Hevpeymaniya “Jinên ji bo Aştiyê”: Pêdivî bi parastina jinên Yemenî heye

Hevpeymaniya Jinan ji bo Aştiyê li Yemenê ragihand ku ji ber zêdebûna pevçûnan bi sed hezaran kes koçber bûne û jin û keç bi xetereyên mezin re rûbirû ne. Hevpeymaniyê xwest ku di hemû pêngavên mirovî de pêşengî ji jinan re bê dayîn.

Navenda Nûçeyan – Bandora pevçûnên li Yemenê li ser jinan, bi zêdebûna koçberiyê û hilweşîna xizmetên bingehîn re girantir bûye. Jin û keç bi xetereyên mezin re rûbirû ne ku di nava wan de tundî, îstismar û nebûna parastinê hene.

Îro, Hevpeymaniya “Jinên ji bo Aştiyê li Yemenê” bangek ji bo bersiveke mirovî ya lezgîn û nerm bi pêşengiya jinan kir; ev yek jî bi armanca çareserkirina pêlên koçberiyê û peydakirina parastineke berfireh ji bo jin û keçan di nava zêdebûna leşkerî ya dawî de li welêt.

Zêdebûna leşkerî û pêlên koçberiyê yên nû

Di daxuyaniya xwe de, Hevpeymaniyê fikarên xwe li ser encamên mirovî yên zêdebûna leşkerî li perava rojava, li Taiz û Bab El-Mandeb ku ji 100 hezarî zêdetir kes koçber kirine, anî ziman. Hevpeymaniyê diyar kir: “Ev rewş zextê li ser malbatên koçber û civakên mêvandar zêde dike. Pêşketinên dawî yên di warê koçberiyê de bersiveke mirovî ya nerm hewce dikin ku parastina sivîlan, nemaze jin û keçan misoger bike û li gorî tevgerên guherbar ên kesên koçber xwe biguncîne.”

Der barê rewşa li deverên ku kesên koçber lê dijîn de, Hevpeymaniyê da zanîn ku jin û keç bi xetereyên tundî, îstismar, windakirina dahatê û gihîştina sînorkirî ya xizmetên bingehîn re rûbirû ne, her wiha serkarên jin ên malbatan barên giran hildigirin. Fona Nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî (UNFPA) jî diyar kir ku ev kom di nava kesên herî lawaz de ne û ji ber berdewambûna aloziya leşkerî, pêdiviyên wan ên parastin û tenduristiyê zêde dibin.

Jin ne tenê wergirên alîkariyê ne, hevkarên sereke ne

Hevpeymaniyê tekez kir: “Jinên Yemenî ne tenê wergirên alîkariyê ne, di heman demê de hevkarên sereke ne di parastina malbatan û piştgiriya civakan de; ev yek bi saya ezmûnên wan ên di çarçoveya herêmî de pêk tê. Her wiha divê di nirxandina hewcedariyan, diyarkirina pêşaniyan, plansaziya mirovî, pêvajoyên biryardanê û çavdêriya bandora mudaxeleyan de, bi hevkariya rêxistinên jinan cih bidin jinan.”

Banga ji bo piştgiriya aborî û mirovî

Hevpeymaniyê bi rêya daxuyaniyê bang li ajansên Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mirovî û însiyatîfên xwebexş kir ku bersivên xwe li gorî pîvana koçberiyê zêde bikin, nermbûna di dabeşkirina çavkaniyan de mezin bikin û piştgiriyê bidin civakên mêvandar ên ku barên giran hildigirin.

Her wiha, banga zêdebûna fînansmana rasterast û nerm ji bo rêxistinên jinan ên herêmî û saziyên li Yemenê kir da ku hevkariyên wekhev li ser bingeha bawerî, zelalî û berpirsiyariya hevpar bên xurtkirin.

Rêzgirtina li qanûnên navneteweyî

Di dawiyê de, Hevpeymaniya “Jinên ji bo Aştiyê li Yemenê” bang li hemû aliyên şer kir ku rêz li qanûna mirovî ya navneteweyî bigirin, parastina sivîlan û binesaziya sivîl misoger bikin, gihîştina bêasteng a alîkariyê garantî bikin, xebatkarên alîkariya mirovî biparêzin û kesên ku ji ber karê xwe hatine girtin tavilê berdin. Çareserkirina vê rewşê bersiveke herêmî ya lezgîn, dadperwer û nerm hewce dike ku roleke sereke di pêvajoyên serokatî û biryardanê de bide jinan.