Girtîgeha Bender Ebas jî tevlî kampanya “Sêşema Na ji Darvekirinê re” bû
Kampanyaya li dijî cezayê darvekirinê ku du sal û 8 meh berê li Girtîgeha Qizilhesarê dest pê kiribû, berfireh dibe. Girtiyên Bender Ebas jî ragihandin ku ew ê jî roja Sêşemê tevlî greva birçîbûnê bibin û bi vê yekê re hejmara girtîgehan bû 63.
Navenda Nûçeyan – Nêzî du sal û 8 meh in kampanyaya “Sêşema Na Ji Darvekirinê re” li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kiriye. Kampanyaya ku di destpêkê de ji aliyê girtiyên siyasî yên girtîgeha Qizilhesar a Kerecê ve hatibû destpêkirin, piştre gav bi gav berfireh bû, gihîşt girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê. Girtîgehên Urmiye, Seqiz, Sine, Îlam û gelek girtîgehên din jî dûre tevlî bûn. Li gorî daxuyaniya herî dawî, ev kampanya niha di hefteya xwe ya 138'an de ye.
Destpêka kampanyayê û berfirehbûna wê
Girtiyên Girtîgeha Bender Ebas ya li parêzgeha Hormozganê ragihandin ku ew ê beşdarî kampanyaya “Sêşema Na Ji Darvekirinê re” bibin. Li gorî daxuyaniyê, girtî dê dê roja 22ê Îlona li dijî sepandin û cîbicîkirina cezayên darvekirinê dest bi greva birçîbûnê ya heftane bikin.
Girtîgeha Bender Ebas tevlî kampanyayê dibe
Bi beşdariya Girtîgeha Bender Ebas, hejmara girtîgehên ku beşdarî vê kampanyayê dibin gihîşt 63 girtîgehan. Li gorî daxuyaniya girtiyan, greva birçîbûnê dê her hefte hevdem bi girtiyên li girtîgehên din re berdewam bike. Beşdarên vê tevgera protestoyî, nerazîbûna xwe li dijî bikaranîn û bicihanîna cezayê darvekirinê anîn ziman.
Berfirehbûna qada protestoyan
Kampanyaya "Sêşema Na Ji Darvekirinê re" ku bi grevên birçîbûnê yên heftane yên girtiyan li girtîgehên cuda pêk tê, di mehên dawî de berfirehtir bûye û niha girtîgehên li parêzgehên cuda yên welat jî tê de cih digrin. Bi tevlîbûna Girtîgeha Bender Ebasê re, qada erdnîgariyê ya vê tevgera protestoyî berfireh bûye û gihîştiye parêzgeha Hormozganê jî.