Françoise Vergès: Li dijî planên emperyalîst alternatîfa yekane aştî ye

Zanyara siyasetê ya feminîst Françoise Vergès, piştgirî da banga Abdullah Ocalan, diyar kir ku gelên Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne û got: “Li dijî rewşa şerê domdar û planên emperyalîst ên hêzên cîhanî û herêmî, alternatîfa yekane ya rastîn aştî ye

Navenda Nûçeyan – Zanyara siyasetê, dîroknas û produktora fîlman a feminîst Françoise Vergès, têkildarî Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, ji DEM Partiyê re name şand.

Françoise Vergès, di nameya xwe de got: “Damezirînerê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan, di 27’ê Sibata 2025’an de bangekî dîrokî kir û xwest rêxistin xwe fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Ev bang, piştî ku Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî silav da parlamenterên Kurd û banga fesixkirina PKK’ê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Van gavan jî îşaret bi bendewarî û hêviya ji pêvajoyeke nû ya aştiyê afirand.

Françoise Vergès, da zanîn Kurd û Tirk di qonaxeke dîrokî de ne û wiha got: Di Kongreya 12’emîn a PKK’ê ya di meha Gulanê de hat lidarxistin de ev bang bi yekdengî hat qebûlkirin, di 11’ê Tîrmehê de li Silêmaniyê merasîmeke sembolîk a şewitandina çekan hat kirin û ji bo damezrandina bingeheke qanûnî ya aştiyê komîsyoneke parlamentoyê hat avakirin û van nirxandinan kir: “Aştî divê bê dudilî bê piştgirîkirin. Aşitiyeke mayînde û adil; ne tenê navberek di navbera du şeran de, lê divê aşitiyeke ku aramiya civakî misoger dike û daxwaza gelan a edalet û wekheviyê pêk tîne be. Li dijî rewşa şerê domdar û planên emperyalîst ên hêzên cîhanî an herêmî, alternatîfa yekane ya rastîn aştî ye.”

‘Pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê lezgîn e’

Françoise Vergès, di dawiya nameya xwe de wiha got: “Hêzên pêşverû û demokratîk ên cîhanê, divê hem di asta neteweyî hem jî di astên herêmî navneteweyî de piştgiriyê bidin vê tifaqa Kurd-Tirkan. Jjixwe mercên heyî, ev yekitiye êdî veguherandiye mecbûriyeteke dîrokî. Bi gotina Abdullah Ocalan; ‘Em ne ji hêza tundî û pevçûnan lê em ji hêza siyaseta demokratîk û aştiya civakî bawerin.’ Di demeke tundî û qirkirin zêde bûyîn de pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ne tenê pêwîstiyeke, her wiha lezgîn e.”

Françoise Vergès kî ye?

Françoise Vergès, yek ji pêşengên femînîzma antî-kolonyalîst li Fransayê ye; nivîskara pirtûkên A Decolonial Feminism, A Feminist History of Violence û A Programme of Absolute Disorder e. Her wiha li Navenda Lêkolînên Nîjadperestî û Nîjadperestkirinê ya Sarah Parker Remond a li University College Londonê wekî lêkolînereke payebilind xebatên xwe didomîne.