Sepideh Qolian: Em ê êdî tenê li ber xwe nedin, gavên ber bi pêş ve bavêjin

Girtiya siyasî ya berê Sepideh Qolian, piştî hat berdan li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal zextên pê re rû bi rû ma û sînordarkirinên li jinan vegot. Sepideh Qolian wiha got: "Em êdî qîma xwe tenê bi berxwedanê neynîn; em ê gavên ber bi pêş ve bavêjin."

Navenda Nûçeyan – Girtiya siyasî ya berê Sepideh Qolian, piştî hat berdan, zextên ku rojane pê re rû bi rû maye û sînordarkirinên li jinan li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal parve kir. Sepideh Qolian, diyar kir demek dirêjê hatiye berdan û wiha got: “Ez nizanim ev çend carin li kolanan bi polîs û erkdarên bi cil û bergên sivîl re rû bi rû têm. Her carê ku ez deriyê odeya xwe digrim, rastî awîrên dayik û bavê xwe têm; mîna ku carek din venegerim.”

Sepideh Qolian, di nivîsa xwe ya bi zimanê hozanwarî nivîsî de, diyar kir carna paşde zivirin ne pêkan e û bi van gotinan diyar kir ku bîranînên piçûk ên jiyanê jî vediguherin bîranînên giran: "Gotina 'Ez ê ji bo firavinê ji deryayê masiyan bînim” jî,  di hişê min de mîna bîranînek dînkirinê dimîne."

Sepideh Qolian, da zanîn hefteya borî çûye Dibistana Tuhureyê û ji seatên zû yên sihare ve bi qutbûna elektrîk, av û înternetê re mijul bûye û şert û mercên xwe yên jiyanê bi van gotinan vegot: “Em di navbera demê de perçeyên hinek tiştan dibînin û dixin berîkên xwe, lê ev di rastiyê de ne jiyanek e.”

Zêdebûna sînordarkirinan

Sepideh Qolian a balkişand li ser sînordarkirinên li dijî jinan, bûyerekî ya li dibistanê hate jiyîn wiha vegot: “Dema ez gihiştim dibistanê, min bawer nekir ku midûrê dibistanê tenê ji ber “çend tayên por” heqeret li jinên ciwan kir û qereqol û polîsan gazî dibistanê kir. Di dawiyê de mijar gihişt giliyên fermî.”

Sepideh Qolian, da zanîn di heman demê de salona werzîşê jî bi heman hincetê hate girtin û diyar kir ku Kafeta Chaplin ya ku hinek caran bi hevalên re xwespartin jî piştî hate girtin ji nû ve hate vekirin, lê ji deriyê wî re pankartek bi nivîsa "Ji kerema xwe rêz ji quralên Îslamî re bigrin” hatibû daliqandin.

Sepideh Qolian, destnîşan kir ku sînordarkirina bêedalet e û wiha got: “Ez bi awayekî vekirî dibêjim, ez naxwazim li gorî quralên we yên Îslamî tevbigerim. Piştî ewqas dizî û cînayetan, tu mafên we nîne ku cihên kar ji ber tayek por mohr bikin an jî fermanan bidin me.”

‘Ez meşa xwe didomînin’

Girtiya siyasî ya berê, diyar kir ku jiyan hertim di bin zextan de derbas dibe û axaftina wiha domand:“Hebûna me ji xwe hatine mehkûm kirin. Dema kesek li dijî vê mehkûmtiyê îtîrazek piçûk jî bike, bi hemû hêza xwe êrîş dikin. Rûxmê vê yekê jî, ez hêj vî bajarî, tevî hemû xêzkirin û îşkenceyên li dijî xwe, meşa xwe didomînin.”

Sepideh Qolian, balkişand li ser dudiliyên ku berê têkildarî têkoşînê jiyan kiriye û wiha got: "Carina ez mîna berê ji xwe pirs bikim; 'Sepideh, hemleya te ya ewil a şer çi ye?’ piştre ez bi xwe xwe bersiv didim; 'Temasa bi rojê re.”

Sepideh Qolian a destnîşan kir rûxmê hemû tiştê jî bibiryar e ku bimîne û berxwedana xwe didomîne, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Her çend ezman reş û şînbûye jî, min biryarda ku dimînim. Ezê ji vir, li cihê ku ez lê me, bi vê xemgîniyê û bi hemû şeran re bimînim. Gelo ezê bimînim û çi bikim, bêguman ev pirsek e. Lê êdî pirsekê ku hatiye çareserkirin e. Em êdî qîma xwe tenê bi berxwedanê neynîn; em ê gavên ber bi pêş ve bibin."