Dayîkên Şemiyê: Di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e

Dayîkên Şemiyê ji bo biryara demboriyê ya di doza Ridvan Karakoç de diyar kirin ku windakirina bi darê zorê sûcê li dijî mirovahiyê ye, lewma divê nerazîbûn bê qebûlkirin û berpirsyar bên darizandin.

Stenbol – Dayîkên Şemiyê têkildarî biryara demboriyê ya ji bo doza Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de hatibû binçavkirin û kuştin, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e û wiha hat gotin: “Windakirina bi darê zorê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ku îtîraz bên qebûlkirin û berpirsyar bên darizandin.”

Dayîkên Şemiyê, derbarê biryara demboriyê ya di doza Ridvan Karakoç ê ku di sala 1995’an de hatibû binçavkirin û kuştin de, li pêşiya Edliyeya Anadolûyê ya li navçeya Kartalê daxuyanî dan. Endama heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan, parlamenterên DEM Partiyê û gelek parazvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Oya Ersoy ve hate xwendin.

‘Ev bi salan e em li pey hiqîqetê ne’

Oya Ersoy diyar kir ku pergala darizandinê ya xwecihî, biryara demboriyê dide û wiha pê de çû: “Di doza Ridvan Karakoç ê ku bi salan e em li pey heqîqetê ne de, biryara demboriyê hate dayîn. Dema ku em li dosyayê dinhêrin, di dosyayên kesên bi zorê hatine windakirin de heman rewş derdikeve holê û berpirsyar peywirên xwe bi cih naynin. Ridvan Karakoç dizanibû ku dê bê binçavkirin. Di nava siyaseta Kurd de bi awayekî çalak cih digirt û bi dehan caran hatibû binçavkirin. Ji ber vê yekê, beriya ku were binçavkirin wekalet dabû parêzerê xwe. Cenazeya Ridvan Karakoç di 2’yê Adara 1995’an de li Gundê Bozhane yê navçeya Beykozê, li ser rêya Mahmut Şevket Paşayê hate dîtin. Tevî ku derbarê wî de lêpirsîn hebû jî, cenazeyê Ridvan Karakoç li goristana bêkesan hate veşartin. Di otopsiyê de derket holê ku îşkence li Ridvan Karakoç hatiye kirin.”

‘Dozgeriyê di dosyayê de gav neavêt û delîlên kêm nehatin komkirin’

Oya Ersoy destnîşan kir ku cenazeya Ridvan Karakoç di 30’ê Adarê de ji aliyê birayê wî Mehmet Karakoç ve hatiye teşhîskirin û got: “Di girteya ku dema Ridvan hate dîtin de diyar e ku cil li ser wî hene. Lê dema ku em li dosyayê dinhêrin, li ser cilên Ridvan tu lêkolîn nehatiye kirin û testa DNAyê jî nehatiye kirin. Malbata Karakoç û parêzerên wî xwestin ku kesên navê wan di dosyayê de derbas dibin bên guhdarkirin. Kesên ku hatin guhdarkirin, derbarê windakirin û kuştina Ridvan Karakoç de agahiyên girîng dan. Lê belê, dozgeriyê di dosyayê de gav navêt û delîlên kêm kom nekirin. Eşkere ye ku dosye hatiye girtin. Em dîsa bang dikin ku di sûcên mirovahiyê de biryara demboriyê ne pêkan e. Windakirina bi awayekî bi darê zorê, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em dixwazin ku îtîraz bên qebûlkirin û berpirsyar bên darizandin.”

Piştî xwendina daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.