Dayîkên Şemiyê çalakiya xwe ya hefteya hezar û 101’emîn li dar xistin

Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar 101’emîn ku li Qada Galatasarayê kom bûn, ji bo Mehmet Şerîf Avşar ê beriya 32 salan di bin çavan de hat qetilkirin edalet xwestin.

Stanbol – Dayîkên/Mirovên Şemiyê bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” di hefteya hezar û 101'emîn de li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar xistin.

Dayîkên Şemiyê, endam û rêveberên ÎHD’a Stenbolê û gelek parêzvanên mafên mirovan tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin, li kujerên Mehmet Şerîfe Avşar ê ku di 22'yê Nîsana 1994'an de hatibû binçavkirin û paşê hatibû kuştin hat pirsîn. Metna daxuyaniyê ji aliyê endama Dayîkên Şemiyê Setenay Yarici ve hat xwendin.

Çîroka Mehmet Şerîf Avşar

Setenay Yarici diyar kir ku 32 sal in ji bo Mehmet Şerîf Afşar edaletê dixwazin û wiha got: “Dîroka Tirkiyeyê ya nêz bi binpêkirina mafên mirovan û parastina kiryaran tê zanîn. Tevahî dozên windakirinan heta îro bi awayekî baş nehatine birêvebirin. Di dozên ku hatine vekirin de edalet bi cih nehat. Li pêşiya heqîqetê dîwar hatiye danîn. Doza Mehmet Şerîf Avşar jî yek ji wan dozan e. Mehmeh Şerîf Avşar di 28 saliya xwe de dema li Amedê dijiya, hat windakirin. Li navçeya Yenîşehîra Amedê bi birayên xwe re dixebitî. Di 22'yê Nîsana 1994'an de kesên ku cilên sivîl li xwe kiribûn, bi hinceta ‘îfadeya wî heye’ xwestin Mehmet Şerîf bibin û bixin binçavan. Birayên Mehmet Şerîf, îtîraz kirin û nasnameya kesên sivîl xwestin. Paşê çawişê pispor ê endamê JÎTEM'ê Gultekîn Sutçu hat û nasnameya xwe ya leşkerî nîşan da, ji malbata rê got ‘em ê îfade bigrin û berdin.’ Lê dîsa jî malbat qanih nebû, paşê gef jî li malbatê xwarin. Mehmet Şerîf jî neçar ma ji bo malbata xwe biparêze bi wan re biçe. Li gorî çavkaniyan koma ku ji 7 kesan pêk dihat, Mehmet Şerîf birin Fermandariya Leşkeran a Saraykapiyê ku wekî navenda JÎTEM'ê dihat nasîn. Malbat wê demê li Mehmet Şerîf dipirse lê bersiva ‘di bin çavan de nîn e’ didin lê belê malbatê kesên ku Mehmet Şerîf biribûn li bexçeya fermandariyê dîtibûn.”

‘Di bin çavan de hat qetilkirin’

Setenay Yarici destnîşan kir ku serlêdanên ÎHD, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bêencam mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Piştî 2 hefteyan bedena Mehmet Şerîf Avşar ê ku îşkence lê hatibû kirin li ser riya Licê hat dîtin. Li gorî biryara dadgehê, ‘Mehmet Şerîf bi wesayîda leşkeran hatibû binçavkirin û paşê jî hatibû kuştin.’ Lê dîsa jî kiryar hatin parastin. Piştî darizandina bi salan, cerdevan Omer Gungor 20 sal ceza girt û îtîrafkar Mesût Mehmetoglû, cerdevan Yaşar Gunbati, Azîz Elbey û Zeyat Akçin 6 sal ceza xwarin. Piştî bûyerê 14 salan li çawişê pispor Gultekîn Sutçu 30 sal ceza hat birîn. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di 10’ê Tîrmeha 2001’ê de biryar da û got ku divê Mesût Mehmetoglû û 5 cerdevan jî wekî kujer werin darizandin, berpirsyar derbikevin holê lê belê ev biryar pêk nehat. Piştî 32 salan em dîsa dipirsin çima berpirsyar hatin parastin?”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê, bi dawî bû.