‘Girtiyên siyasî yên jin li Girtîgeha Qerçekê di şertên giran de dijîn’

Malpera Komîsyona Jinan ya Meclisa Parastinê ya Îranê, ragihand ku zêdetirî 60 girtiyên siyasî yên jin yên li Girtîgeha Qerçekê di nava şert û mercên giran de dijîn û ji mafên xwe yên mirovî hatine bêparkirin.

Navenda Nûçeyan – Malpera Komîsyona Jinan ya Meclisa Parastinê ya Îranê, têkildarî  rewşa girtiyên siyasî yên jin yên li Girtîgeha Qerçekê ya li Îranê agahiyan parve kir.

‘60 jinên girtî yên siyasî li Girtîgeha Qerçek di nava şert û mercên xeter de dijîn’

Hate ragihandin ku zêdetirî 60 jinên girtî yên siyasî yên li Girtîgeha Qerçek ya li Îranê di nava şert û mercên xeter de dijîn û ji mafên xwe yên mirovî hatine bêparkirin. Hate destnîşankirin nêzîkî 3 mehin vîroseke nayê zanîn li nava girtîgehê belav bûye û di encamê de nexweşiyên mîna êşa zêde ya sing, şewitîna gewriyê, bêhêzbûna bedene û nebûna oksîjenê peyda bûye û her diçe rewşa wan xirabtir dibe.

Hate ragihandin ku ev jinên girtî dema êrişa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evîn sewqî Girtîgeha Qerçekê hatine kirin û ev hate gotin: “Ji ber nebûna eywaneke ya hewastandinê, dîsa avê û xorekên bi tendurist û bêparbûna ji derfetên tenduristiyê di nava rewşeke xeter de dijîn.”