‘Hêzên pêşmerge yên jin sembola xwerêveberî û nasnameya Herêma Kurdistanê ne’

Mihabad Şêx Heme Emîn endama desteya damezrêner ya hêzên pêşmergeyên jin, der barê nîqaşên li ser hêzên peşmerge bi hêzên Iraqê re bibin yek de axivî, bal kişand ser avakirina hêza jinan û got: “Em nahêlin tevlî hêza pêşmerge ya Iraqê were kirin.”

Silêmanî – Pêşmerge ne tenê hêzeke leşkerî ye; ew di heman demê de sembola xwerêveberî û nasnameya siyasî ya Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, hinek çavdêr hewldanên entegrekirina vê hêzê di nava saziyên leşkerî yên Iraqê de wekî gaveke ber bi qelskirina desthilatdariya ewlehiyê ya herêmê û gefek li ser destkeftiyên dîrokî û civakî, bi taybetî beşdariya jinan, dibînin. Pêşmerge ku yek ji girîngtirîn saziyên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê ye, ji hêla rexnegiran ve wekî stûneke bingehîn a desthilatdariya navxweyî û hêza biryardayînê ya serbixwe tê dîtin. Her entegrekirinek bi pergala leşkerî ya navendî ya Iraqê re dikare hevsengiya hêzê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de têk bibe.

Her wiha, Hêzên Pêşmerge yên Jinan bi taybetî wekî yek ji destkeftiyên nû di beşdariya jinan di warê ewlehiyê de tên naskirin. Rexnegir hişyar dikin ku di rewşa entegrebûna di nava pergalek navendî de, temsîliyeta jinan di asta fermandarî û biryardayînê de dibe ku qels bibe ger rêziknameyên qanûnî yên zelal neyên danîn. Yekkirina saziyên ewlehiyê dikare hevkariya leşkerî xurt bike û dubarekirinê kêm bike, bi şertê ku ew di çarçoveyeke qanûnî ya federal de be û mafên destûrî bikevin bin temînatê. Lê belê niha, ev mijar di asta gotegot û nîqaşên siyasî de dimîne û hê jî pirsan li ser pêşeroja têkiliya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û ka serxwebûna ewlehiyê ya herêmê dê çawa were parastin, derdixe holê, ji ber ku ew yek ji mijarên hesas e.

‘Hebûna xwe di herdu pêvajoyên şoreşgerî de nîşan dane’

Mihabad Şêx Heme Emîn endama desteya damezrêner ya hêzên pêşmergeyên jin, ji ajansa me re axivî û got: "Dîroka jinan rola wan a berdewam di pêşketin û parastina Kurdistanê de pêwîst dike. Îro hebûna hêzeke Pêşmerge ya jinan kêfxweşiyeke mezin e. Ev hêz niha veguheriye lîwayeke jinan ku ji bo me jinan çavkaniyeke mezin a serbilindiyê ye. Di nava hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê de roleke girîng lîstiye û di asta hemû Kurdistanê de cihê xwe girtiye. Jinên Kurd ji demên berê heta niha xwedî pozîsyoneke girîng û roleke bi bandor bûne, hebûna xwe di herdu pêvajoyên şoreşgerî de nîşan dane. Em, wekî jin di şoreşa nû ya gelê xwe de, berdewamiya vê hêzê ne û ji serdema çiya ve, em di dayîna pozîsyoneke xurt ji jinan re serkeftî bûne.

Her wiha di serdema serhildanên mezin de, bi taybetî di salên 1990’î de, tekez li ser wê yekê hat kirin ku jin divê beşdarî têkoşîna çekdarî bibin; bi vî awayî, têkoşîna parastina Kurdistanê dikare were domandin.”

‘Di şerê li dijî terorê de rolên girîng dilîze’

Mihabad Şêx Heme Emîn diyar kir ku damezrandina hêzên pêşmerge yên jin bi saya piştgiriya xurt a serokê wê demê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê gengaz bûye û vê piştgiriyê rê li ber avakirin û pêşveçûna gav bi gav a vê hêza jinan vekiriye. Vê hêza ku roj bi roj mezin bû, gelek jinan di nava xwe de digirt û gelek şehîdên jin çêbûn. Îro ev hêz di nava pergala Pêşmergeyên Kurdistanê de bûye lîwayek mezin û di şerê li dijî terorê de rolên girîng dilîze.

Mihabad diyar kir ku wan bi nîşandana îrade û şiyanên xwe pêwîstiya beşdarbûna jinan di çalakiyên leşkerî û Pêşmergeyan de dîtine, ji ber vê yekê, jin jî tevlî têkoşîna çekdarî bûne û got ku armanca wan ew e nîşanî dijminên Kurdan bidin ku jin di parastina Kurdistanê de bêdeng namînin.

Destûra Bingehîn a Iraqê

Mihabad tekez kir ku gotegotên li ser tevlîbûna hêzên pêşmerge yên jin di nava artêşa Iraqê de bê bingeh in, diyar kir ku Herêma Kurdistanê xwedî statuyeke cuda ye ji hikûmeta navendî ya Iraqê û Destûra Bingehîn a Iraqê bi zelalî destnîşan dike ku herêm hewceyê rêveberiya xwe û hêzên pêşmerge ye. Her wiha got ku jin di nava vê pergalê de xwedî cihekî taybet in, di Wezareta Pêşmerge de roleke girîng dilîzin û navendeke taybet ji bo wan li Silêmaniyê hatiye veqetandin.

Mihabad Şêx Heme Emîn diyar kir ku di civînên girîng ên dawî yên der barê hêzên pêşmerge de, pêwîstiya xurtkirina zêdetir a tugaya jinan hatiye nîqaşkirin û got ku nîqaşên li Parlamentoya Iraqê yên derbarê sîstema leşkerî ya mecbûrî de hê jî nehatine bicîhanîn.

‘Divê destûr neyê dayîn ku hêzên peşmerge bi hêsanî hêzên Iraqî re werin entegrekirin’

Mihabad Şêx Heme Emîn di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di her rewşê de, yekkirina hêzan sûdmend nîn e; berevajî vê, zirarê dide û ne destûrî ye. Ger ev hêz werin yekkirin, ew ê girîngiya xwe winda bikin. Avakirina hêzên pêşmerge û hêzên jinan ne hêsan bû; ji bo gelê Kurd destkeftiyeke girîng e. Ji ber vê yekê divê destûr neyê dayîn ku ew bi hêsanî bi hêzên Iraqî re werin yekkirin, bêyî ku maf û hewldanên Kurdan werin paşguhkirin.”

Her wiha jinên li hemû beşên Kurdistanê êdî nahêlin mafên wan werin tepeserkirin. Hêzên leşkerî yên jinan van mafan diparêzin û nahêlin ew bi hêzên Iraqê re bibin yek. Her çendî li Rojavayê Kurdistanê jî gotegotên bi vî rengî derketin holê jî jin li dijî van biryaran derketin û nehiştin dagirker wan bi cih bînin. Wekî ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî hat dîtin, jinên li Rojavayê Kurdistanê di pêş de bûn û têkoşîna xwe didomînin.