Zelîxa Ebdî: Konferansê helwest vîzyon û daxwazên Sûriyeyiyan kir yek
Lidarxistina konferansa yekhelwestiya pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nûnertiya hemû Sûriyeyiyan dike weke gaveke erênî û girîng di pêşeroja Sûriyeyê de hat hesibandin.

NÛR EL-EHEMD
Reqa – Konferansa yekhelwestiya pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 8'ê Tebaxê de hat lidarxistin. Konferansê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê kir û ew li ser maseyeke diyalogê ya yekgirtî, bi beşdariya civaka manewî ya Durzî û serokê Encumena Bilind a Elewiyan anî cem hev. Ev gav, gaveke ber bi yekkirina vîzyon û daxwazan ve ye. Konferansê bandorek girîng û erênî li ser herêmê kir.
Siyaseta cîhadîstên HTŞ'ê ji ya rejîma Baas ne cuda ye
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya kantona Reqayê û beşdara konferansa yekhelwestiya pêkhateyan, Zelîxa Ebdî da zanîn ku pêşketinên lezgîn ên vê dawiyê li Sûriyeyê karê destên veşartî ne û got: "Tiştên ku piştî hilweşîna rejîma berê qewimîn, ji desteserkirina desthilatdariyê ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ve heta lidarxistina hilbijartinên demokratîk, nîşan dide ku lîstikek li ser hesabê gelê Sûriyeyê tê kirin. Cihên wezîran bi awayekî dadwer nehat diyarkirin û Konferansa Neteweyî hemû pêkhateyên Sûriyeyê negirt nava xwe yan jî bi rastî nûnertiya wan nekir. Ev yek rave dike çima rejîma nû rêbaza rejîma berê dişopîne. Sûriye welatek e ku xwedî çand û olên cihêreng e, di nav de Kurd, Ereb, Çerkez û Xirîstiyan hene û mafê gel heye çarenûsa xwe diyar bike.”
Gelê Sûriyeyê tiştê ku dixwest bi dest nexist
Zelîxa Ebdî diyar kir ku gelê Sûriyeyê tiştê dixwest ji Sûriyeyê negirtiye û wiha berdewamî da gotinên xwe: "Gelê Sûriyeyê di krîza Sûriyeyê de bedelên herî giran da, têkoşiya, şer kir û can û milkên xwe feda kirin da ku bigihîjin armanca xwe ya Sûriyeya azad. Lê rewş zû hat guhertin, bi taybetî piştî ku hincet hatin çêkirin da ku sûc û binpêkirin li dijî mezhebên Elewî û Durzî werin kirin. Nebûna rêgiriyek zagonî ji bo rawestandina sûcan, an komîteyên belgekirinê ji bo şopandin, darizandin û vekirina lêpirsînên li ser sûcên cîhadîstan, an jî ji bo bidestxistina edaleta ji bo mexdûran, dibe sedema fikarên gelê Sûriyeyê li ser pêşerojê. Tirsa gel zêde bûye, ji ber ku Sûriye ber bi xalek werçerxê ya xeternak ve diçe ku gefê li pêşeroja hemû Sûriyeyiyan dixwe."
Hevgirtina xwe bi Durzî û Elewiyan re nîşan dan
Zelîxa Ebdî der barê hevgirtina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêkahteya Durzî û Elewî re wiha axivî: "Gelên herêmê bi riya daxuyanî û xwepêşandanan sûcên li dijî Durzî û Elewiyan bi redkirin û şermezarkirina binpêkirinan nîşan dan ku piştgirî didin û hevgirtina bi wan re diyar kirin. Pergala neteweya demokratîk a li herêmên me li ser bingeha demokrasiyê ye û deriyek e ji bo pirrengiya nenavendî di rêveberiyê de û binpêkirinan red dike."
Deriyek ji bo yekkirina vîzyon û daxwazên Sûriyeyiyan
Zelîxa Ebdî tekez kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê helwesta rêveberiya demkî ya li ser rêveberiya navendî red dikin, ji ber vê konfransek ji bo hemû pêkhateyan li dar xistine û got: "Bi saya rewşa heyî, me pêwist dît konferansek li dar bixin ku hemû Sûriyeyiyan li ser maseyeke diyalogê bicivîne û nûnertiya wan bike da ku li ser pirsgirêk, xeyal û pêşniyarên wan ên herî girîng ji bo pêşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin. Ji ber ku ew daxwaz dikin welatek piralî û ne navendî be ku mafên hemûyan bixe bin temînatê. Lidarxistina konferansê gaveke erênî û girîng e û weke qonaxeke dîrokî û girîng di rastiya Sûriyeyê de tê hesibandin.”
'Jin cewherê azadiyê ne'
Zelîxa Ebdî bal kişand ser encamên konferansê û wiha got: "Di encamê de konferansê banga konferanseke neteweyî ya rastîn kir ku hemû Sûriyeyiyan di nava xwe de bigre û nûnertiya wan bike. Di pêşniyarên xwe yên ku ji aliyê beşdaran ve bi yekdengî hatin pejirandin de, hat diyarkirin ku pêwîst e destûrek Sûriyeyê were nivîsandin ku hebûn û mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê û beşdariya jinan bixe bin temînatê. Em li benda destûreke nû ne. Piştî mexdûriyeta ku jinan di salên krîza Sûriyeyê de jiyane û têkoşîna wan a li dijî rejîmek ku wan di hemû aliyên jiyanê de bêalî û bindest kiriye. Em dixebitin ku beşdarbûn û temsîliyeta wan a rastîn di cihên wezîran, namzediya hilbijartinan de hebe û mafên wan di hemû warên jiyanê de misoger be ji ber ku jin cewherê rastîn ê azadiyê ne û dikarin rola xwe ya rastîn bilîzin."
‘Destûreke hemû maf û azadiyan bixe bin temînatê pêwistiyek e ne daxwazek e’
Di dawiya axaftina xwe de Zelîxa Ebdî bang li hemû Sûriyeyiyên ku ji azadî û rûmetê hez dikin û 14 sal in bi fedakarî têkoşiyane kir. Diyar kir ku armanca wan bidawîanîna serdema neheqî û êşê û guhertina rejîma otorîter e. Her wiha ji bo bidestxistina azadiya xwe û rêveberiya Sûriyeyê ber bi demokrasiyê ve bixebitin, hemû cureyên cudakarî û nijadperestiyê red bikin û ji bo destûreke Sûrîyeyê bixebitin da ku maf û azadiya Sûriyeyiyan bikeve bin temînatê.