MPKE serî li Wezareta Dadê da

Heyeta Koma Çep a yekbûyî ya MPKE bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û got: “Em piştgiriyek xurt didin ku sererastkirina mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan bi rengê ku karibe vê pêvajoyê bi pêş ve bibe.”

Enqere – Heyeta Koma Çep a Yekbûyî (UEL) a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) di çarçoveya statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ‘mafê hêviyê’ û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Enqereyê hin hevdîtin pêk anî.

Heyetê destpêkê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da. Piştî serlêdanê endamên heyetê li pêşiya wezaretê, bi beşdariya parlementerên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevîlay Çelenk û Bedran Ozturk daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di heyetê de hevserokê UEL'ê û Parlamenterê AKEL a Qibrisê George Loucaides, Hevseroka UEL'ê û Endama Senatoya Spanyayê ya ERC'ê Laura Castel, Alîkarê Serokê Koma UEL'ê û Endamê Senatoya Fransayê yê ji Koma Fransa ya Serî Natewîne Emmanuel Fernandes, Seroka Rûmetî ya MPKE'yê Tiny Fox û Sekretera Koma UEL'ê Anna Kolotova cih girtin.

Metna Îngilîzî ya çapemeniyê endamên heyetê xwend, Tirkî jî ji aliyê Bedran Ozturk ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de heyet li ser daxwazên xwe yên berê ku bi saziyên peywendîre şandibûn da ku serdana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin, ku rola wî ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka Kurd ku yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ên Tirkiyeyê ye pêkbînin. Her wiha ji bo Hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî daxwaz hatibû kirin. Lê tê gotin ku heya niha tu bersivek ji bo wan ne hatiye dayîn. Daxuyanî bi vê awaî didome: “Di heman çarçoveyê de, me ji Wezareta Dadê re jî ku muxatabê qanûnî û îdarî yê pêvajoyê ye, randevû xwestibû. Lê heta niha, me ji van daxwazên ku bi rêyên fermî hatine şandin re tu bersiv negirtiye. Îro, bi baweriya ku divê deriyên diyalogê werin vekirin, da ku daxwaznameyên xwe yên fermî nû bikin û nêrînên xwe yên li ser pêvajoyê bi raya giştî re parve bikin, em li ber Wezareta Dadê ne.”

'Aştiyek mayînde wê ji bo Ewropa û Rojhilata Navîn jî encamên girîng bîne’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a li Tirkiyeyê bi hêvî û ji nêz ve dişopînin û wiha hate gotin: “Pêkanîna aştiya mayinde ne tenê ji bo Tirkiyeyê wê ji bo Ewropayê û Rojhilata Navîn encamên girîng bi xwe re bîne. Di demekê de ku şer û polîtîkayên jinûve biçekbûnê di rojevê de ye. Em her gaveke ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Tirkiyeyê tê avêtin pir bi qîmet dibînin û em li ser navê koma xwe destek dikin.”

Bang li hemû aliyan hate kirin

Di daxuyaniyê de ji bo pêşketina pêvajoyê bang li hemû aliyan hate kirin û wiha hate gotin: “Em piştgiyeke xurt didin wê yekê ku mercên girtîgehê yên Birêz Ocalan bi rengê ku karibe vê pêvajoyê bi pêş ve bibe û hêviyên aştiyê xurt bike, bêne sererastkirin. Bicihanîna 'mafê hêviyê' di dema herî nêz de ya ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê têkildarî Birêz Ocalan da, mecbûriyeteke hiqûqî ye.

Bicîhanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di dozên Birêz Selahattîn Demîrtaş û Birêz Osman Kavala de jî erkek girîng e ku pêdivî bi gavên tavilê heye.”

Koma Çep a Yekbûyî ya MPKE'yê diyar kir ku di serî de Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê tevkariya hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar û Konseya Ewropayê ya li pêvajoyê girîng e.