Akademiya Lêkolînên Zanistî: Zimanê Kurdî stûnek sereke ya hebûna neteweyî ye

Li bajarê Qamişlo yê, Akademiya Lêkolînên Zanistî têkildarî girîngiya parastina zimanê dayîkê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de tê diyar kirin ku zimanê Kurdî bingehê sereke yê nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê ye.

Qamişlo – Ziman di her civakê de ne tenê amûreke ragihandinê ye, stûnek sereke ya nasname, çand û hebûna neteweyî ye. Ji ber vê yekê, helwest û xebatên ku li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastin, pêşvebirin û perwerdehiya bi zimanê Kurdî têne meşandin bi awayekê zanist berfireh dibe.  

Di demek ku li Sûriyeyê li ser pêşeroja perwerdê û rêbazên nû yên Wezareta Perwerdehiyê nîqaş berdewam dikin de gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê çalakiyên xwe bê navber û bi îdeayek mezin didomînin.

Di vê çarçoveyê de, Akademiya Lêkolînên Zanistî ya bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê têkildarî girîngiya parastina zimanê dayîkê daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyanî li pêşiya ofîsa Komîseriya Bilind a a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), ya bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê hat dayîn. Li ser navê Akademiya Lêkolînên Zanistî  Mihdî Hesen daxuyanî xwend.

‘Ev yek binpêkirina mafê bingehîn ê mirovan e’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di van guhertinên siyasî yên ku li Sûriyê rû didin û di nav nîqaşa neteweyî ya li ser pêşeroja demokratîk û pirreng a welatê de, Akademiya Lêkolînên Perwerdehiyê bi baldarî û berpirsiyariyeke mezin pêşveçûnên têkildarî mafên zimanê Kurdî li Sûriyeyê, bi taybet di qada perwerde û hînkirinê de, dişopîne û wiha hate gotin:

“Zimanê Kurdî ne tenê amûrek ragihandinê ye, yek ji bingehên sereke yên nasnameya çandî û hebûna neteweyî ya gelê Kurd li Sûriyeyê û parçeyek ji tevna dewlemend a çandî û zimanî ya civaka Sûriyê ye. Gelê Kurd bi dehsalan ji ber polîtîkayên înkarkirin û dûrxistinê ji mafên xwe yên bingehîn ên zimanî û çandî bêpar hatiye hiştin. Ev yek binpêkirineke eşkere ya mafên bingehîn ên mirovan e.”

‘Ev biryar bersivê nade daxwaz û hêviyên gelê Kurd’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tevî derxistina Biryara Serokatiyê ya bi hejmar 13 a sala 2026’an, ku welatiyên Kurd wek pêkhateyekî resen ê gelê Sûriyeyê nas dike û zimanê Kurdî wek zimanekî neteweyî qebûl dike û destûr dide ku li herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde be zimanê Kurdî bê hînkirin, sepandina vê biryarê di pratîkê de valahiya mezin a di navbera nivîsê û rastiyê de eşkere kiriye û wiha dom kir:

Biryarê Wezareta Perwerde û Hînkirinê ya Sûriyeyê ku di 27’ê Tebaxa 2026’an de hatiye derxistin û hînkirina zimanê Kurdî tenê bi sê dersên heftane ve sînordar dike û wê wek dersa bijartî an jî çalakiyeke çandî dihesibîne, bersivê nade daxwaz û hêviyên gelê Kurd û bi prensîba mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê re nakok e; mafekî ku di belge û peymanên navneteweyî yên mafên mirovan de hatiye parastin.”

Di daxuyaniyê de ev daxwazên xwe rêzkirin:

1. Naskirina destûrî ya tevahî ya zimanê Kurdî wekî zimanekî fermî li Sûriyeyê, li gel zimanê Erebî, û garantîkirina bikaranîna wê di qada giştî û saziyên fermî û perwerdeyê de, li gorî prensîbên hemwelatiyên wekhev û pirrengiya ku pêşeroja Sûriyeya demokratîk li ser ava dibe.

2. Pejirandina zimanê Kurdî wek zimanê bingehîn ê perwerdeyê li herêmên ku nifûsa Kurd lê zêdene, ne tenê wekî dersa bijartî ya ku bi sê dersên heftane ve sînordar e. Mafê perwerdeyê bi zimanê dayîkê mafek bingehîn e û bi çend saetan nayê kêmkirin, nikarin derfetê bidin xwendekaran ku zimanê xwe baş hîn bibin, bi wî zimanî bifikirin û afirîner bin.

3. Pêşxistina dersname û pirtûkên dibistanê bi zimanê Kurdî, bi hevkariya pispor û saziyên perwerdeyê yên Kurdî û dabînkirina kadroyên perwerdeyê yên jêhatî ji bo hînkirina hemû dersan bi zimanê Kurdî.

4. Nasîn û parastina mafên mamoste û mamosteyên jin ên ku salên xwe ji bo pêşxistina perwerdeya bi zimanê Kurdî terxan kirine û garantîkirina beşdariya wan a çalak di her reforma perwerdeyê ya pêşerojê de, her wiha parastina ezmûn û destkeftiyên wan ên pîşeyî.

5. Rakirina hemû polîtîkayên cûdakariya zimanî û dûrxistina zimanî di qada giştî de û garantîkirina rêzgirtinê ji cûrbecûrbûna çandî û zimanî ya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê, wekî garantiyeke bingehîn ji bo aştiya civakî û aramiya domdar li Sûriyeyê.

‘Em Sûriyeyek wekhev dixwazin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Em li Akademiya Lêkolînên Perwerdeyê bang li hemû hêzên neteweyî û demokratîk, saziyên perwerdeyî, mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan dikin ku piştgirî bidin van daxwazên rewa û ji bo dadperweriya zimanê Kurdî û garantîkirina mafê zarokên Kurd ku bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde bibin, bixebitin.

Sûriya ku em li bendê ne, Sûriyeya welatiyên wekhev û demokratîk e”