rojane
-
Li Xezayê di Kanûnê de 10 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dan
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê, di meha Kanûna 2024’an de di êrişên artêşa Îsraîlê yên li ser Xezayê de 10 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.
-
Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Sêvê, Pakîze, Fatma bi bîr anîn
Gaziyên Jin ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyê Sêvê Demîr, Pakize Nayir û Fatma Ûyar ên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin bi bîr anîn û gotin: “Em ê hêvî û xeyalên wan bi serketina herî pîroz û watedar tacîdar bikin.”
-
Hukmê darvekirina du jinên li Idlibê wezîrê HTŞ’ê xwendiye
Wezîrê Dadê yê hikumeta demborî ya Sûriyeyê Şadî El-Weysî, di vîdyoyeke ku dema du jin li Idlibê tên înfazkirini, hukum dixwîne de tê dîtin. Bi vîdyoya ku li ser medyaya dîjîtal hat weşandin, bûyer derket holê û rêveberiya HTŞ’ê diyar kir ku vîdyo rast e.
-
Kombûna Jinan a Zenûbiya: Guhertinên di perwerdehiyê de li dijî çanda gelên Sûriyeyê ye
Kombûna Jinan a Zenûbiya bertek nîşanî bernameya nû ya perwerdeyê ku ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve hat danîn da û got: “Guhertinên di bernameya perwerdê de li dijî dîrok û çanda gelên Sûriyeyê ye.”
-
Pîşeyên ku tenê aîdê mêr tê dîtin êdî qadên jinan e
Jinên Tûnisê tabuyan dişkînin, karê ku tenê ji bo mêran hatiye diyarkirin, dikin û hebûna xwe di hemû warên jiyanê de nîşan didin. Jinên xwedî pîşeyên cur bi cur dibêjin ku tevî bertekan jî karê ku dixwazin bi serkeftî dikin.
-
‘Divê tavilê ji biryara girtina saziyên jinan vegerin’
Çalakvan Dilsoz Zengene der barê girtina saziyên jinan da, anî ziman ku divê tavilê ji vê biryarê bê vegerandin û got: “JIN TV tekane televizyona çalake ku hemû jin, çalakvan û siyasetmedaran dikarîn dengê xwe bidin bihîstin.”
-
Kovara Jin bi hejmara 97’an derket: Jiyana me her tim şer bû
Di hejmara dawî ya Kovara Jin de bi sernavê “Jiyana me her tim şer bû” bi xwendevanan re hat ba hev.
-
Jinên Efganî di têkoşîna xwe de bi biryar in: Em teslîm nabin
Talîbana ku li Efganistanê rêveberiya welat desteser kir, hewl dide jiyanê li wan bike dojeh. Jinên Efganî yên li dijî qedexeyên Talîbanê axivîn, gotin: “Tevî hemû zextan jî em teslîm nabin. Ji bo azadiya xwe em ê gavên bi biryar û saxlem bavêjin.”
-
Jinên Xezayê ji ber şer di şert û mercên giran de dijîn
Jinên Xezayê ji ber kêmasiyan ku li cihên koçberiyê di nava şert û mercên dijwar de dijîn, gazinan dikin û diyar dikin ku bi gelek zehmetiyên jiyanê re di nava konên koçberiyê de rûbirû dimînin û tu mehremiyeta jiyana wan nemaye.
-
Jinên rojnamevan: Divê her kes xwedî li saziyên jinan derkeve
Rojnamevanên jin biryara girtina çar dezgehên jinan ên li Silêmaniyê şermezar kirin û bang li hemû jinên rojnamevan kirin ku li sazî û dezgehên jinan ên ku dibin hedefa êrişên siyasî de ne xwedî derkevin.
-
Şêniyên Kobanê: Em bi şervanên xwe re ne
Şêniyên Bajarê Kobanê diyar kirin ku ew bi şervanên xwe yên QSD, YPG û YPJ’ê re ne û diyar kirin ku li dijî êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî şervan berxwedaneke dîrokî dimeşînin.
-
Li Mexmûrê pêşengên jin ên tevgera azadiyê hatin bibîranîn
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakize Nayir, Fatma Ûyar ên li navçeya Silopiyayê ya Şirnexê hatin qetilkirin û cangoriyên komkujiyên Parîsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û Evîn Goyî bi rêzeçalakiyan hatin bibîranîn.
-
Saziyên Elewiyan li ber Konseya Ewropayê çalakî lidarxistin
Rêxistinên Elewiyan ên li bajarê Strasboûrg ê Fransayê li hev civiyan, bertek nîşanî qetlîamên li dijî bawerî û etnîkên cuda yên li Sûriyeyê bi taybet Elewiyan dan û gotin, "Bêdengiya li hemberî vê rewşê tê wateya hevparê sûc."
-
Li Xezayê di 24 saetan de 59 kesan jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tendirustiyê ya Hemasê, rapora rojane ya der barê êrişên li ser Zîvala Xezayê di roja 456’an de weşand.
-
Li Tûnisê jinan ji bo Şerîfa Riahî ya girtî bang kirin
Jinan li Tûnisê ji bo berdana Seroka Komeleya Tûnis ‘Welatekî Stargeh E’ Şerîfa Riahî bang kirin.
-
Xizmên Windayan çalakiya xwe ya hefteya 830’an lidarxist
ÎHD û Xizmên Windayan çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û fail bên darizandin’ di hefteya 830’an de berdewam. Xizmên Windayan peyama ku heta hesab ji failan neye pirsîn wê têkoşîna xwe bidomînin dan.
-
DFG: Di sala 2024’an de 26 rojnameger hatin girtin
DFG'ê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2024'an eşkere kir û got: “91 hevpîşeyên me dema nûçeyê dişopandin hatin astengkirin, 118 rojnameger hatin binçavkirin û ji vana 26 kes hatin girtin."
-
Her sê jinên tekoşer hatin bibîranîn
Pakîze Nayir, Fatma Uyar û Sêvê Demîr ên di sala 2015'an de li Sîlopiyayê di qedexeyên derketina derve de hatibûn qetilkirin, li navçeya Sîlopya Şirnexê hatin bibîranîn.
-
Dayîkên Şemiyê aqûbeta du birayên hatin windakirin pirsîn
Dayikên Şemiyê li aqûbeta birayên hev Ayhan Efeoglû û Alî Efeoglû yên ku di sala 1994’an de hatin windakirin pirsîn û xwestin kujerên wan bên cezakirin.
-
Hikûmeta demkî ya Sûriyê hîzarê li jinan ferz dike
Hikûmeta demkî ya Sûriyê hîzarê li jinan ferz dike. Vîdeoyên ku nîşan didin çawa bang li xelkê tê kirin û tê gotin ku divê jin li taxeke Xiristiyanan a li bajarê Helebê hîzar û cilên reş li xwe bikin, fikarên li ser kiryarên li dijî pêkhateyan zêde kir.