NY: Xuyaye dê bi salan wekheviya zayendî pêk neyê

Raporeke Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku tevî hinek pêşveçûnên biçûk jî gihîştina wekheviya zayendî ya tam di warê ked, perwerde û siyasetê de hê jî gelekî li paş e û dibe ku bi qasî 171 salan bidome.

Navenda Nûçeyan – Wekheviya zayendî ya di maf û derfetan de li seranserê qadên ked, perwerde û temsîliyeta siyasî hê jî bi astengiyan re rûbirû ye û gihîştina wekheviyeke tam her diçe dijwartir dibe.

Rapora Neteweyên Yekbûyî ya bi sernavê "Pêşbîniya Zayendî" ku îro, hatibû weşandin, eşkere kir ku bidestxistina wekheviya zayendî dikare bi qasî 171 salan bidome. Li gorî raporê, rêjeya di sala 2024’an de ji sedî 23.3 bû, di sala 2026’an de daketiye ji sedî 22.4.

Di raporê de hat destnîşankirin ku ev rewş "nîşaneyeke hişyariyê" ye ji bo qelsiya destkeftiyan û dijwariya parastina pêşketina di qada siyasî de wekî rastiyeke aram. Her wiha hat diyarkirin ku di sala 2021’ê de, ji sedî 42’ê rêxistinên Neteweyên Yekbûyî ji ber kêmkirina budçeyê bandor dîtine.

Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku bi milyonan jin hê jî bi tundî û cudakariya cidî re rûbirû ne; ji her pênc zarokên keç, yek beriya 18 saliya xwe dizewice û ji her sê jinan yek rastî tundiyê tê. Di raporê de her wiha hat destnîşankirin ku ji ber kêmkirina budçeyan 316 milyon lîra winda bûne.