Li başûrê Kurdistanê beşek medya û feraseta mêrsalar pirzewacê asayî dikin

Rojnamevan Soma Xalid diyar kir ku hinek kes dixwazin bi rêya medyayê diyardeya pirzewacê vegerînin û got: “Hinek dezgehên medyayê, ji bo bidestxistina temaşevanan, hewl didin vê diyardeyê normal bikin.”

DÊRÎN REHÎM

Silêmanî – Di salên dawî de, di medyaya desthilatê de zêdetir daxwaza pirzewacê derdikeve pêş. Bi reklaman normalkirina vê diyardeya zayendperest derdixin pêş. Ev jî di demek ku li başûrê Kurdistanê pirzewac qedexe ye û ji bo binpêkerên peymanên zewacê cezayên yasayî yên hişk hene de diqewime. Dadgehên Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê kar bi Yasaya Rewşa Kesane ya Iraqê re dike û bi Yasaya hejmar 15 a 2008’an a li Parlamentoya başûrê Kurdistanê hatiye guhertin. Li gorî vê yekê,  di rewşên gelek awarte de destûrê dide pirzewacê. Li gorî yasayê, heta ku şertên sereke pêk neyne, tu mêrek nikare di heman demê de bi ji yekê zêdetir jin re bi zewice.

Zewaca li derveyî dadgehê, li gorî yasayê sûc e

Li gorî vê: nexweşiyeke giran an jî bêzarokbûna hevjîna yekem, rewşa darayî ya baş, soza dadperweriya di navbera hevjînan de û berî her tiştî jî razîbûna hevjîna yekem pêwîst e. Bêyî van mercan, zewaca bi jineke duyem re neyasayî ye. Di heman demê de, ger mêrek li derveyî dadgehê bizewice, peymana zewacê ji aliyê dadgehên herêmî ve nayê pejirandin. Ji ber zewaca li derveyî dadgehê, li gorî yasayê sûc e. Li gorî benda 5’an a xala 7’an, cezayê vê kiryarê dê cezayê pere be ev jî ne kêmî milyonekê û ne ji sê milyonan zêdetir e. Cezayê girtîgehê jî, ne kêmî sê salan û ne zêdetirî 5 salan e. Li vir jî yasaya Herêma Kurdistanê, bi feraseta mêrsalar û zayendperestî diyar e. Ev yek desthilata mêr diparêze û li dijî prensîbên parastina rûmeta mafên mirovan e. Lewma jî hinceteke yasayî dide mêran da ku vê diyardeya hovane pêk bînin.

Têkildarî vê mijarê rojnamevan Soma Xalid ji ajansa mere nirxandin kir.

‘Pirzewac ji ber xebata neprofesyonel a medyayê dîsa derket holê’

Rojnamevan Soma Xalid bal kişand ser rola neyînî ya medyayê ya di vejandina mijara pirzewaciyê de û wiha got: “Ger em di aliyê medyayê de li mijarê binhêrin, medya hem ew qada ku ew tê de dijîn û hem jî qada civakî ya Başûrê Kurdistanê, hêj nekarîne wan kevneperestî û astengiyên fereseta  baviksalarî derbas bikin. Ev jî bandorê li ser bîr, fikir û îdeolojiya heyî dike. Ger em behsa yasaya pirzewacê li Herêma Kurdistanê bikin, li gorî yasayê şertên pirzewacê gelek tund in; gelek mêr nikarin serî li jiyana hevpar a bêzewac an jî zewaca duyem û sêyem bidin. Lê belê, tevî vê jî pirzewac li Herêma Kurdistanê nehatiye qedexekirin û ew mêrên serî lê didin jî, nehatine cezakirin.”

‘Desthilat pirzewacê normal dike’

Soma Xalid anî ziman ku yasa heta astekê mercên tund danîne û ew qedexe kiriye û wiha domand: “Em dibînin ku medya û rayedar hewl didin vê diyardeyê normal bikin. Em vê di medya û partiyên siyasî yên desthilatê de dibînin. Di daxuyaniyê wan de diyar dibin ku ew dixwazin bi awayek din pirzewacê normal bikin. An wek reklamê nîşanî malbatan didin. Ev yek bûye sedema gelek pirsgirêkên malbatî, an jî jin ji ber diyardeya pirzewacê gelek caran rastî tundiya dijwar hatine an jî hatine kuştin.”

‘Pirzewac dibe sedema pirsgirêkên malbatî’

Soma Xalid da zanîn ku pirzewac dibe sedemê pirsgirêkên civakê û wiha got: “Bi rêya sendîkayên rojnamevanan û wezareta rewşenbîrî an jî wezareta navxweyî asta vê yasayê derketiye. Divê berpirsiyarî li ser milê medyayê be da ku nekaribe bi asanî diyardeya pirzewacê di medyayê de nîşan bide. Ji bo malbatan asayî bike. Li gorî yasaya ku hatiye qedexekirin heta astekê Wezareta Rewşenbîrî û aliyên têkildar xwediyê wê erk û berpirsyariyê ne ku li dijî dezgehên medyayê tedbîrên yasayî bigrin ku nekirine bi asanî diyardeya pirzewacê çareser bikin a an jî medya carek din kar li ser ew yasaya li herêma Kurdistanê hatiye qedexekirin bike. Hin kes li dijî qedexeya pirzewacê nerazîbûnê nîşan didin û dixwazin vê diyardeyê vegerînin nava civakê. Karê li ser mijarên çandî ji bo çareserkirin û kêmkirina diyardeyan demeke dirêj dixwaze. Erkê rêxistinan e ku bi berdewamî di nava kesên civakê de hişyariyê belav bikin da ku wan bi mafên jin û zarokan bidin naskirin. Em xurtkirina têkiliyên di navbera rêxistin, dezgehên medyayê û hikûmetê de, derbarê awayê şopandina mijarên civakî de, girîng dibînin.”

‘Mijarên jinan her tim paşguh kirine’

Soma Xalid destnîşan kir ku li pişt her saziyek medyayê hêzek desthilat heye, ev hêz dihêle ku kevneperestiya çandî ya mêrsalarî, carek din hewl bide wê feraseta muhafazakar rewa bike ku jinan her tim wekî kesên asta duyemîn dibîne û wih dom kir: “Serlêdana çanda mêrsalarî, tê wateya hewldana mêran a ji bo parastina berdewam a desthilata xwe. Ev yek jî xwe dispêre wê feraseta çandî ya ku hê jî di nava civakê de heye an jî bandora medyayê. Rêveberî û desteyên payebilind ên saziyên medyayê her tim ji aliyê mêran ve têne rêvebirin. Mêr her tim di bin bandora wê çandê de mane ku dixwaze li gorî berjewendiyên xwe tevbigere an jî kêmtir girîngiyê dide pirsgirêkên jinan. Lewma hêj nekarîne bi rastî bighîjin wan mijarên hesas ên ku jin pê re rûbirû ne. Her tim mijarên jinan paşguh kirine û nekarîne civakê hişyar bikin. Her çend em van rexneyan li vir ji medyayê re dişînin jî, lê di dawiyê de, îro gelek rojnamevanên jin ên kar dikin û di her  dezgeheke medyayê de xizmetê dikin, divê bi awayekî hişmendî li vê mijarê binêrin. An jî hewl bidin ku di navendên biryardanê yên saziyên medyayê de cih bigirin, da ku rola xwe bi awayekî cidîtir bigirin ser xwe û derbarê pirsgirêkên ku rûbirûyê civakê dibin de pêşengiyê bikin.”

‘Berpirsyariya civakê li ser milê rojnamevanan e’

Soma Xalid destnîşan kir ku dema rojnamevanek li her saziyek an civakekê wekî rojnamevan kar dike, divê bibin deng û rengê wê civakê. Soma Xalid anî ziman ku her kesê ku wek rojnamevan kar dike, divê bizanibe ka çawa exlaqê rojnamevaniyê an jî exlaqê medyayê biparêze. Wê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em rojnamevan ji bo gihandina dengê hikûmet, civak û gel dixebitin. Berpirsyariya civakî dikeve ser milê me. Tu çi dinivîsî yan jî diaxivî, tu di nava civakê de hişyariyê çêdikî yan jî zirarê didî civakê? Divê armanca di vê çarçoveyê de diyar be. Gelek pirsgirêk hene dibin sedema tundiya navmalî an jî hevberdanê. Yan jî em gelek pirsgirêkên din ji ber rewşa siyasî ya hesas an jî vê krîza aborî, siyasî û civakî dibînin. Piraniya kesan ji aliyê derûnî ve rûbirûyê şerê berdewam ê di navbera medyayê de ne. Lewma, erkê ewil ê rojnamevanek, berpirsyariya civakî ye û divê tu bibe deng û rengê komên ku di civaka xwe de hatine dûrxistin. An dengên jinan an dengên wan kesên ku nayên bihîstin.  Ji ber wê, berpirsyariya medyayê ew e ku bizanibe ka kîjan yasa li herêmê qedexe ye û kîjan yasa jî bi şertên tund ve girêdayî ne. Yan jî çi yasa heye ku rê li ber wê digre. Divê vê mijarê binirxîne, ji ber ev yasayên qedexekar xwediyê mercên hişk û giran in û divê ew bizanibe ka çawa li hember wan tevbigere.”