 37 kes hatin kuştin
Bandorên pevçûna Sûdanê bi zêdebûna êrîşên bi dronan berdewam dikin. Bombekirina dadgeheke eşîrî ya li Bakurê Darfûrê bû sedema kuştin û birîndarbûna bi dehan sivîlan.
-

Kongra Star: Naskirina qirkirina Êzidiyan berpirsyariyek dîrokî ye
Li bajarê Qamişloyê Kongra Star di daxuyaniya ji bo bîranîna 12`emîn salvegera fermana Şengalê de got ku “Carek din bila qirkirin neyê jiyîn. Rojhilata Navînek azad, demokratîk û wekhev tenê bi têkoşîna hevpar a gelan dê pêkan be.”
-

Li Zîvala Rojava di mehekê de 600 kes hatine girtin
Navenda Lêkolînên Girtiyan a Filistînê eşkere kir ku di Tîrmeha borî de 600 kesên di nav de jin û zarok jî hene, li Zîvala Rojava û Orşelîmê hatine girtin û hejmara giştî ya girtinan ji destpêka şerê Xezayê ve gihîştiye 24 hezar û 600’î.
-

Mala Sînemayê ya Îranê bang li Mesûd Pezeşkiyan kir
Mala Sînemayê ya Îranê, di nameya xwe ya ji Serokomar Mesûd Pezeşkiyan re şand de, daxwaz kir ku zextên dadwerî yên li ser sînemevan û xebatkarên çand û hunerê werin rawestandin û ji bo şopandina pêvajoyê komîteyek serbixwe bê damezrandin.
-

Li Şengalê jiyan 5 deqe rawestiya
Di salvegera 3’ê Tebaxa 2014’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê li bîrdariya şehîdan a Solaxê merasîm hat lidarxistin. Di seat 10’an de jî li her derê Şengalê 5 deqe rêz hate girtin.
-

Abdullah Ocalan: Divê ji bo serketina pêvajoyê herkes bi berpirsyarî rabe
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, got ku “Hîn her tişt çareser nebûye. Ya girîng ew e ku ev gav rast bê fêhmkirin û ji bo serketina pêvajoyê herkes bi berpirsyarî rabe.”
-

Kongra Star û PYD: Bila aqûbeta windayan bê aşkerakirin
Bi boneya salvegera 12'emîn a komkujiya Şengalê, PYD û Kongra Star li Lubnanê sûcê ku ji aliyê DAIŞ'ê ve li dijî Êzidiyan hatiye kirin, şermezar kirin û gotin: “Eşkerekirina çarenûsa kesên hatine revandin û parastina jinan, pêwîstiyek lezgîn e.”
-

‘Jinên ducanî û şîrdêr ên li Rojhilatê Çadê di xetereyê de ne’
Rêxistina Bijîşkên Sînornenas, ragihand ku zêdetirî hezar jinên ducanî û şîrdêr ên li kampên penaberên Sûdanî yên li Rojhilatê Çadê, astên cûda yên kêmxwarinê dijîn. Rêxistinê, ji bo berdewamiya xebatên alîkariya mirovî banga piştgiriya lezgîn kir.
-

Dayîka Mustafa Karasu koça dawî kir
Haniy Karasû ya dayîka Mustafa Karasu ye, li nexweşxaneya li Çanakkaleyê ku lê dihat dermankirin,koça dawî kir.
-

Sara Reza: DAIŞ’ê xwest nasname û çanda Şengalê bi tevahî tune bike
Tevî ku 12 sal di ser Fermana 74’an de derbas bû jî aqubeta jinên Êzidî hê nayê zanîn. Siyasetmedar û aktîvîst Sara Reza, wiha got: "Jinên Êzidî hê li hinek welatan tên kirîn û firotin."
-

Têkoşîna ÎHD’ê ya çil salan: Em bi îsrara roja ewil berdewam dikin
Komeleya Mafên Mirovan a "di tarîtiya 12’ê Îlonê de" hat damezrandin, 40 salî ye. Endama Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya ÎHD'ê Gulseren Yolerî, diyar kir 40 sal in ji bo parastina mafên mirovan têkoşîna xwe didomînin.
-

Feleknas Uca: Şengal di nava bêstatubûn û xemsariyê de tê hiştin
Siyasetmedar Feleknas Uca di 12’emîn salvegera fermanê de diyar kir ku tevî berxwedana xweser û hewldana ji bo jiyaneke nû, statuya Şengalê hîn jî ji ber polîtîkayên hikûmetan di nava qeyran û bêdengiyê de hatiye hiştin.
-

Ciwanên Şengalê ji bo bîranîna 12 siwariyan dimeşin
Bi boneya 12’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê û di çarçoveya bîranînên ferman, komkujî û cangoriyên 3’ê Tebaxa 2014’an a li Şengalê de, bi pêşengtiya Yekîtiya Ciwan û Jinên Ciwan a Êzîdxanê meşeke dirêj tê lidarxistin.
-

Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê piştî hevdîtina 3 seatan a bi Rêber Abdullah Ocalan re vegeriya. Hat ragihandin ku dê sibê derbarê hevdîtinê de daxuyaniya nivîskî bê dayîn.
-

TJA’yê çalakiya hastaga #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin
TJA'yê, bi boneya salvegera êrişên qirkirinê ya li ser Êzidiyan, li ser platforma X’ê #3êTebaxêJiBîrNekin da destpêkirin.
-

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê, ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike, çû Girava Îmraliyê. Piştî hevdîtinê tê payîn ku heyet daxuyaniyê bide.
-

Mesûme Qasimîpûr: Ez ê dest ji gotina ‘ji darvekirinê re na’ bernedim
Lîstikvana Îranî û girtiya siyasî ya berê Mesûme Qasimîpûr, bertek nîşanî gefên dadwerî yên li dijî dijberên cezayên darvekirinê da û got: "Hûn nikarin dengê ji bo parastina rûmeta mirovan bibirin.