rojane
-

RONAK li dijî darvekirinan bang kir
Federasyona Jinên Rojhilat (RONAK) bi daxuyaniyekê destek da bangên sekinandina cezayên darvekirinê û têkoşîna mafê jinan. Her wiha daxwaza berdana girtiyên siyasî kir.
-

Li ser lêpirsîna Gulistan Doku daneyên nû
Li gorî raporên tengkirî, roja ku Gulistan Doku winda bû û beriya wê, di nav de kurê waliyê demê Mustafa Turkay Sonel daneyên stasyona bazê yên hin kesan, bi daneyên Gulistan Doku re li hev dikin.
-

Sozdar Avesta: Pêvajo nikare bi yekalî bimeşe
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta, diyar kir ku baweriya wan bi nirxê ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ava kiriye tam e û wiha got: “Em bi hêza Rêber Apo ya çareseriyê bawer in."
-

Qamişloyî ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re rabûn ser piyan
Di çalakiya ku Jinan li Rojava ji bo piştgiriya bi YPJ’ê re li Qamişlo pêk anî de, peyama “Çawa ku me bi têkoşîn û berxwedaniya xwe hêza xwe ya YPG’ê da qebûlkirin, bi israr û têkoşîna xwe emê YPJ jî bidin qebûlkirin hat dayin."
-

Li Girtîgeha Vekîlbad a Meşhedê 30 jinên girtî di şertên xirab de tên girtin
Li gorî raporan, 30 jinên ku di mehên dawî de hatine girtin, di beşa karantîna ya qawîşa ‘Arameş’ ya girtîgeha Vekîlbad a Meşhedê, di şertên xirab û ji derfetan bê par tên girtin.
-

Li Morîtanyayê 4 sal cezayê girtîgehê li du parlementerên muxalif birîn
Li Morîtanyayê 2 parlementerên muxalif, 4 sal cezayê girtîgehê xwarin. Li gor rayedaran sûcê van her du kesan ew e ku heqaret li sembolên netewî kirine û nefretê teşwîq kirine. Ev doz cardin rê li ber nîqaşên azadiya civakê vekir.
-

Yekîtiya Jinên Ermen: Bila hikûmeta demkî YPJ’ê bipejirîne
Koordînatora Yekîtiya Jinên Ermen Anahîd Kasabiyan diyar kir ku pêwîst e hikûmeta demkî YPJ’ê nas bike û got “Ev pejirandin nayê wateya pejirandina siyasî, ew rê li ber diyalogê vedike ku beşdariya her kesî di teşedana pêşerojê de mîsoger dike.”
-

NY’ê hişyariya ‘li Maliyê xirabûneke cidî ya rewşa mafên mirovan’ kir
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî piştî êrîşên berfireh ên ku di dawiya Nîsanê de ji aliyê komên çekdar ve hatin kirin û di encamê de gelek sivîl hatin kuştin, hişyariya xirabûneke rewşa mirovî li Maliyê dide.
-

JINNEWS: 25 jin hatin qetilkirin, 14 mirinên bi guman
Li gorî çeteleya tundiyê ya meha Nîsanê ya JINNEWS’ê, di mehekê de herî kêm 25 jin û zarokek hatine qetilkirin, 14 jin û zarok jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Kurdistan û Îran di navbera şerê veşartî yê korîdorên cîhanê de ne – GOTAR
Tiştê ku li ser Îran, Rojhilata Navîn û sînorên bêaram ên Kurdistanê diqewime, wek şerê Îran-Îsraîlê, rageşiya di navbera Tehran û Washingtonê de, Tengava Hurmuzê, pirsgirêka nukleerî, agirbesta ne aram û danûstandinên bê encam tê binavkirin.
-

‘Pêwîste Zimanê Kurdî bibe zimanê duyemîn li ser asta Sûriyeyê’
Mamosteya Zimanê Kurdî Henan Bekir û Xwendekara beşa Çandiniyê ya Zanîgeha Rojava Hundirîn Îsa gotin ku “Ziman hebûna her miletek e, ji ber ku her welatiyek di cîhanê de xwedî ziman û nasnameyek e.
-

Songul Guler: Pergal şêweyekî nû û xeternak dide civakê
Endama Komîteya Jineolojî ya Mexmûrê Songul Guler, têkildarî êrişên dawî yên li ser jin û zarokan zêdebûne ji ajansa me re axivî û diyar kir ku hişmendiya desthilatdar bi bêcezakirinê rê li ber rizîna civakê vedike.
-

‘Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em ê têbikoşin’
Gelê Mexmûrê ev nêzî sê salane bi biryardariyek xurt ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dinava çalakiyê de ne. Çalakvan bi baweriyek mezin tevlê çalakiyê dibin û çalakî bi koma 198’an didome.
-

Rêxistina Serbixwebûna Jinê: Ne naskirina YPJ’ê ramaneke DAÎŞ’î ye
Rêxistina Serbixwebûna Jinê ya li Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ji bo YPJ’ê ragihand. Rêxistina Serbixwebûna Jinê di daxûyaniyê de helwest û nêzîkatiyê hikûmeta demkî weke berdewamkirina ramanê DAÎŞ’ê binav kir.
-

Li Koyê Enfal bi hişê çêkirî hat bibîranîn
Li Koyê Enfal û êrîşên kîmyewî bi fîlm û belgefîlmên ku bi rêya bikaranîna hişê çêkirî hatine çêkirin hatin bibîranîn, di heman demê de girîngiya belgekirina dîrokê hat destnîşankirin.
-

Di meha Nîsanê de 26 jin hatine kuştin
Di meha Nîsanê de, 26 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û 23 jin jî di bin şert û mercên gumanbar de mirine.
-

Li dijî girtiyên jin ên girtîgeha Evînê qedexeya hevdîtinê û zext zêde dibin
Li Îranê bi hinceta ku beşdarî kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinan re’ bûne mafê hevdîtinê yê 7 girtiyên siyasî yên jin hate astengkirin. Parêzvanên mafê mirovan van pêkanîna wek hewldana tepeserkirina dengên li dijî darvekirinan di nirxînin.
-

Meclîsa Îranê destekê dide darvekirinan
Li Îranê 63 parlementeran, destek dan biryara darvekirinê ya piştî xwepêşandanên meha Çileyê hatî dayîn û sipasiya darazê kir, ev yek rastî bertekan hat. Parêzvanên mafê mirovan vê rewşê wek sazîbûna polîtîkayên zextê di nirxînin.
-

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilat: Ji bo mafê jiyanê bibin yek
Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê bertek nîşanî darvekirinên girtiyên siyasî yên li Îranê dan û banga piştevaniya di asta neteweyî û navneteweyî de kir. PJAK’ê jî destek da bangê.
-

Ji ber Mirina Semiye Reşîdî protesto kirin: 6 meh ceza
Du girtiyên siyasî ku li girtîgeha Qerçekê tên ragirtin Şîva Îsmaîlî û Elahe Fuadî, ji ber mirina Semiye Reşîdî protesto kirin, her yek jê 6 meh din cezayê girtîgehê lê hatin birîn