rojane
-

Li Efganistanê tundiya mêr: 13 jin û 8 zarok hatin qetilkirin
Li Efganistanê di meha Tîrmeh û Tebaxê de 13 jin û 8 zarok hatin qetilkirin. Her wiha 5 jin bi awayekî guman mirin û cenazeyên du zarokan jî di çem de hate dîtin.
-

‘Jinên Cezayîrê di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de dimînin’
Çalakvana mafên jinan Emal Hacacbiryara Cezayirê ya rakirina dudiliyên li ser benda 4'an a madeya 15'an a CEDAW’ê nirxand: "Di navbera destkeftiyên sembolîk û rastiyên aloz de, jinên Cezayîrî di navenda şer de dimînin û maf û destkeftiyên xwe diparêzin.”
-

‘Li dijî polîtîkayên darvekirinê dê şoreşa Jin Jiyan Azadî biserkeve’
Berdevka Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a Qamişloyê Rohilat Muslim, biryara darvekirinê ya rejîma Îranê daye çalakvan û kedkara mafên jinan Şerîfe Muhemedî, şermezar kir û da zanîn ku rêxistinên jinan wê têkoşînê bidomînin.
-

Li Xezayê 3 jê zarok 10 kesên din ji birçîna mirin
Ji ber dorpêça Îsraîlê, xelkê Xezayê ji birçîbûnê dimirin. Li gorî çavkaniyên fermî, di 24 saetên dawî de 10 Filistînî ku sê ji wan zarok in, ji ber birçîbûn û kêmbûna xurekê mirine.
-

Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin deh saliya xwe pîroz kir
Hêzên Parastina Jinan ên Beth Nehrin ku hêzekî xweser a jinên Asurî û Suryanî ye li bajarê Qamîşlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo salvegera dehemîn a damezrandina xwe çalakiyek li dar xistin.
-

Gelê Suweydayê ji bo kesên hatine revandin daketin kolanan
Jinan li bajarê Suweydayê, wêneyên zarokên xwe yên di şer de hatine qetilkirin û hatine revandin hilgirtin û daketin kolanan. Jinan, daxwaza serxwebûn, bidawîanîna dorpêçê û vegerandina bê şert û merc a êsîrên xwe dikin.
-

Li Bexdayê ji bo piştgiriya jinan bazara hunera destan hate vekirin
Jinên ku beşdarî bazara li Bexdayê bûn, daxwaza piştgiriyek rasteqîn ku wê berdewamiya projeyên wan misoger bike û wan di nav civakê de bihêz bike kirin.
-

Mafê dermankirinê ya girtiya nexweş Tenzîle Acar tê astengkirin
Girtiya nexweşa giran a jin Tenzîle Acar, zorî lê hate kirin bi kelemçe û hevkariay jenderme bê muayenekirin. ÎHD têkildarî rewşa girtiya nexweş daxuynaî û xwest were berdan.
-

Şaredariya Fabriano hemwelatiya rûmetê da Werîşe, Pexşan û Şerîfe
Meclîsa şaredariya Fabriano ya Îtalyayê hemwelatiya rûmetê da Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku ji bo mafê jin û kakeran di parast li Îranê cezayê darvekirinê lê hatine birîn.
-

Li Koye jinên beşdarî qûrsên havînê bûne hatin xelatkirin
Li navçeya Koye jin û zarok di werza havînê de zêdetir berê xwe didin qûrsên fêrbûn û hewl didin xwe pêş bixin. Îsal di qûrsa fêrbûna zimanê biyanî de jin û zarokên keç di qûrsê de pileyên bilind bi dest xistin û xelat wergirtin.
-

Karwanê alîkariyê ya NY gihişt Suweydayê
Piştî êrişa 12’ê tîrmehê ya li dijî Suweydayê yekem karwanê alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) di rêya bi lez a di navbera Şam û Suweydayê re gihiştin Suweydayê.
-

Hejmara penaberên ku li peravên Morîtanyayê mirin zêde dibe
Li peravên Morîtanyayê keştiyek koçberan noqî avê bû. Hejmara penaberên ku mirin gihîşt 69 kesan.
-

Jinan li Bexdayê de rola xwe ya di siyasetê de nîqaş kirin
Li Bexdayê bi armanca destekdayîn û hişmendiya di aliyê siyasî de, konferansa jinan hat lidarxistin. Jinan diyar kirin ku divê ev xebat tenê di demên hilbijartinê de neyên kirin û xwestin bibe destpêka pêvajoya hişyarî û desteka mayînde.
-

Dayikên Şemiyê daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê anîn ziman
Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê bal kişandin ser 30'ê Tebaxê, Roja Navneteweyî ya Windakirinên Bi Zorê û daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê anîn ziman.
-

Di şewata konteynirek erdhejê de zarokek mir
Ji erdheja Mereşê û vir ve rewşa jiyanê ya erdhejzedeyan baştir nebûye. Li navçeya Kurdoxlî, di şewata ku di konteynirek erdhejê de derket de, zarokê sê salî Muhammed Elî Yıldız jiyana xwe ji dest da.
-

Li Hesekê 39 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyona li Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, 39 çete girtin.
-

Li Ciwanro krîza avê
Jinên Ciwanro diyar kirin ku li Ciwanro pirsgirêka cidî ya avê heye û pirsa “Çima hinek tax bi rojan bê av dimînin, lê belê hewzên vîlayan tije av e û tanker di demên xwe de nayên? ” kirin.
-

Li Şarbajar 2’yemîn Mihrîcana Petêxan
Bi armanca piştevanî û nîşandana girîngiya ji bo berhemên xwemalî, li Deşta Zelê ya Şarbajar, bi amadebûna zêdetirî 170 cotyar û jinên destrengîn, 2’yemîn mihrîcana petêxan hat lidarxistin.
-

Li Suweydayê fikar zêde dibin: Rêya hatiye vekirin baweriyê nade
Jinên li Suweydayê ku rastî destdirêjiya cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) hatine, diyar kirin ku bêyî garantiyên navneteweyî û hesabpirsîna rastîn a sûcdaran, naxwazin ku rêya di navbera Şamê û bajarê wan de bê vekirin.
-

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Serkeftin a me ye
Jinên Êzidî ku tevlî Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bûn, diyar kirin ku divê jin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi gotina “Serkeftin a me ye” destnîşan kirin ku dê ev bibe komxebata azadiya jinan.