Xizmên windayan: Heta heqîqet derkeve holê dê têkoşîna me bidome
Xizmên windayan li aqûbeta Nezir Tekçî û Ahmet Tekîn, kiryarên Mustafa Suman û Mehmet Şerîf Avşar pirsîn û banga edaletê kirin.
Navenda Nûçeyan – Xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), bi daxwaza "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" li gelek bajaran daxuyanî dan.
Amed
Xizmên windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolûyê ya navçeya Rezan a Amedê di hefteya 899’emîn de çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’a Amedê, Dayîkên Aştiyê, rêveberên rêxistinên sivîl û gelek kes tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyê kesên hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de li kujerên Mehmet Şerîf Avşar hate pirsîn.
Di çalakiya de, nûnerên saziyan û parêzvanên mafên mirovan axivîn û xwestin aqûbeta windakiriyan bê aşkerakirin û kiryar bên darizandin. Dû re Endamê Komisyona Mafên Mirovan a Şaxa ÎHD’a Amedê Yahya Polat di çalakiyê de çiroka Mehmet Şerîf Avşar ku di 10'ê Gulana 1994'an de li navçeya Yenîşehîr a Amedê hatibû windakirin û piştî du hefteyan bedenê wî di avahiyek xerabe de hatibû dîtin xwend. Yahya Polat da zanîn ku Mehmet Şerîf Avşar ji aliyê çawîşê pispor Gultekîn Sutçu û sê cerdevanan ve bi darê zorê hatiye birin û xwest faîlên wî bên aşkerakirin.
Daxuyanî, bi çalakiya rûniştinê bi dawi bû.
Colemêrg
Komîsyona Windayan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê û xizmên windayan çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" a di hefteya 225'an de ye, li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta li ser “Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin” hat vekirin û wêneyên kesên hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de malbat û mafparêzan aqûbeta welatî Nezîr Tekçî (25) yê di 25'ê Nîsana 1995'an de li gundê Yekmala Jor a girêdayî Geverê hat binçavkirin û careke din agahî jê nehat stendin pirsîn.
Metna daxuyaniyê ji hêla Berdevkê Komîsyona Windayan û endamê ÎHD'ê Eren Baskin ve hat xwendin. Eren Baskin çîroka Nezîr Tekçî vegot û behsa rabirdûya dosyayê kir. Eren Baskin anî ziman ku dosyaya Nezîr Tekçi, mînaka herî berçav a polîtîkaya bêcezahiştinê ye ku li Tirkiyeyê tê meşandin û got: “Kiryar diyar e, bûyer diyar e, rastî li ber çavan in, lê ceza tune ye. Em ê ji bo derxistina heqîqetê û ji bo edaleta Nezir Tekçî yê ku hat qetilkirin, daxwaza xwe bidomînin û ji bo cezakirina berpirsiyaran bi darizandineke rastîn, dengê xwe bilind bikin.”
Daxuyanî, bi çepikan bi dawî bû.
Êlih
Şaxa ÎHD’a Êlihê û xizmên windayan di hefteya 735'emîn de çalakiya xwe ya bi navê “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê li dar xist. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê û xizmên windayan amade bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine windakirin û kuştin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Ahmet Tekîn ê ku di Gulana 1994'an de piştî ku li navçeya Licê ya Amedê hate binçavkirin careke din agahî jê nehate girtin, hate pirsîn. Rêveberê Şaxa ÎHDa Êlihê Huseyîn Elçî çîroka Ahmet Tekîn xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
Riha
Şaxa ÎHD’a Rihayê û xizmên windayan li ber AVM ya Novada Parkê hatin ba hev û di hefteya 73'emîn a çalakiya xwe de li kiryarên Mûstafa Sûman pirsîn. Di çalakiyê de kesên di binçav de hatine kuştin û windakirin hatin hilgirtin. Rêveberê Şaxa ÎHD a Rihayê Ahmet Dogan çîroka Mûstafa Sûman xwend.
Çalakî, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.