rojane
-

Di 24 saetan de 640 êrîş
Di 24 saetên dawî de li herêmên cuda yên Îranê bi sedan êrîş hatine tomarkirin û di encamê de bi dehan mirin û birîndarî çêbûne.
-

Li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê agirê Newrozê pêket
Ruxmê şer, komkujî, zor û zehmetiyan jî li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê agirê azadiyê, agirê Newrozê pêket.
-

Têkoşîna jinên sendîkavan
Jinên di nav sendîkayê de gelek caran şahidên zext û bêdengiyê ne ku di paş dîwarên bilind ên sektora taybet de tê veşartin. Komîteyên jinan niha li qada ne û têkoşînek dimeşînin da ku vê rastiya dijwar a ku jinên karker pê re rû bi rû ne biguherînin.
-

Du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan
Di encama bombebarana li ser Tehranê de du jinên Kurd jiyana xwe ji dest dan.
-

Ji ber rewşa hewayê pîrozbahiyên Newrozê hate teloqkirin
Ji ber şert û mercên hewayê li hen bajarên Rojavayê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê hatin teloqkirin.
-

HRANA rapora salekê eşkere kir
Li Îranê binpêkirin berdewam dikin. Di sala dawî de 78 hezar 907 kes hatine girtin.
-

Êrîşên Hêzên Piştgiriya Lezgîn li ser Sûdanê
Dronên Hêzên Piştgiriya Lezgîn di sibeha Cejna Remezanê de li bajarê El-Dabbah li bakurê Sûdanê santrala elektrîkê û tesîsên bajarî hedef girtin, elektrîka bajêr qut kirin û sê kes birîndar kirin.
-

Di siya şer de Newroz
Bi hatina Newrozê re, Tehran atmosferek ji salên berê cudatir dijî; şer bandor li bazaran kir û tevgera bazarê lewaz bû, ruxmê tirs û tarîtiyê şêwazê jiyana gel nîşan dide ku jiyan berdewam e û hêvî heye.
-

YPJ: Emê bibin ronahiya siberojên azad
Yêkîneyên Parastina Jin YPJ'ê bi boneya Cejna Remezanê û Newrozê daxuyaniyek da û diyar kir ku têkoşîna wan wê bê navber dewam bike.
-

Ji bo mafê hêviyê kampanya îmzeyan a navneteweyî
Komîteya Parastina Navneteweyî ya 'Mafê Hêviyê' ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi cih anîna mafê hêviyê dest bi kampanyayeke îmzeyan a navneteweyî kir.
-

Şafak Erkmen: Me pêvajoyên zor bi têkoşîna xwe anî van rojan
Ji bo Newrozê jin li her qadan bi coş amadekariyan dikin. Seroka Komeleya Jinan a STAR Şafak Erkmen Ozanlî, diyar kir ku dê Newroza 2026’an ji bo jinan bibe ‘Newroza Azadiyê.’
-

‘Agirê li lûtkeyên çiyayan dilê me geş dike’
Jinên Kurd weke pêşengên parastina çandê li dijî tarîtiyê Newroz pîroz kirin. Bi pêxistina agirê Newrozê, peyama aştî û azadiyê dan cîhanê. Etaw Abdurehman a ji Silêmanî got ku bila Kurd bi cilên Kurdî Newrozê pîroz bikin.
-

Di dilê şer de aloziya rêwayîtiya dadwerî
Di hefteya sêyemîn a şerê di navbera Îsarîl-DYE li dijî Îranê de, zîndanên Îranê bûne navendên bêdeng ên aloziya mirovî, rawestandina qanûnan û kêmbûna mezin ya derfetan jiyana girtiyan, bi taybetî jî jiyana jin û zarokan dike metirsiyê.
-

Daxwazên herî girîng ên jinên Til Temir ê ji bo Newroza îsal çi ne!
Lidarxistina Kongreyek Neteweyî, naskirina îradeya jinan li Rojava û pêşvebirina jiyana hevbeş di navbera hemû neteweyan de, ji daxwazên herî girîng ên jinên Kurd û Ereb in ku pêşwaziya Newroza 2026’an dikin.
-

Li Efrînê di 8 salan de 300 hezar Kurd bi zorê koçber bûn
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, di salvegera 8’an a dagirkirina herêmê de ragihand ku herî kêm 300 hezar Kurd ji cihên xwe bûne, bi sedan kes hatine qetilkirin û demografî hatiye guhertin.
-

Kongra Star kampanyaya xwe ya berhevkirina îmzeyan bi dawî kir
Kongra Star kampanyaya xwe ya berhevkirina îmzeyan ji bo serbestberdana girtiyan û eşkarekirina çarenûsa kesên ku ji hêla cîhadîstên HTŞ’ê ve hatine girtin, bi dawî kir.
-

Projeyek ji bo Yekîtiya Neteweya Kurd ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’
Zêdetirî 209 kesayetan bi dirûşma ‘Yek e, Yek e, Yek e, gelê Kurd Yek e’ projeyek neteweyî ji bo yekîtiya gelê Kurd dan destpêkirin.
-

UNHCR: Xelkê Îranê ber bi gundan ve koç dikin
Li gorî rapora UNHCR’ê ji destpêka şerê Îsraîl-DYE li dijî Îranê, heta niha 3 milyon 2 hezar kes ji cihên xwe koçber bûne.
-

Roja 20’an a şer
Şerê Îsraîl-DYE û Îranê di roja 20’an de didome. Îsraîl bi êrîşên sekvanî navên asta jor ên Îranê dike hedef, Îran jî êrîşî welatên Kendavê dike. Heta niha di êrîşan de hezar û 369 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-

Jineke Efgan jinên li Îranê hişyar dike: Azadî bi desteka hêza gel bi xwe ve tê
Aktîvîsta Efganî Mîna Behram ezmûna şer û hebûna hêzên biyanî li welatê xwe dinirxîne û hişyariyê dide ser dubarekirina vê yekê li Îranê û dibêje: “Rizgarbûna ji zordariyê tenê bi têkoşîna berdewam pêk tê.”