rojane
-

Li Mexmûrê di bin ronahiya meşaleyan de wêneyê Mazlum Doxan
Li wargeha penaberan a Mexmûrê agirê Newrozê bi xêzkirina wêneyê Mazlum Doxan geş bû; Hunera ku ji destê xwendekaran derket bû ronahiya qadê û bi hezaran dil dibin siya wêneyekê de bûn yek.
-

Di Rojhilata Navînde xeteriya biçîbûnê
Bernameya WFPˊê ya ser bi Neteweyên Yekbûyî ve hişyarî da ku heke şerê li Rojhilata Navîn bidome, dibe ku nêzî 45 milyon kesên din bi bêewlehiya xwarinê ya mezin re rû bi rû bimînin.
-

Rapora NY: Êrîşa dijî Girtîgeha Evînê sûcê şere
Rapora NY, ji aliyê Îsraîlê ve hedefgirtina Girtîgeha Evînê wek sûcê şer bi nav kir, binpêkirinên mafan ên sîstematîk ên li Îranê xist çarçoveya ‘sûcê dijî mirovahiyê’.
-

Konferansa jinan bi encamnameyek bi dawî bû
Konferansa jinan a “Werin em bi hev re ji bo mîsogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin” bi encamnameyê bi dawî bû.
-

Şerê Îsraîl-DYE û Îranê di roja 18’an de ye
Êrîşêne fuzeya balistîk a Îranê û operasyonên hewayî yên Îsraîl-DYE didomin, pevçûn ji Lubnanê heta Kendavê berfireh bû. Windahiyên sivîl zêde dibin, bi milyonan kes koçber dibin.
-

Foza Yûsif: Qismek ji entegrasyonê pêk hat lê qismek jê hê aloz in
Endama Desteya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif di konferansa jinan de mijara entegrasyonê nirxand û got ku qismek ji entegrasyonê pêk hat lê qismek jê hê aloz in.
-

Sarya Efrîn: Ger armanc Sûriyeya demokratîk be ev bê jin nabe
Konferansa jinan a ji bo di destûra Sûriyeyê de misogerkirina mafên jinan hat destpêkirin didome. Fermandara YPJ’ê Sarya Efrîn ya ku di konferansê de nirxandinan kir, got: ‘’Ger armanc Sûriyeya demokratîk be ev bê jin nabe.’’
-

SOHR: di 15 rojan de 74 sivîl li Sûriyeyê hatin kuştin
SOHR’ê ragihand ku Ji destpêka meha Adarê ve heta niha li Sûriyeyê 74 mirovên sivîl di bûyerên cuda de hatine kuştin.
-

Li dijî nexweşxaneya li Kabulê êrîş: Herî kêm 400 kes hatin qetilkirin
Di êrîşa hewayî ya li dijî navenda tedawiya madeyên hişbir a li Kabulê de herî kêm 400 kes hatin qetilkirin. Rêveberiya Efganistanê êrîş wek ‘der mirovî’ bi nav kir, Pakistan diyar kir ku hedef ‘endamên leşkerî’ ne.
-

Leyla Mirghafarî hate binçavkirin: Fikarên darvekirinê zêde dibe
Aktivîsta siyasî û girtiya berê ya siyasî Leyla Mirghafarî, li mala xwe hate binçavkirin. Muhsînî Ejeî carek din gefa darvekirina muxalîfan xwar û fikarên derbarê rewşa kesên dibin çavan de zêde dibin.
-

Bi zêdebûna êrîşan li Xezayê rêjeya tundiyê jî zêde dibe
Neteweyên Yekbûyî li ser xirabûna mercên jiyanê û ewlehiyê li Xezayê û Şerîaya Rojava hişyarî da û da zanîn ku tundî jî bi zêdebûna êrîşan zêde bûye.
-

Konferansa jinan a ji bo misogeriya mafan li Qamişloyê destpê kir
Jinên ji Rojavayê Kurdistanê bi dirûşma ‘Werin em bi hev re ji bo misogeriya mafên jinan di destûra Sûriyeyê de têbikoşin’ li bajarê Qamişloyê dest dest bi konferansê kirin.
-

Li Îranê teqînên li pey hev: Windahiyên canî giha 1351’an
Li gel domandina êrîşên hewayî li dijî Îranê û li pey hev li bajarên cûda dengê teqînan, windahiyên canî giha hezar û 351’an. Tenê duh herî kêm 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 31 sivîl birîndar bûn.
-

‘Bi hêviya ku ev bibe Newroza azadî û wekheviyê’
Hunermendên jin ên Qamişloyî ku balkişandin ser girîngiya Newrozê, gotin ku “Em di wê hêviyêde ne ku ev Newroz bibe Newroza wekhevî û azadiyê.”
-

Vekirina rêya M4 gaveke girîng û stratejîk e
Cîgira Meclisa bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Madlên El-Ibêd destnîşan kir ku rêya M4 mifteyek stratejîk, aborî, siyasî û mirovî ye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-

Muhafizên Şoreşê gef li welatiyan dixwin
Hêzên Muhafizên Şoreşa Îslamî gefê li welatiyên ku li ser xeta sînorî ya Herêma Kurdistanê dijîn dixwe, diyar kirin ku mafê wan yên çûyîna xeta sînor nîne. Şertên şer wek hincet nîşan didin.
-

‘Bila Helebce wek ‘Qirkirin’ bê nasîn!’
Li gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên cûda kesên di kîmyabarana Helebce ya 16’ê Adarê 1988’an ku rejîma Sedam pêkanî de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn û ji Tirkiyeyê hate xwestin ku vê komkujiyê wek ‘Qirkirin’ nas bike.
-

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Divê bîra Helebceyê bibe hêza yekitiya me
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd li ser salvegera Komkujiya Helebceyê daxuyaniyek da û got: “Ji bo parastina hebûna gelê Kurd, rûmet û azadiya wî, bîra Halepçeyê divê bibe hêza herî mezin a têkoşîna me û yekîtiya me.”
-

SOHR: 51 jin û 80 zarok hatine qetilkirin
SOHR diyar kir ku ji destpêka îsal ve bi kêmanî 51 jin û 80 zarok li herêmên cûda yên Sûriyeyê hatine qetilkirin.
-

Li Til Temir ji bo bîranîna Helebce 5 deqe rêz hate girtin
Xelkê Til Temir ji bo bîranîna enfala Helebceyê, 5 deqe rêz hate girtin. Jinên beşdarî rêz girtinê bûne gotin: “Wê li dijî dîktatorên Kurdistanê û qatilê gelê me, serhildan û şoreşên me heta bidestxistina statuyê, bidome.”