Jinên Yemenî xurtkirina hebûna jinan a di pêvajoyên biryardanê de nîqaş kirin

Beşdarên Konferansa dawî ya projeya zêdekirina beşdariya jinên pêşeng di biryardanê de, dan zanîn ku divê hebûna jinan di postên biryardanê û serokatiyan de zêdetir bin û daxwaza xurtkirina beşdariya siyasî ya jinan kirin.

RANIYA ABDULLAH

Yemen – Konferansa dawî ya projeya "Zêdekirina Beşdariya Serokên Jin ên di Pêvajoyên Aşitiyê de" li bajarên Taiz, Aden, Hadramout û Maribê hate lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê rêxistina "Partners Yemen" ve û bi desteka Balyozxaneya Qraliyeta Hollandayê ya li Yemenê hate organîzekirin û bi hevahengiya ligel çar saziyên herêmî li her bajarekî hate pêkanîn. Di çalakiyê de serokên jin, nûnerên civaka sivîl û serokên partiyên siyasî hatin ba hev.

Konferansa ku di 16 û 17'ê Îlonê de hate lidarxistin, bal kişand ser destkeftî û encamên sereke yên projeyê yên derbarê pêşxistina kapasîteya serokên jin û xurtkirina rola wan a çalak û bingehîn a di biryardan û hewldanên avakirina aştiyê de li Yemenê.

Di nîqaşan de mijarên sereke, bi taybetî jî axaftinên nefretê û teşwîqkirina dijminatiyê li dijî jinan û bandora neyînî ya van tiştan li ser beşdariya wan a di jiyana giştî de, hatin nirxandin. Beşdaran sedemên bingehîn û çareseriyên gengaz lêkolîn kirin, her wiha ezmûnên berawirdî yên ji Tûnis, Misir û Libnanê derbarê awayê rûbirûbûn û birêvebirina van pirsgirêkan de nirxandin.

Nîşandana şiyan û kapasîteyan

Endama Beşa Siyasî ya Civata Yemenî ya ji bo Reformê (Islah) li Taizê Sara Qasim diyar kir ku ev bername bi hevkariya rêxistinên pratîkkar ên herêmî hatiye destpêkirin. Sara ragihand ku di konferansê de belgeyên polîtîkayê yên ji her çar bajaran hatine pêşkêşkirin û wiha domand: “Ev belge wek bingehekî sereke ji bo xurtkirina rola jinan û zêdekirina hebûna wan a di postên biryardanê de li nava partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl xizmetê dikin. Jinên Yemenî karîbûn hebûna xwe bisepînin û rêxistinên navneteweyî û herêmî neçar bikin ku bihêzkirina jinan bikin pêşîniyek. Hevrêziya di navbera her çar bajaran de ber bi reformkirina pêkhateyên rêxistinî yên partiyan û gihandina jinan bo postên serokatiyê bi rêya konferansên giştî û hilbijartinên zelal ve, gaveke girîng e.”

Rola wan a di belgekirina binpêkirinan de

Atlal Rajêh ku yek ji serokên jin ên beşdarî Kongreya Giştî ya Gel bûn e jî, da zanîn ku belgeyên polîtîkayê bi hewldanên hevbeş ên serokên jin û mêr ên ji partiyên siyasî, rêxistinên girseyî û civaka sivîl hatine amadekirin, da ku piştrast bikin ku sozên hatine dayîn dikarin bên pratîkkirin. Atlal Rajêh lihevkirina li ser avakirina toreke jinan a domdar a ji bo şopandina pratîkkirina belgeyên polîtîkayê, wek encameke sereke ya van danûstandinan dibîne. Atlal tekez dike ku tevî kêşeyên rêxistinî yên li pêşiya partiyên siyasî, di nav de paşxistina konferansên giştî, wek jinên serok û endam ên partiyan, pêwîst e ku em piştgiriyê bidin çalakvanan û li kêleka wan bisekinin dema ku ew rûbirûyê astengî û metirsiyan dibin.”

'Nebûna jinan a di postên serokatiyê de valahiyek mezin e'

Seroka Weqfa Siwar a ji bo Pêşveçûn û Aşitiyê Parêzer Şeynaz El-Akhalî, bal kişand ser valahiyeke girîng a derbarê nebûna jinan a di postên serokatiyê û rolên bingehîn ên saziyî de. Şeynaz destnîşan kir ku beşdariya jinan pir caran tenê di asta rûkî de dimîne an jî bi beşên "karûbarên jinan" ve sînordar e. Şeynaz da zanîn ku pêşniyarên konferansê daxwaza hevdîtinên rasterast bi serokên partiyan, biryarderên asta neteweyî, Encûmena Serokatiyê û ofîsa Serokwezîr re dikin da ku bicîhanîna van pêşniyaran mîsoger bikin.

Li gorî Şeynaz El-Akhalî jin bi du zehmetiyên sereke re rûbirû ne. Ya yekem bi ewlehiyê ve girêdayî ye û xetereyên rasterast ên wek topbarankirin û kirina cihên civînan wek armanc dihewîne, zehmetiya duyemîn civakî-siyasî ye û xwe di şêweyê paşguhkirinê û nebûna naskirina rastîn a rola jinan ji aliyê hin serokên partî û sendîkayan ve nîşan dide. Şeynaz wiha got: “Jinên Yemenî her tim parêzvanên aşitiyê û hevkarên çalak ên mirovahî bûne. Beşdariya wan di pêvajoyên 'Rêya Duyemîn' (Track II) de derfeteke mezintir dide wan ku wek navbeynkar tevbigerin.”