‘18 milyon Yemenî dê bi birçîbûneke cidî re rû bi rû bimînin’
NY hişyarî da ku wê qeyrana birçîbûnê ya li Yemenê ji Îlonê şûnde xirabtir bibe û da zanîn ev rewş bi kêmbûna fînansmanê ya ji bo plana alîkariya mirovî ya heyî re, tê wateya karesatek xurekê ku gef li jiyana mîlyonan kesan dixwe.

Navenda Nûçeyan – Pevçûnên li Yemenê, bû sedema mirina bi deh hezaran kesan û koçberbûna bi mîlyonan kesan. Welat, ji ber hilweşîna aborî ya giran re nêzî sînorê birçîbûnê bû û ket nava qeyranekî mirovî ya giran. Nêzî ji sedî 80’ê Yemeniyan, ji bo jiyana xwe bidomînin, veguherîn firyakên alîkariya mirovî.
Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (OCHA) ya li Yemenê, di daxuyaniya xwe de wiha got: “Li Yemenê 18 milyon kes ango jî sedî 52’ê nifûsa welat, ji meha Îlonê vir ve bi birçîbûneke giran re rû bi rû bimînin û hewceyê alîkariya xurekê ya lezgîn bin. Her wiha 41 hezar kes jî wê ji ber bêewlehiya xurekê ya zêde bigihîjin asta karesate an jî birçîbûnê.”
Neteweyên Yekbûyî, diyar kir ku ji her pênc malbatan yek wê di xurek û pêdiviyên din de kêmbûnek tam bijîn û ev rewş mirovan ji ber birçîbûnê bi xeteriya mirinê re rû bi rû bihêle. NY’ê, bang kir ku bi mîsogerkirina alîkariya mirovî re pêşiya kûrbûna qeyrana bêewlehiya xwarinê û belavbûna şewba birçîbûnê bê girtin û destnîşan kir ku bi taybetî li herêmên bi xeteriya bilind pêdivî alîkariyek lezgîn heye.