Li Tûnisê li dijî dorpêç û qirkirina li Xezayê çalakî

Ji bo şermezarkirina dorpêça li ser Xezayê û piştevaniya bi gelê Filistînê re, li Tûnisê bi dirûşma ‘Qêrîna Mafdar a Filistînê’ li ber balyozxaneya DYA’yê çalakî hat lidarxistin.

NAZÎHA BOSEÎDÎ

Tûnis – Çalakvanên jin û parêzvanên mafên mirovan ên Tûnisî, di xwepêşandana heftane ya ku ji hêla Koordînasyona Çalakiya Hevpar a ji bo Filistînê ve hat organîzekirin de, bi dirûşma ‘Serkeftin dê ya Filistînê be’ hatin ba hev.

Çalakî duh ji aliyê Komîteya Koordînasyona Çalakiyên Hevpar ve ji bo piştevaniya bi gelê Xezayê re bi sernavê ‘Qêrîna mafdar a Filistînê’ li pêşiya balyozxaneya Dewlet,n Yekbşyî ya Amerîkayê (DYA) hat lidarxistin.

‘Rewşa mirovî li Xezayê gelek xirab e’

Seroka partiya Niha ya Galerî Mubareka Awaniyê, têkildarî çalakiyê ji ajansa me re axivî û wiha got : “Em îro di çarçoveya xwepêşandana 88’an de li ber konsolosxaneya Amerîkayê kom bûne û nerazîbûna xwe ya li dijî êrîşên li ser gelê Filistînê li Xezayê nîşan didin. Rewşa mirovî li Xezayê gelek xirab e, birçîbûn her diçe kûrtir dibe û gelek zarok û jin dimrin. Dîmenên bi êş û trajîk ên gelê Xezayê nîşan didin ku tiştên li Xezayê diqewimin şerekî cîhanî ye, gelê Filistînê dibe hedef û cîhan li dijî van êrîşan bêdeng e.”

‘Em ji çavên we şerm dikin ey dayîk xwişk û zarokên keç ên Filistînê’

Mubarekê Awaniya di peyama xwe ya ji bo jinên Filistînê de wiha got: “Em ji çavên we şerm dikin, ey dayîk, xwişk û keçên Filistînê. Em ji awirên we yên bi êş û serhildêr şerm dikin û ji zarokên Xezayê yên ku dema bi çekan neyên kuştin ji birçîna dimrin şerm dikin. Tekane tiştê ku em bikaribin ji bo we bikin ev çalakî ne. Em hêvî dikin ku em ê bibin dengek li hemberî bêdengiya cîhanî. Bi vê boneyê, ez dixwazim bibêjim îro em ê dest bi greva birçîbûnê bikin. Hejmarek çalakvanên jin û mêr beşdarî vê dibin û nerazîbûna xwe ya li hemberî birçîbûn û êrîşên hovane yên li dijî gelê Filistînê diyar dikin.”

Têkoşîna me didome’

Endama Komîteya Koordînasyona Çalakiya Hevpar a ji bo Filistînê Randa Fahoula wiha got: “Em li vê derê piştevaniya xwe ya bi gelê Xezayê re nîşan didin. Em weke gelê Ereb ê Tûnisê, dibêjin ku doza Filistînê doza me ye û çi ji destên me were em ê bikin. Her wiha me çalakiya rûniştinê û greva birçîbûnê da destpêkirin. Îsraîl li ser gelê Filistînê zilm û birçîbûnê ferz dike, em tenê dikarin piştevaniya xwe nîşan bidin, li dijî vê dengê xwe bilind bikin. Ev çalakiya me dê her roja Şemiyê li vê derê bidome. Heta êrîşên li dijî Xezayê bidomin dê çalakiyên me yên ji bo piştevaniyê jî bidomin.” 

‘Jinên Filistînê mînaka têkoşînê ne’

Çalakvana Filistînî Meryem El-Qudwa wiha got: “Ji bo piştevaniya bi gelê Filistînê re ez beşdarî çalakiyê bûm. Vê xwepêşandanê du sal berê dest pê kir û heta roja îro jî berdewam dike. Îsraîlê du milyon mirovan li Xezayê birçî hiştiye. Gelê ku li azadiyê digere dê bêhêvî nebe. Serkeftin nêzîk e. Jinên Filistînê mînaka têkoşîn û sebrê ne.”